16 Aralık 2012 Pazar

Dengê Bav û Bêdengîya Dê


2 ê Cotmehê filmek ket vîzyonê. Ne hat xuya kirin di nav wê tevlîhevîyê, wa êş û qîrîn û bombê gazê de...

Film bi tênêtîyekê destpê dike. Dar bi tenê, çîya bi tenê, dê bi tenê, bav bi tenê û kur bi tenê… Çîroka me jî ji xwe her tênêtîye, çîroka Kurda... Tênêtîya ziman…
Trajedîye film, trajedîya Kurda, Kurdên Elewî, trajedîye zimanê Kurdî…

Lê, ne tenê tenêtî heye di film de, tirs jî heye… lê berxwedan jî heye, hêvî jî heye, di şexsê dayîkê de…
Ji bîrkirin jî heye, ji bîrkirina buyerên ku hatinê serê me… lê, lêgerîn jî heye, şopandina ber bi paşî de heye, bi bîranîna hovîtîyê ku anîne serê Kurda jî…

Di demê ku ne telefon hebun, ne jî kesên ku zanibin xwendin û nivîsandinê, mirovên ku ji hevdu dur bi qeyd kirina dengê xwe di banda de ji hevdu agahî digirtin… Piştî ku min li film temaşe kir, min go qey tenê li herema Mereşê ev tişt hebun… Lê wê rojê ez li rasta yekî din hatim, ku di 80 î de derketîye derveyî welat. Wî jî digot ku wexta ku li derveyî welat bu, ew bi malbata xwe re, bi dê û bav û bira û xwehê xwe re bi banda ‘diaxîvî’… Lê mixabin wî ew band tevde wunda kiribun…

Çîroka ‘Dengê Bavê Min’ jî li ser vê yekê ye… Memed, wexta ku mala xwe bar dike, rastî banda dibê. Dibîne ku di va banda de dengê bavê wî, ê dîya wî, ê birayê wî ku li dur heye… Dixwazê wanê din jî bi dest bixe… Diçê Mereşê cem dîya xwe… Di vê lêgerînêde rastî zaroktîya xwe dibe… Û di wê zaroktîyê de, rastî gelek tiştên dî dibe... Qetlîama Mereşê, zilm û zora li ser Kurda, Kurdên Elewî, û ziman…

Bandek e deng mirov dibe hetani bi ku! Lê mixabin ev band îro tunene, me wunda kirin, û ne tenê band, gelek tiştên dîn… Me çîrokê xwe wunda kirin, me êşên ku anîne serê me ji bîr kirin, û niha jî em dikin ku zimanê xwe wunda bikin, ji bîrbikin…

Ev film ji vî alî ve jî dibê werê temaşe kirin… Ji ber ku ‘Dengê Bavê Min’, ji alîyekî ve me tevde ber bi zaroktîya me dibe, û ji alîyê din ve jî me tevde hîşyar dike… Em divê li paşîya xwe, li zimanê xwe xwedî derkevin…Li çîrokên xwe, li êşên xwe xwedî derkevin…Em wa bi tenê nehêlin… Em nebin ‘Lalejîn’*, nebin ‘Pasarî’**! Em hêvî û berxedana dayîkê xwe bi tenê nehêlin…Ji ber ku 'tu carî  hêvîya dayîkan wunda nabe'!!*** 

16.12.2012
Amed

*Lalejîn (Ji film, ji devê Base); lalejîn, wexta ku dayîk zarokên xwe di derguşê de dihêlin û zarok digirîn, dibên lalejîn; Wexta ku zarok dimirin û pîr li ser wa digirîn, dibên lalejîn; û Ê mîna tek u diçin û dayîkên wan li ser wan digirîn, ji wêna re dibên lalejîn.

** Pasarî; însanê ku newê nav însana, ji însan birevê, ji wa re dibên pasarî; gîyayek heye li ber berf û baranê dibe gîyakî rindik, lê piçekî tehle, jê re dibên pasarî; û însanê ku ji dayîkê xwe revîyayî, ji wan re dibêjin pasarî…

***Berî bi çend roja, rojnama Bas a ku li Herema Kurdistan çap dibe, hevpeyvînek bi yek ji derhênerê film Zeynel Doğan re kir... Ev gotin ji wê hevpeyvîne hatîye girtin... ji bo hevpeyvînê; 
http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=3214