11 Mart 2021 Perşembe

Dengek ji Kurmanciya Mereşê ji Diyasporayê: Şêxo/Şêraz*

Muzîka kurdî ya modern li diyasporayê reng û dengê xwe xurttir veda. Ev yek ji bo salên piştî 1980yî -heta destpêka salên 1990î- bêhtir derbasdar e. Rewşa politîk a li welêt, qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî, înkar û pê re jî derfetên teknolojîk berê gelek muzîkjenên kurd da derveyî welêt; Ewropa û di serî de jî Almanyayê. Hunermendên navdar derketin ku bandor li ser muzîka kurdî ya demê û ya îro û herwiha li muzîkjenên nifşên nû kirine. Şivan Perwer, Ciwan Haco, Dilgeş, Nizamettîn Arîç, Nasir Rezazî, Koma Berxwedan çend nav in ku bi îhtîmalekeke mezin ji hêla gelek kurdan ve tên naskirin. Geleke din jî hene ku zêde di nav civat û bazara muzîka kurdî de  dengê wan zêde derneketiye/nehatine naskirin  li gel ku cihekî wan î girîng heye di vê qadê de. Temo Bedirxan, Brîndar ew kes in ku di serî de navên wan tên bîra min. Yekî din jî Hozan Şêxo (Ali Rıza Kartal) ku bi albûma xwe ya dawî, Şêraz, dibê mijara vê nivîsê.

Bawerim zêde kes pê nizanin, wî nas nakin, lê gelek kesên ji kurdên Tirkiyeyê strana bi navê Rehşanê Rehşan a Koma Agirê Jiyan dê bizanibin/ an jî guhdar kirine. An jî strana Nizanim ku Koma Dengê Azadî jî gotiye; HDPê jî di hilbijartinên sala 2018an de muzîka vê stranê ji bo strana hilbijartinê (Em Dikarin) bi kar aniye (https://www.youtube.com/watch?v=9Bf3I3eItC0). Muzîkên van her sê stranan jî yên Şêxo ne, lêbelê ev her sê jî bêyî destûr hatine bikaranîn û  navê hunermend jî nehatiye nivîsîn.[1] Rehşanê Rehşan li ser awaza Hawar Hawar hatiye gotin; Nizanim helbesta Cegerxwîn e, awaz a Şêxo ye.[2]

Jînenîgariya muzîkjenên diyasporayê bi serê xwe dikare agahiyên berfireh derbarê serboriya wan a şexsî û hunerî û herwiha bi awayekî kronolojiya muzîka kurdî ya diyasporayê jî wek wêne li ber mirov raxîne. Di kîjan rewşê de derketine derve;  astengiyên ku derketine pêşiya wan an jî îmkanên ku bi dest xistine çi ne;  di kîjan rêyên muzîkê re derbas bûne,  guherîneke çawa di rengê muzîka wan de çêbûye? Ev hemû mijarên xebatên berfireh in ku heta niha kêm kes li ser wan xebitîne.

Şêxo- Ali Rıza Kartal- Şêraz

Nav, navlêkirin, guhertina navan di hafizeya civakî ya kurdan de cihekî sereke digire. Ne tenê navê gund û bajar û çol û çiyan hatiye guhertin, kes jî bixwe mecbûr mane navên xwe biguherînin/ an jî nikarîbûne navên li gorî dilê xwe li zarokên xwe bikin. Çîroka navê Şêxo – çiqasî cudatiyek hebe jî- hinekî bi vê yekê ve girêdayî ye.

Şêxo-Ali Rıza Kartal ji gundekî girêdayî Semsûrê (Adıyaman) ye, bi gotina wan “kurdên berferatê”, ji malbateke kurdên elewî tê, lê bêhtir hem ji alî ziman û hem jî ji alî çandî ve ew nêzîkî Mereşê (Gimgim) ne. Navê wî li gund di nav malbatê de Şêxo ye, lê ji ber ku ew dixwaze bibe pîlot û di azmûna leşkeriyê de bi ser bikeve navê xwe diguherîne dike Ali Rıza lê li gel ku azmûnê derbas dike jî  nayê qebûlkirin!

Li gorî gotina wî di pîçûkatiya xwe de dest bi gotina stranan û lêxistina tembûrê dike. Heta nasnavê wî Aşık Dertlî ye di nav pêla “aşık”ên demê de. Bi tirkî dibêje, dengê xwe li gund tomar jî dike wek Aşık Dertli lêbelê belav nake.

Ali Rıza, di dawiya salên 1970yî de, dema ku çûyîna Almanyayê gelekî berbelav e, berê xwe dide Almanyayê. Lê ne ji ber sedemên polîtîk an jî kurdbûnê! Ev her du jî li Almanyayê jê re dibin mijarên sereke gava –li gorî gotina wî-  Seydayê Cegerxwîn nas dike. Êdî kurdbûn, kurdî û muzîka bi zimanê kurdî dibin mijarên herî sereke di jiyana wî de. Ew  êdî careke din dibê Hozan Şêxo di şev û şahiyên kurdên diyasporayê de. Di vê pêvajoyê de bandor û alîkariya Şivan û Gulistan jî gelekî lê dibe. Di vê rêwîtiya 40 salî de 11 albûman derdixe.

Hawar Hawar bi van hestan derdikeve di 1979an de. Piştre Bîranîna ji bo Cigerxwîn-1984. Prangalar-1995 û 1996an jî bi almanî albûmên helbestan derdixe ku tê de helbestên kurdî-tirkî,  almanî li gel muzîka xwe dixwîne. Heta wê demê enstrumana sereke tembûr e, bi deng û rengê xwe.

Heta wê demê renge protest di muzîka wî de, di stranên wî de bêhtir li pêş e, lê di wan albûman de ku piştî 2000an derdixe êdî rengê herêmî bêhtir berbiçav e; motîfên mistîk, felsefî û baweriya elewitiyê di wan de cih digirin. Vê,  wek rêwitiyekê bi nav dike û di vê rêwîtiyê de Dengê Ax, Av, Agir û Hewayê ango çar insûrên bingehîn ên jiyanê dibin navê albûmên wî. Ev rêwitiyeke lêgerina wateya jiyanê ye ku di heman demê de di navbera gerdûnîbûn û herêmîtiyê de diçe û tê. Wekî rengê muzîkê, di vê rêwitiyê de êdî rengê “bağlama”yê ji yê “tembûr”ê li pêştir e. Di vê rêwîtiyê de tiştekî din î balkêş jî ew e ku ji bilî stranên herêmî, devoka “xwe” ya Mereşê jî  ji nû ve  keşf dike ku li gorî wî zêde girîngî pê nehatiye dayîn. Di vê mijarê de ewqasî hesas e ku ji bo nivîsandina devokê pêwîstî bi tîpeke din dîtiye û di metnên stranan de jî bi kar aniye. Ev,  di albûma dawî de jî dewam dike ku bi navê Şêraz di dawiya 2020an de di nav tevliheviya pandemiya Koronayê de li ser platformên dijîtal hatiye belavkirin, ji hêla Deutsch-Kurdisches Kulturinstitut.

Şêraz: Rêwîtî û lihevhatina 40 salan

Navê albûmê, Şêraz, keça wî lê dike ku ji kurtkirin û bi hevdugirêdana her du navên wî, Şêxo û Ali Rıza peyda kiriye.  Wisa xuya dike ku Şêraz ne tenê navê albûmê ye, lêbelê di heman demê de -ji vê albûmê û pê de- dikare wek navê hunermend bixwe jî bê nirxandin. Loma di vê çarçoveyê de Şêraz ne tenê du navan, lêbelê du tradîsyonan jî di nav xwe de dihewîne û herwiha dikare wek lihevhatina 40 salan ya her du navan/her du tradîsyonan jî bê şirovekirin. Ji aliyekî ve stranên kevin cih digirin di albûmê de; li aliyê din motîfên herêmî û bikaranîna devoka herêmî ya Mereşê û bi vê devokê Alan Kurdî. Stran bi motîfên muzîkê û devokê herêmî ye; bi naverokê jî gazin e; protest e. Dîsa strana Şîna Mereşê (Şînó Maróşe) ku bibîranîna buyerên Mereşê yên sala 1978an e. Ji bilî 3 stranan hemû yên din bi devoka derdora Mereşê ne.

Ji bo Şêxo devok gelekî girîng e. Li gorî wî ev devok zêde nayê zanîn, loma dixwaze êdî kesên din jî pê bihisin. Ewqasî girîng e ku wekî di metnên stranan de jî tê dîtin, ji  bo gotinên herêmî tîpek jî li alfabeya kurdî zêde kiriye. Wek xebatkarekî qada kurdolojiyê bo min lêzedekirina tîpan ne pêwîst e lê ji aliyên din ve jî wek lêkolînerekî “ji derve” ez vê hewldanê jî fam dikim ku ji bo min dikeve nav çarçoveya girêdana bi “welêt”, çarçoveya nostaljî û xwedîlêderketinê.

Albûm, wek hat gotin, dawiya sala 2020an li ser platformên dijîtal hat belavkirin. Wek albûmeke studyoyê (mebesta min ji vê ew e ku kesên ku ji bo albûmê lêdixin hev “nas nakin”) ye û wek her albûmên bi vî rengî heman pirsgirêk -li gorî min- xuya dike. Gelo muzîka ku derketiye meydanê çiqasî ew muzîk e ku hunermend bixwe xeyal kiriye an jî çiqasî  hestên hunermend  derdibirîne? Bersiva vê yekê ji li cem min nerênî ye. Carcaran tiştê di dilê hunermend de derbas dibe û yê derdikeve meydanê ji hev cuda ne. Wekî mînak, ji bo Hawarê Şêxo dibêje, “Hawar, min xwest ew rengê berê be, lê ne tam li gorî dilê min çêbû”. Bêguman ev bixwe mijareke berfireh e û pêdivî bi niqaşeke berfireh  jî heye. Kêmasiyeke din jî  ew e ku di albûmê de gelek enstruman hene  lêbelê em nizanin kî lêdixe; li ser platforma ku albûm belav bûye ne diyar e bê kê blûr, tembûr, bağlama bi kar aniye. Divê navên wan kesan di bin her stranê de bihatana nivîsîn.

Di albûmê de 15 stran hene, 3 ji wan di albûmên kevin de jî cih digirin ku helbestên Cegerxwîn in. Şêxo dibêje;

 “Bûn 40 sal ku ez vî karî dikim. Min got belkî ev albûma min a dawî be û min xwest careke din seydayê xwe bi bîr bînim. Min cara pêşî bi wî, bi helbestên wî dest pê kir, min xwest ez di vê albûmê de jî careke din cih bidime wî.”

Ên mayî hemû stranên nû ne ku ew rengê muzîka herêmî ya derdora Mereşê, ew rengê muzîka baweriya elewîtiyê li pêş e ku me kurdan ji bîr kiriye bi kurdî guhdar bikin.

Wek di serî de jî amaje pê hat kirin, jînenîgariya muzîkjenên kurd ên diyasporayê ji bo famkirina pêvajoya civakî û hunerî gelek agahiyan dide mirov. Ya Şêxo jî di vê çarçoveyê de ye; ji Hozan Şêxo yê ku dike hawar; ber bi Ali Rıza yê ku bêhtir motîfên “herêmî” û “mîstîk” û felsefî bi kar tîne û ji wir hemahengkirina her du navan an jî girêdana “herêm” û “welat” bi hevdû re bi rêya navekî nû: Şêraz. Rêwîtiya 40 salî. Albûma wî ya nû dikare bi vî awayî bê şirovekirin/guhdarîkirin.

Ji bo albûmê: https://www.youtube.com/playlist?list=PLqxgBcuZGUkIE7uIujjtudgcztrJKZQmp

 

Doç. Dr. Necat Keskin

Lêkolînerê Mêvan-

Center for World Music/ Universität Hildesheim/Almanya

 

* Ev nivîs di malpera Gazete Duvar de bi navê "Şêxo û Albûma wî Şêraz" hatiye weşandin. Bnr. https://www.gazeteduvar.com.tr/sexo-u-albuma-wi-seraz-haber-1515190

 



[1] Ji hevdîtina li gel Şêxo li bajarê Burcheid/Almanya.

[2] Ji bo berawerdkirinê bnr. lînkên stranan: Hawar Hawar- Şêxo: https://www.youtube.com/watch?v=reb53zGS2wQ

Rehşanê Rehşan- Agirê Jiyan: https://www.youtube.com/watch?v=DXp8Y9gAaUw

Nizanim- Şêxo: https://www.youtube.com/watch?v=wF2fnuYcMHo

Nizanim- Koma Dengê Azadî: https://www.youtube.com/watch?v=b2zfg-UlNgw