Di rojên dijwar de derbas dibe ev erdnîgariya
ku em li ser dijîn û di rojên dijwar de
derbas dibin em tev de. Hawîrdorê me di nav agirê dojehê de ye ku 'mirin',
'kuştin' 'qetlîam', 'koçberî', 'penaberî' wek buyerên ji rêzê tên dîtin. Yê ku
di van roja de me bigîhîne hev, me bîne cem hev 'ziman' e, rêzgirtina zimanan e
û 'aşîtiya zimanan' e.
Li gor mirovnas (antropologan) ziman,
ango behremendiya axaftinê hêmaneke bingehîn ya mirovahiyê ye ku wan ji cureyên
din yên prîmatan cûda dike (Calvin Wells, İnsan ve Dünyası, 1994:157). Bi riya
ziman û axaftinê mirov têkiliyek civakî didênin, hevdû nas dikin, his û ramanên
xwe ji hev re dibêjin û bi hev didin famkirin. Ji ber vê yekê jî di avakirin û
berdewamiya civakê de ziman tevî çandê cihekî sereke digire.
Bêguman her civakek, her gelek bi zimanê
'xwe', bi zimanê dayika xwe vê berdewamiya civaka xwe pêk tînê. Çanda xwe, çi
bi nivîskî û çi bi devkî, bi zimanê xwe diveguhezê nifşên pêşiya xwe. Ji ber vê
yekê jî 'zimanê dayikê', 'zimanê zikmakî' meseleyek bi qedr û qiymet e; û ji
ber vê yekê jî qedexekirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî, an jî danîna
astengên li pêşiya wê, rê li ber 'aşîtiya civakî' digire, ji ber ku di navbera
wan de têkiliyek newekhev, têkiliyek serdest-bindest derdixê meydanê.
Di nav civakên ku bingeha xwe li ser
têkiliyên wekhev, bingeha xwe li ser pirçandî û pirzimanî ava kirine de aşîtiya
civakî û her weha aşîtiya zimanan jî bêhtir bi pêşketî ye. Wek sembol 21ê
Sibatê jî vê yekê îfade dike.
Li dinyayê 21ê sibatê wek 'roja navnetewî
ya zimanê zikmakî an jî zimanê dayikê tê
pîrozkirin. Dîrok û 'çîrok'a vê rojê bi sernavê vê nivîsê ve jî gelekî têkildar
e. Aşîtî û ziman, zimanê aşîtî an jî aşîtiya ziman(an).
Di 21ê Sibatê sala 1952an de xwendekarên
Bengalî yên zaningeha Dakka ya Bangladeş (ku wî wextî girêdayî Pakîstan e û wek
'Pakîstana Başûr' tê binavkirin) ji bo mafê xwe yê zimanê zikmakî, ji bo ku
zimanê wan yê zikmakî bibe zimanêk ji yê fermî çalakiyekê lidardixin. Polis
êrîşê çalakiyê dikin û 4 xwendekaran dikujin. Ev yek piştre dibe bingeha 'roja
navnetewî ya zimanê zikmakî'.
21ê Sibatê ji hêla UNESCO ve di 17ê
Mijdarê sala 1999an de bi helwesta 'pêşxistina
parastina zimanên ku ji hêla hemû gelên cihanê ve tên bikaranîn' wek 'roja
navnetewî ya zimanê zikmakî' hatiye qebûlkirin û ji wê rojê ve di çarçoveya
pirzimanî û pirçandî de çalakî tên lidarxistin. Di derbarê vê yekê de rêvebirê
giştî yê UNESCO Irina Bokova weha dibêje; "zimanên dayika di nêrîneke pirzimanî de bingehîn hêmanên perwerdeyê ne,
ku bi serê xwe ji bo bihêzkirina jin û mêran û civakên wan binyad e. Ji bo ku
tu kesî li paş nehêlin, ji bo ku bona
hemû kesan dahatuyek bêhtir biheq û biberdewam saz bikin divê em vê hêzê nas û
xwedî bikin".[1]
Lewma, ji bo perwerdeyek baş, ji bo jin û
mêrên bihêz, ji bo aşîtiyeke civakî berî her tiştî divê perwerdeya zimanê
zikmakî were teşwîqkirin. Ji ber ku perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo geşedana
civakî û derûnî ya mirov jî gelekî girîng e û kesayetî û bixwebaweriya mirov jî
bi pêş dixe.
Tirkiye
û rewşa zimanên zikmakî:
Ev erdnîgariya ku em li ser dijîn û
hawirdorê me ji aliyê çand û zimanan ve gelek dewlemend e, lê mixabin
desthilatdarên vê erdnîgariyê ji vê diyardeyê bêxeber xuya dikin, an jî ji ber
ku vê diyardeyê ji bo desthilatdariya xwe wek xetereyekê dibînin xwe bêxeber
dikin û naxwazin vê yekê zêde bînin ziman. Kesên ku vê yekê tînin ziman jî di
çavên wan de 'kesên nebaş' tên dîtin. Ev nêrîn rê li ber aşîtiya civakî jî
digire.
Desthilatdarên Tirkiye jî bi salan bi
heman helwestê xwe kerr û kor kirin, ziman û çandên di nav vê erdnîgariyê de
nasnekirin û bi vê yekê hem rê li ber geşedana van çand û zimanan girtin û hem
jî rê li ber aşîtiya civakî, an jî aşîtiya di nav civakan de girtin.
Di salên dawî de, piştî windakirina ewqas
wext û canan, di vî warî de hinek gav hatin avêtin, hinek pêşketin derketin
meydanê. Weşanên pirzimanî di televîzyonên dewletê de dest pê kirin, di
zaningeha de beşên zimanên 'zindî' hatin vekirin, dersên bijarte ketin
bernameyên dibistanên seretayî de, lê dîsa jî mixabin ligel evqas geşedeanên
erênî hîna jî mirov nikare bibêje ku dewletê helwesta xwe ya berê ji binî ve
guhertiye. Di serî de ev ziman ne hatine 'naskirin', hîna jî wek zimanên
'zindî' tên binavkirin, di makeqanûnê de ev geşedan nehatine bicihkirin, mafê perwerdeya
bi zimanê zikmakî di qanûnan de nehatiye pênasekirin û xuya dike ku di
binehişan de jî ew helwesta berê nehatiye guhertin. Girtina 'dibistanên kurdî'
yên ji hêla şaredariyan ve hatine vekirin vê yekê dide xuyakirin. Bêguman di vê
mijarê de ji bo xwedîlênederketina van geşedanan sekna siyaseta kurdan -nemaze
di serê pêşî de- jî dikare were rexnekirin, an jî divê ew xwe rexne bikin ku di
vî warî de bikarbin pêşerojê hinekî biguherin.
Her çiqasî ji bo rewşa kurdî were gotin
jî, tiştên li jor hatine bilêvkirin ji bo zimanên din yê ku li vê erdnîgariyê
tên bikaranîn jî derbasdar in. Heta divê bêhtir bala xwe bide ser zimanên ku
îro ber bi windayîbûnê ve diçin da ku bi awayekî ev ziman careke din geş bibin,
winda nebin, ji ber ku her windabûn dewlemendiya çandî ya vê erdnîgariyê hinekî
din qels dike. Ji ber ku ziman ne pelê darê ye ku piştî biweşe bihare careke
din şîn be, ku winda bû careke din 'zindî' nabe.
Ji ber vê yekê jî, ne helwesteke ku wek
wextekî wezîrekî ji bo kurdî gotibû 'zimanê
rojane ye, ne yê zanistî', lê helwesteke ku hemû ziman 'wekhev'in û eger
derfet werê dayîn hemû ziman dikarin di nava daristana gerdûnî de cihê xwe
bigirin pêwîst e.
Di serî de bi vê helwestê û ligel
geşedanên ku heta îro derketine meydanê, divê berî her tiştî hebûna zimanan
were naskirin, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî were qebûlkirin û bingeheka
van ya hiqûqî were danîn. Bi vê yekê re beşên ku hatine vekirin divê werin
zêdekirin, kesên ji van beşan mezûn bûne li dibistana werin bicihkirin,
enstîtuyên ku hene divê werin zêdekirin, derfetên lîsansa bilind (master û
doktora) werin zêdekirin. Ya herî girîng jî wek navlêkirina 'enstîtuyên zimanên
zindî' divê ev tişt ne bi şiklekî 'şermokî' werin kirin. Dîsa ev tişt ne bi pîvanên siyasî lê bi pîvanên
akademîk divê werin kirin. Heta niha nepejirandina bernameya doktorayê ya Zanîngeha
Mardin Artuklu ya ji bo 'çand û zimanê Kurdî' di vî warî de mînakeke balkêş e.
Herî pêştir divê ew zihniyeta berê were
guhertin. Di serî de kesên 'payebilind' û desthilatdar divê di serê xwe de
girîngiya mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo hemû kes û zimanan qebûl
bikin û dûv re jî ji bo civak bigihije vê tegihiştinê gavan bavejin. Ev yek dê
bibe bingeha aşîtiya civakî, aşîtiya di nava civakan de û aşîtiya zimanan jî.
Encam:
Mirov roja ku tê dinyayê 'zimanê dayika'
xwe nas dike û bi vî zimanî têdigihije, fam dike, dinyayê nas dike. Ji ber vê
yekê jî his û ramanên xwe ji hemû zimanan bêhtir bi zimanê dayika xwe dikare
îfade bike. Gotin ya Nelson Mandela ye;
"Eger
hûn bi mirovekî re bi zimanekî biaxivin,
dê fam bike, dê bikeve serê wî. Eger hûn bi wî re bi zimanê wî biaxivin, dê
bikeve dilê wî".[2]
Civaka ku kesên di nav de bi rehetî
bikaribin xwe bi 'dil'ê xwe îfade bikin civakeke pêşketî ye, civakeke di nav
aşîtiyê de ye. Ji ber vê yekê jî divê hemû ziman bikaribin xwe bi 'dil'ê xwe
îfade bikin da ku di nav aşîtiyek civakî de bi hev re bijîn. Ji ber ku aşîtiya
civakan û aşîtiya civakî dê li ser aşîtiya zimanan bilind bibe.
*Wergera vê nivîsê di 21.02.2016an de li vir hatiye weşandin:
http://bianet.org/bianet/insan-haklari/172320-21-subat-dillerin-baris-gunu