26 Şubat 2016 Cuma

21ê Sibatê: "Roja Aşîtiya Zimanan"!*

Di rojên dijwar de derbas dibe ev erdnîgariya ku em li ser dijîn û di rojên dijwar  de derbas dibin em tev de. Hawîrdorê me di nav agirê dojehê de ye ku 'mirin', 'kuştin' 'qetlîam', 'koçberî', 'penaberî' wek buyerên ji rêzê tên dîtin. Yê ku di van roja de me bigîhîne hev, me bîne cem hev 'ziman' e, rêzgirtina zimanan e û 'aşîtiya zimanan' e.

Li gor mirovnas (antropologan) ziman, ango behremendiya axaftinê hêmaneke bingehîn ya mirovahiyê ye ku wan ji cureyên din yên prîmatan cûda dike (Calvin Wells, İnsan ve Dünyası, 1994:157). Bi riya ziman û axaftinê mirov têkiliyek civakî didênin, hevdû nas dikin, his û ramanên xwe ji hev re dibêjin û bi hev didin famkirin. Ji ber vê yekê jî di avakirin û berdewamiya civakê de ziman tevî çandê cihekî sereke digire.

Bêguman her civakek, her gelek bi zimanê 'xwe', bi zimanê dayika xwe vê berdewamiya civaka xwe pêk tînê. Çanda xwe, çi bi nivîskî û çi bi devkî, bi zimanê xwe diveguhezê nifşên pêşiya xwe. Ji ber vê yekê jî 'zimanê dayikê', 'zimanê zikmakî' meseleyek bi qedr û qiymet e; û ji ber vê yekê jî qedexekirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî, an jî danîna astengên li pêşiya wê, rê li ber 'aşîtiya civakî' digire, ji ber ku di navbera wan de têkiliyek newekhev, têkiliyek serdest-bindest derdixê meydanê.

Di nav civakên ku bingeha xwe li ser têkiliyên wekhev, bingeha xwe li ser pirçandî û pirzimanî ava kirine de aşîtiya civakî û her weha aşîtiya zimanan jî bêhtir bi pêşketî ye. Wek sembol 21ê Sibatê jî vê yekê îfade dike.

Li dinyayê 21ê sibatê wek 'roja navnetewî ya zimanê zikmakî an jî zimanê dayikê  tê pîrozkirin. Dîrok û 'çîrok'a vê rojê bi sernavê vê nivîsê ve jî gelekî têkildar e. Aşîtî û ziman, zimanê aşîtî an jî aşîtiya ziman(an).

Di 21ê Sibatê sala 1952an de xwendekarên Bengalî yên zaningeha Dakka ya Bangladeş (ku wî wextî girêdayî Pakîstan e û wek 'Pakîstana Başûr' tê binavkirin) ji bo mafê xwe yê zimanê zikmakî, ji bo ku zimanê wan yê zikmakî bibe zimanêk ji yê fermî çalakiyekê lidardixin. Polis êrîşê çalakiyê dikin û 4 xwendekaran dikujin. Ev yek piştre dibe bingeha 'roja navnetewî ya zimanê zikmakî'.

21ê Sibatê ji hêla UNESCO ve di 17ê Mijdarê sala 1999an de bi helwesta 'pêşxistina parastina zimanên ku ji hêla hemû gelên cihanê ve tên bikaranîn' wek 'roja navnetewî ya zimanê zikmakî' hatiye qebûlkirin û ji wê rojê ve di çarçoveya pirzimanî û pirçandî de çalakî tên lidarxistin. Di derbarê vê yekê de rêvebirê giştî yê UNESCO Irina Bokova weha dibêje; "zimanên dayika di nêrîneke pirzimanî de bingehîn hêmanên perwerdeyê ne, ku bi serê xwe ji bo bihêzkirina jin û mêran û civakên wan binyad e. Ji bo ku tu kesî li  paş nehêlin, ji bo ku bona hemû kesan dahatuyek bêhtir biheq û biberdewam saz bikin divê em vê hêzê nas û xwedî bikin".[1]

Lewma, ji bo perwerdeyek baş, ji bo jin û mêrên bihêz, ji bo aşîtiyeke civakî berî her tiştî divê perwerdeya zimanê zikmakî were teşwîqkirin. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo geşedana civakî û derûnî ya mirov jî gelekî girîng e û kesayetî û bixwebaweriya mirov jî bi pêş dixe.

Tirkiye û rewşa zimanên zikmakî:
Ev erdnîgariya ku em li ser dijîn û hawirdorê me ji aliyê çand û zimanan ve gelek dewlemend e, lê mixabin desthilatdarên vê erdnîgariyê ji vê diyardeyê bêxeber xuya dikin, an jî ji ber ku vê diyardeyê ji bo desthilatdariya xwe wek xetereyekê dibînin xwe bêxeber dikin û naxwazin vê yekê zêde bînin ziman. Kesên ku vê yekê tînin ziman jî di çavên wan de 'kesên nebaş' tên dîtin. Ev nêrîn rê li ber aşîtiya civakî jî digire.

Desthilatdarên Tirkiye jî bi salan bi heman helwestê xwe kerr û kor kirin, ziman û çandên di nav vê erdnîgariyê de nasnekirin û bi vê yekê hem rê li ber geşedana van çand û zimanan girtin û hem jî rê li ber aşîtiya civakî, an jî aşîtiya di nav civakan de girtin.

Di salên dawî de, piştî windakirina ewqas wext û canan, di vî warî de hinek gav hatin avêtin, hinek pêşketin derketin meydanê. Weşanên pirzimanî di televîzyonên dewletê de dest pê kirin, di zaningeha de beşên zimanên 'zindî' hatin vekirin, dersên bijarte ketin bernameyên dibistanên seretayî de, lê dîsa jî mixabin ligel evqas geşedeanên erênî hîna jî mirov nikare bibêje ku dewletê helwesta xwe ya berê ji binî ve guhertiye. Di serî de ev ziman ne hatine 'naskirin', hîna jî wek zimanên 'zindî' tên binavkirin, di makeqanûnê de ev geşedan nehatine bicihkirin, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî di qanûnan de nehatiye pênasekirin û xuya dike ku di binehişan de jî ew helwesta berê nehatiye guhertin. Girtina 'dibistanên kurdî' yên ji hêla şaredariyan ve hatine vekirin vê yekê dide xuyakirin. Bêguman di vê mijarê de ji bo xwedîlênederketina van geşedanan sekna siyaseta kurdan -nemaze di serê pêşî de- jî dikare were rexnekirin, an jî divê ew xwe rexne bikin ku di vî warî de bikarbin pêşerojê hinekî biguherin.

Her çiqasî ji bo rewşa kurdî were gotin jî, tiştên li jor hatine bilêvkirin ji bo zimanên din yê ku li vê erdnîgariyê tên bikaranîn jî derbasdar in. Heta divê bêhtir bala xwe bide ser zimanên ku îro ber bi windayîbûnê ve diçin da ku bi awayekî ev ziman careke din geş bibin, winda nebin, ji ber ku her windabûn dewlemendiya çandî ya vê erdnîgariyê hinekî din qels dike. Ji ber ku ziman ne pelê darê ye ku piştî biweşe bihare careke din şîn be, ku winda bû careke din 'zindî' nabe.

Ji ber vê yekê jî, ne helwesteke ku wek wextekî wezîrekî ji bo kurdî gotibû 'zimanê rojane ye, ne yê zanistî', lê helwesteke ku hemû ziman 'wekhev'in û eger derfet werê dayîn hemû ziman dikarin di nava daristana gerdûnî de cihê xwe bigirin pêwîst e.

Di serî de bi vê helwestê û ligel geşedanên ku heta îro derketine meydanê, divê berî her tiştî hebûna zimanan were naskirin, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî were qebûlkirin û bingeheka van ya hiqûqî were danîn. Bi vê yekê re beşên ku hatine vekirin divê werin zêdekirin, kesên ji van beşan mezûn bûne li dibistana werin bicihkirin, enstîtuyên ku hene divê werin zêdekirin, derfetên lîsansa bilind (master û doktora) werin zêdekirin. Ya herî girîng jî wek navlêkirina 'enstîtuyên zimanên zindî' divê ev tişt ne bi şiklekî 'şermokî' werin kirin. Dîsa  ev tişt ne bi pîvanên siyasî lê bi pîvanên akademîk divê werin kirin. Heta niha nepejirandina bernameya doktorayê ya Zanîngeha Mardin Artuklu ya ji bo 'çand û zimanê Kurdî' di vî warî de mînakeke balkêş e.

Herî pêştir divê ew zihniyeta berê were guhertin. Di serî de kesên 'payebilind' û desthilatdar divê di serê xwe de girîngiya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo hemû kes û zimanan qebûl bikin û dûv re jî ji bo civak bigihije vê tegihiştinê gavan bavejin. Ev yek dê bibe bingeha aşîtiya civakî, aşîtiya di nava civakan de û aşîtiya zimanan jî.

Encam:
Mirov roja ku tê dinyayê 'zimanê dayika' xwe nas dike û bi vî zimanî têdigihije, fam dike, dinyayê nas dike. Ji ber vê yekê jî his û ramanên xwe ji hemû zimanan bêhtir bi zimanê dayika xwe dikare îfade bike. Gotin ya Nelson Mandela ye;
"Eger hûn bi mirovekî re bi zimanekî  biaxivin, dê fam bike, dê bikeve serê wî. Eger hûn bi wî re bi zimanê wî biaxivin, dê bikeve dilê wî".[2]
Civaka ku kesên di nav de bi rehetî bikaribin xwe bi 'dil'ê xwe îfade bikin civakeke pêşketî ye, civakeke di nav aşîtiyê de ye. Ji ber vê yekê jî divê hemû ziman bikaribin xwe bi 'dil'ê xwe îfade bikin da ku di nav aşîtiyek civakî de bi hev re bijîn. Ji ber ku aşîtiya civakan û aşîtiya civakî dê li ser aşîtiya zimanan bilind bibe.


*Wergera vê nivîsê di 21.02.2016an de li vir hatiye weşandin:
http://bianet.org/bianet/insan-haklari/172320-21-subat-dillerin-baris-gunu 


[1] http://www.unesco.org/new/en/unesco/events/prizes-and-celebrations/celebrations/international-days/international-mother-language-day-2016/

[2] https://www.daysoftheyear.com/days/international-mother-language-day/