11 Kasım 2012 Pazar

sahne dışı: ben gördüm / min dît - bianet

sahne dışı: ben gördüm / min dît - bianet: Sahne Dışı Sokak Tiyatrosu Diyor ki Açlık grevlerinin amacı ve talepleri her ne olursa olsun, bunu karşılamak gibi bir niyetleri olmas...

5 Kasım 2012 Pazartesi

3 Kasım 2012

Bu coğrafya her gün yeni bir vahşet ile karşılaşıyor... kanun adına yeni bir kanunsuzluk, adalet adına adaletsizlikle...
BDP, mecliste grubu bulunan bir siyasi parti,  Diyarbakır Batıkent meydanında süren açlık grevleri ile ilgili bir miting düzenlemek istiyor. Devletin buna cevabı ise gaz, cop ve tazyikli su oluyor... vekilinden seçmenine hakaret de cabası...
Ellerinde coplarla polisler miting yapmak isteyen halka doğru ilerliyorlar, "yaptığınız kanuna aykırıdır, dağılın, yoksa müdahale edilecektir1 diye... copları sallaya sallaya yürüyorlar, yaşlı kadınlar, erkekler ve gençlerin olduğu kaldırıma doğru... alanda girmek bir yana kaldırımda durmak, beklemek bile suç olmuş, ileri demokratik devrim yaşayan Türkiye Cumhuriyeti'nde...
Kaldırımda bekleyenlerin ise ciğeri yanıyor, her birisinin bir yakını var o cezaevlerinde, ya da kendileri bir zamanlar o yollardan geçmiş, koşulların ne olduğunun çok iyi farkındalar...
Belli ki o cezaevlerinde yaşayan çocuklarının, kardeşlerinin, arkadaşlarının göz göre göre ölümüne razı değiller, olmayacaklar...
Polisler geliyor ellerinde coplarını sallayarak, "dağılın" diyorlar... dağılıyorlar.. Kahveci çırağına "dışarı kursileri çıkar oxlim" diyor... dışarı kursiler (sandalye diyelim biz türkçesine) çıkıyor.... kaldırımdan inenler oraya oturuyor... Polis etrafta dolaşıyor, kahvedekilere bakıyor, bakıyor... herhalde onlarda anlıyor kahvede oturan insanlara "dağılın" demenin ne kadar abes olduğunu...
Kahvede oturan yaşlıca bir teyze yanında oturan tanımadığı iki gence " çay bixwazin ji xwe re (çay isteyin)" diyor... gençler çay istiyor...
Sonra teyze elinde bozuk para gençlere uzatıyor "perê çaya xwe ji vir bidin (buradan ödeyin çay paranızı)", gençler teşekkür ediyor....kalkıp gidiyorlar.. Bu yaşta kendisinden daha çok yanındakileri düşünen bir yaşlı Kürt kadını hem mahçup ediyor onları, hem de gurur veriyor onlara...
Bu topraklar nice zulüm gördü, nice acılar yaşadı...nice gözyaşları akıttı analar... ama yenilmedi, dinmedi öfkesi bu toprakların zulme karşı...ve görünen o ki dinmeyecek bu topraklarda barış rüzgarı esinceye kadar...
Yaşlı anaların, teyzelerin kendilerinden çok yanındaki gençleri düşünmelerinden belli...

04.10.21012
Amed

1 Kasım 2012 Perşembe

Şêrgeleyek Derbasbu Bi Nav Arjen Ji vê Dînê!


“ew helbestek bu, helbesteke ku hê ne qedîyayî”[1]

Îro li Amedê sterikek din ji ezmana rijî, teyrek ber bi rojê firî…

Îro şêrgeleyek din buhurî ji vê dinê…

Şêrgeleyek bi nav Arjen Arî,

Îro derbas bu ji Amedê, xatir xwest ji hemu heval û dostan…

Di dilê wî de evîna Kurd û Kurdistan,

Hevîyên rojên Azad…

Ber bi ramusanê ku veşartibun li gelîyekî Kurdistan,

çu…

Ewqas bi zimanê ve,  ewqas bi axa xwe,  ewqas bi gelê xwe ve giredayî bu ku wexta  je re gotibu “Hevîya min ji xwedayê roj û şevan ewe ku li te bê rahme”, wi vegerandibu “Hevîya min ji xwedayê roj û şevan ewe ku li gele me werê rahme[2]

Navê “mirin”ê nexweşe… Tehlbunekê dixe devê mirov…

Ketina bin erdê, hê ku dil tijî bi hêvî, sardikê mirov… sarbuna binê axê dicemîdîne…

Her mirin hinekî zuye. Nemaze ji bo Kurdekî ku welatê wî di bin lingê bi qirêjde hatîye lewitandin…

Lê mirin dur-nezîk li pêşîya her mirovekîye, jê wêdetir her candarî… Çiqas tehl be jî, tuj be jî… çiqas nexweş jî be navê vê!

Lê mirin a li ser axa xwe bi buhurandina  jiyanek bi rumet û li pey xwe hiştina navekî ku piştî her behskirinê “rehma xwedê lê be” pêve bê girêdan, yan jî bi pey xwe hiştina berhemê ku ji bo nifşê nu bibin çira, hêviya her mirovekîye!

Bi dilekî sar çu belkî, çavên wî vekirî…Ji alîyekî ve xort û keç, jin û mêrê Kurdistan ku bedenê xwe dane ber mirinê di zindanan, ji alîye din, top barandina firokeyan li çîyayên Kurdistan…  (Li nav mezel, di wan kêlîkên dawî ku di nav dost û heval û hezkirîyê xwe de bu jî, firokeyên şer ber bi çîyayen Kurdistan ve diçun, vekî ku tinaza bikin…).

Lê ez bawerim ku di dilê xwe de bi bawerîyek rojên xweş û azad û di nav aşîtîyê ku di raman û xeyalên xwe de bi cih kiribun û di helbestên xwe de anîbun ziman…

Pençeşêrek pençeya xwe avet stûyê Şêrgeleyekî… Mixabin vê carê hertişt alîkarê xwedîye pençê bun!

Îro Şêrgeleyek derbasbu ji vê dîne bin av Arjen Arî…

Îro helbestek nîvî ma li Kurdistan…

Helbestek neqediyayî ku nifşê nu bidomînin…

31.10.2012
Amed


[1] Gotin a Behram Arî, kurê Arjen Arî, ya dawî ji bo bavê xwe.
[2] Diyaloga Birêz Osman Baydemir û Arjen Arî, berî çuyîna wîOsman Baydemir.


Bi Gotinê Xwe, Arjen Arî:
Arjen Arî: Arjen Arî di sala 1956'an de, li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstituya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Weke gelek şa'ir û nivîskarén kurd wî jî bi tirkî dest bi helbésté kir. Di sala 1976é de li Nisébîné ji ber belavkirina belavokeké hate girtin. Wé demé polisan dest danîn ser helbestén wî yén bi tirkî û kurdî. Qasî hefteyeké di hepsé de ma. Ew berdan, lé helbestén wî taa niha di mexzena Dadgeha Nisébîné de hepsî ne. Di gel, ku weke cara pêşîn kovara Tîrêjê de helbestên wî weşiyan tét zanîn, ya rast, helbesta wî ya ewil di belavokeke ku li heréma Mérdîn hate belavkirin de weşiya. Ew helbest ji sé malikan/beytan pék dihat.  
Malikek jé ev bû:
Du mirin kirin mahne, rakirin ling Nisébîné/Xewa sibé bela kirin, avétin nav tirs û xwîné

Bi dû 12é Îloné de ew li welét ma, helbestén wî di kovarên li derveyî welét; wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin. Di sala 1992é li navçeya Nisébîné li ber deriyé mala xwe rastî érişeké çekî bû. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyé. Ji wé bûyeré de li Amedê dijî.

Di sala 2004é di nava demazrénerén Komeleya Nivîskarén Kurd de cih girt, hé jî di réveberiyé de Berpirsé Tekiliyén/alaqatan e.

Arjen Arî ji bilî kovara W, Peyv; di rojnameya rojane bi kurdî, Azadiya Welat de her heftî di quncika bi navé ‘Erxewan’ de, di malpera Diyarnameyé de jî her heftî di quncika bi navé ‘Agirdank’ de, û carinan jî bi nivîsén xwe beşderî Malpera Amîdakurd dibe.
Berhem
 Ramûsan min veşartin li geliyekî Helbest,Weşanên Avesta, 2000
 Ev çiya rûspî ne Helbest, Weşanên Avesta, 2002
 Destana Kawa Helbest, Weşanên Elma, 2003
 Eroûtîka Helbest, Weşanên Lîs, 2006
 Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr,Wş.Y.N.Kurd,Duhok,2007
. Şérgele, Helbest,Weşanén Avesta,2008
. Çil Çarîn,Helbest,Wş.Enstîtuya Kurdî ya Amedé(ev behrem li ber çapkiriné ye) (http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1262).   

Helbestek Arjen Arî, Ramusan min veşartin li gelîyekî, Bi stran û muzîk a Mehmet Atlî:



Ramûsan Min Veşartin li Geliyekî

ar girtiye qurm
û li dorê dileyize
çi kiribû
çi bû gunehê dara berû?
bi min re wê jî şer nexwestibû
bi min re zarokan, bi min re kulîlkê
û wê qîza xama...
ku, li dû min stûxwar ma
û bendî...

rondik herikîbin şer herikand
û xwîn pijiqand pelê kulîlkê
ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,
hij ma li milkê, ramûsan li milkê?

xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
û şer dizî ji me xewnên mîrekî
li herêmekê em ji gundekî
dijmin jî bûna malê me pev dima
neyariya me nedigiha qewmekî
kengî bûya lev dihatin
em eydekê, erefatekê...

bi ya helbestê min kir
û min guh da bilûra şivên:
hij min aland li destmalek bi vên
û ramûsan min rakirin geliyekî...

ramûsan min veşartin li geliyekî
ew gelî yan ê Elî, yan jî li Cûdî
bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min
şer betal bibin, çek rawestin
ji çiyan şerker dadikevin
ezê di nav wan de bim
ileh ileh, tu bê pergî min
da te himbêz bikim ji dêvla çiyê...

şer de ye mîna min niha helbest jî
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êşê rêz, ji şînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
wê evîn jê binizile...

Arjen Arî


Ji pirtûka ''ramûsan min veşartin li geliyekî'
Weşanên Avesta, 1999.