Rojhilata Navîn di nav guhertinekê de
ye. Ev guhertin di her warî de tê dîtin wek civakî, aborî û politîk. Ji xwe
mirov vana nikare ji hevudu cuda jî bike, nemaze li ser axa Rojhilata Navîn.
Her tişt bi hevudu re girêdayîye. Wek mînak şer tu carî ji aborî û
berjewendiyên aborî nikare bê cuda kirin. Herweha guhertinên di civakê de jî
bêyî şer, bêyî berjewendiyên aborî û polîtik nikare bê fam kirin li ser vê axê.
Rojhilata Navîn di nav guhertinêkê
berfireh de ye. Ev guhertin ne karê rojekê ye bêguman. Ji şerê navbera Iraq û
Îranê bigire hetanî şerê di navbera Filistin û İsrail. Ji ‘bihara’ Ereba ku li
Tunusê destpêkir bigire hetanî şerê navxweyî ku li Surî ew sê salin dewam
dike. Lê ev hemu ‘pirsgirêk’ û hewldan û şer û guhertin ne bi va buyerên ‘dawî’
ve girêdayî ye. Ev bi politikayên hêzên desthilatdar ên ‘rojava’ ve ku ev sed
sale tê meşandin ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê ew guhertinên ku Rojhilata
Nnavîn dijiyê mirov dive ji va ‘desthilatdar’a cudatir ne fikire. Îro ev ‘hêz’
dîsa wek doh dixwazin li gor xwe heremê dîzayn bikin.
Lê, îro tiştekî girîng ku rengekî
cuda dide va guhertinan heye. Ew jî şer, berxwedan û li mafêxwegerîna Kurda ye
ku ev zêdeyî sed salî li ser xebat û têkoşîn tê meşandin. Ev xebat û têkoşîn
îro gehiştiye astekê ku ne dewletê ku kurd di nav wan de dijîn û ne dewletê
‘desthilatdar’ ku dixwazin rojhilat dîzayn bikin paştguh bikin. Îro kurd bi
xebatên xweyî sed salî di nav agirê Rojhilata Navîn de bune mîna serabêk ne
tenê ji xwe re lê belê ji hemu gelê dora xwe re jî. Lê berî her tiştî xebat û
tevgera sed salî îro bi guhertinên li heremê rêyekê ji bo kurda divekê. Ev jî
bêguman ne di rojekê de pêk hat.
Damezrandina hikûmeta federal li
Kurdistana Iraqê bu bingehek û qezencek mezin ji bo kurdan tev de. Paşê şer,
xebat û tekoşîna kurdên bakur hem ji bo ‘netewebun’ û hem jî ji bo
çareserkîrina pirsgirêka kurd li heremê tev de ji bo kurdan bu gaveke mezin a
din. Van gava bi xwe re têkoşîna kurdan jî xurttir kir. Lê di va hemu
pevajoya da pirsgirêkek hebu ku kurd çi dikirin nikarîbun çareser bikin. Ev jî
yekîtî û diyaloga kurdan bixwe bi xwe re bu. Ji bo welatek ku ev sed sal hatiye
parçe kirin û gelê tê de ji hevudu hatiye veqetandin ev tişt gelekî normal jî
dixuya.
‘Bihara ereban’ û şerê Surî yê
navxweyî ev ‘normalbûn’ ji bo kurdan ji holê rakir. Kurdên Surî ku di nav
şerê navxweyî de cîh negirtin ne tenê ji ‘xwe’ re lê ji kurdan tev de re
‘tişt’ekî gelekî girîng bi dest xistin; Bingeha yekîtîya kurdan! Hê jî em
nikarin bibêjin ‘yekîtîya kurdan’, lê bi kêfxweşî em dikarin bibêjin ku bi berxwedana
rojava, kurd îro bingeha yekîtiya xwe didamezrênin. Lê, divê pevajoya li
Tirkiyê an jî Bakurê Burdistan a ku bi destê birêz Abdullah Ocalan di navbera
PKK û Tirkiyê de destpêkirîye û hê jî didome û rola Herêma Kurdistan û serokê
wê birêz Mesûd Barzanî newê ji bîrkirin.
Di nav van hewldanan de 22-ê Tirmehê
tiştekî dirokî çêbu. Ji çar parçên Kurdistanê 39 sazî, partî, komele û sazîyên
sivil ji bo amadekirina kongreya netewî li Selahedin bi mazuvaniya Serokê
Herema Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî li hev civîyan. Ev roj, roja 22-ê Tirmehê
di dîroka kurdan de wê cîyekî geleki girîng bigire. Civîna partî, sazî, û
komeleyên ku heta iîro nedihatin ba hev, ji dur ve minaqeşe dikirin, ji bo
yekîtiya kurdan wênekî dîrokî bi dinyayê re parvekirin. Ev civîn, ji bilî
encamê ku di dawiya civînê de hatin daxuyandin bi serê xwe tiştekî pîroz û
dîrokî ye.
Di vê civîna amadekariyê de hat
nişankirin ku îro her çiqas kurd li ser welatekî parçe buyî dijîn û ji hevudu
hatibin durxistin jî, bi komele û sazîyên xwe û sazîbuna xwe, ew dikarin werin
ba hev, bi hevudu re diyaloge bikarbînin û di vê pêvajoya ku Rojhilta Navîn tê
de derbas dibe dikarin wek yek ‘netewe’ seknekê bidin xuyakirin û politîkaya
‘netewî’ bikar bînin. Wexta ku mirov li reaksyonên kesên ku ne dostê kurdan e dinêre,
girîngiya vê civînê baştir dibîne.
Dîsa bi vê civînê hat xuyakirin ku,
her çiqas tirk û ereb û fars, kurd û serokên wan qebul nekin, û wan wek
‘terorîst’, wek ‘serokê eşîran’ bibînin jî, kurd xwedî serok û serokatiya xwe
ne. Mam Celal Talabanî, Kak Mesud Barzanî û Birêz Abdullah Ocalan li çar parçên
Kurdistanê sê serokên kurdane û çiqasî bi seknên xweyî politîk û ideoljîk ji
hevudu dur bin jî ji bo yekîtiya kurdan dikarin werin ba hev. Ya ku rastiya
rojê û dinyayê wek wezîfe dide ber wa jî ji xwe ew e, ya ku dilê ne-dostan
nerehet dike jî ew e.
Gerek di destpêkê de peyamên Birêz
Mesud Barzanî û Birêz Abdullah Ocalan û gerek jî guftugoyên ku di civînê de
hatine kirin (agahiyên ji medyayê) dide xuyakirin ku kurd îro di rêyek rast
dene.
Biryara ku ‘kongreya netewî’ di
hundirê mehekê de bê li dar xistin yek ji encamên pir girîng ê civînê ye. Yan
duduyan jî ew e ku divê her partî, û sazî, û komele ne li ser berjewendiyên
xweyî sîyasî lê li ser maf û berjewendiyên kurd û kurdistanî bisekinin û
berjwendiyên xwe dernexin pêşiya berjewendiyên gelê kurd û Kurdistanê.
Wek ku di serî de hat gotin, îro
Rojhilata Navîn di pêvajoyek germ û gelekî nerm re derbas dibe. Eger kurd
yekîtiya xwe karibin bi kar bînin wê ji vê pêvajoyê bi serkeftî derkevin û wê
‘çarenus’a gelê kurd ku ev zêdeyî sed salî ye têdeye bikaribin biguherin. Gerek
ev civîn, gerek biryara kongreya netewî ku di hundirê mehekê de bê li dar
xistin û gerek jî avakirina komîteya amadekar ji bo kongreya netewî nîşan dide
ku kurd vê carê di rêyek rast dene. Hevîya me kurdan tev de ew e ku vê hewldanê
bi ‘yekîtî’yek netewî taç bikin. Dest xweş ji hemu kesên ku di nav vê hewldanê
de cîh digirin û wê bigirin.
Diyarbekir
25.07.2013