Newroza îsal ji salên borî cudatir bû!
Ev cudabûn hem di hejmare beşdarbuna gel, hem jî di wateya wê de mirov dikare
bibîne. Ya pêşî, îsal newroz di demeke ‘agirbes’ê de çêbû. Vê yekê coş û
beşdarbuna gel zêdettir kir. Ya din, newroza îsal berî hilbijartinên heremî bi
hefteyekê bû -ku ev hilbijartin dîsa di dema agirbesê dê bên li darxistin û ji
bo kurdan gelekî girîngin- û her pîrozbahî bi rengekî ‘mitîng’ê derbas bûn!. Bi
van mitîngan disa Kurdan ‘hêz’a xwe nîşanî her kesî kirin... bi rengê xwe û bi
dengê xwe!
Bi milyonan gel hem ji bo cejna xweyî
netewî hem jî ji bo guhdarkirina peyama Ocalan qada newrozê ya Amedê tişe
kiribu, bi rengê xweyî kesk û sor û zer... ji ber vêkê ye, dema ku navê
Abdullah Ocalan hat xwendin, wexta ku anons hat
kirin ku peyama Ocalan dê bê xwendin, bi milyonan gel xwe lal kir ji bo
ku behtir bikaribe peyama serokê xwe his bike... û careke din derket holê ku
navê Ocalan bi serê xwe ji bo gelê kurd tê wateyek gelekî mezin... Newroza
Amedê ev yek carekedin nîşanî dinyayê kir...
Hinek
nêrînen din!...
Îsal dîsa gelek mevan hebun, hem ji çar
aliyên Kurdistanê û hem jî cihanê tevde, gelek rojnamevanan jî ji bo dîmenê
dîrokî hatibun Amedê û nêrînên xwe, dîmenên xwe bi gelê xwe re, bi cihanê tevde
re parve kirin...
Mijareke din ji bo nirxandinê heye ya
rastî, ew jî ‘mesela ekolojî’yê ye... wek ku tê zanîn, di siyaseta îro de gelek
tişt tên gotin li ser ekolojiyê, lê mixabin di pratikê de careke din kurd li
paş dimînin û piştî her tiştî jî li paş xwe nanêrin!...Divê dîmenên piştî
newrozê ji hêla hemu berendamê şaredariyan û komeleyên ‘ekoloji’yê ve bi
baldarî careke din werin dîtin da bizanibin ku ekoloji ne tenê çêkirina parkan,
û çandina daran e.. Jê re bingeheke ‘çandî’ pêwîst e... ew jî bi ‘çandin’a
zihnîyeteke nû, bi ‘ava kirina’ çandeke ‘nû’ ve girêdayi ye...
Newrozeke din derbas bû, li her aliyên
bakurê Kurdistanê, bi coş û şahî û dîlanan.. bi dengê xwe bi rengê xwe kurdan
dîsa deng dan cîhanê, gotin em li vir in...
Amed? Amed dîsa bu fînala pîrozbahiyên
newroze, bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi peyamê xwe...
Newroz, tu bi xer hatî û tu her pîroz î,
tu her pîroz be!...
Amed,
Çend dîmen din ji Newroza Amedê....
Bukên Newrozê!.. |
Uğur, Ceylan û Berkin.. niha li cem hev in...! û di dil û bîra Kurdan de... |
Kebabfiroşekî 'qozîkek' ji xwe re girti bu!! |
govend û dîlan... |
Derdor piştî pîrozzbahiya...! |
Agirê newrozê piştî ku pîrozbahî qediyan jî hîna xurt bû!.. |