5-6-7-ê îlonê li Enqere, paytextê Tirkiyê, li zaningeha
Bîlkent’ê dîsa bi hevkariya zaningehê ji hêla ‘Komelaya Lêkonînên Çandî’ (Kültür Araştırmaları Derneği) bi navê ‘bîr û çand’ê sempozyûmêk hat li
darxistin. Ji gelek zaningehê Tirkiyê û Ewrupa û Emerîka bi sedan lêkolîner û
akademîsyen ji bo axaftinê beşdarî vê sempozyumê bun. Babetên sereke wek li jor
hat gotin bi ‘bîr û çand’ê ve girêdayîbun. Di nav va de wek mînak ‘koçberî û
bîr’, ‘bîr û bajar’, ‘bîr û mekan’ û wek mekanê bîr’ê mûze em dikarin bidin. Lê
mijar ne ev tenê bun, gelek mijarên din di bin va sernivîsan de hebun. Di
sempozyûmê de axaftineke me jî li ser mûzeyên bajêr hebu. Derbarê kurdan û
bajarê kurdan jî mijar hebun di sempozyûmê de.
Wexta ku mirov dibîne ku komeleyek li zaningeheke wusa
mezin-ez dibe zaningeha herî mezin ya taybete li Tirkiyê- sempozyûmeke
navnetewî li dardixe û yek ji zimanê axaftinê jî Tirkî ye, mirov hinekî
hesudiyê dikişêne. Ev ne zikreşiye lê hesûdiyeke, em bibêjin, akademîk e. Dibe
mirov carek din kesên ku ev sempozyûm li darxistine pîroz bike ji ber ku karekî
gelekî baş kirin û serkeftî meşandin. Mirov dixwaze ku li Kurdistan, li
zaningehê Kurdistan jî sempozyûmê wusa bên li darxistin û di van sempozyûman de
kurdî jî wek zimanê axaftinê be. Lê mixabin em kurd hinekî ji vê dur xuyadikin!
Ji ber ku hîna em nikarin ‘kongreyek netewî’ li dar bixin!
Îro em dikarin bibêjin ku pêdiviya gelê kurd ji herkesî
behtir bi ‘bîr’ û bîranînê heye. Ev sed salin ku li ser axa xwe ji bo mafê xwe
ditekoşin, şer dikin, tên kuştin û rû bi rû yê qetlîama tên. Qoçgirî, Zîlan,
Agirî, Dersim, Meraş, Enfal û Helepçe tenê hinek ji va qetlîama ne. Bîranîna
wan an jî nejibîrkirina wan ji bo kurdan tevde tiştekî pir girîng û ‘netewî’
ye.
Bîr[1]
wek tê zanîn di kurdî de tê du wateyan. Yek jê cihê ku ji bo avê tê kolan û
gelek kur e û yan din jî ew e ku
serpêhatî tê de tên ‘parastin’. Di va her du wateyan de jî ‘kurahî’yek
derdikeve holê. Yek kurahiya di bin erdê de û yan din ‘kurahî’ya di zeman de.
Ji vî alî ve du curê ‘bîr’ê tên xuyakirin. Yek jê ‘bîr’a şexsî û yan din jî ‘bîr’a
civakî. Kurd îro li ‘bîr’a xweyî civakî digerin, dikolin, an jî dibê bigerin û
bikolin. Ji ber ku ji alîyekî ve ‘netewe’ li ser vê ‘bîr’ê ava dibe an jî tê
ava kirin.
Divê bê zanîn ku bîr ne tenê ji serpêhatiyên ‘nexweş’ pêk tê.
Herweha, tiştê ku ji bo civakê an jî ji bo netewe girînge, tiştê ku ji bo
civakê bi ‘wate’ye jî ‘bîr’e. Paşeroja civakê tevde di vê ‘bîr’ê de ye. Bîr di
çandê de ye û çand jî di bîrê de. Ji ber vê yekê jî ger mirov bixwaze kurahiya
gel fam bike dive mirov têkeve ‘bîr’ê û di wext de vê kurahiyê bişopîne. Wek ku
hat gotin kurahiya gel di nava gel bixwe de ye, di nava çanda gel de ye. Ji bo destxistina
vê kurahiyê lêkolîn û lêgerîn dive û ji bo vê legerînê jî pêdivî bi sazî û
komele û zaningehan heye ku bi şiklekî zanistî bikaribin van lêkolîn û lêgerînan
bikin.
îro, erê kurd di rewşeke dijvar de derbas dibin, derdora wa
tevde agire, lê ji aliyên din ve tevgerên wusa jî pêwîstin. Ji ber ku yek gel
an jî netewe dahatuya xwe bi zanêbun û famkirina
paşerojê xwe, bi bîranîna paşerojê pêkan dike. Ev kar jî karê zanîngeh,
enstîtu, komele û saziyan e. Divê ev sazî gund bi gund, bajar bi bajar li ser
çand û ‘bîr’a kurdan lêgerîn û lêkolîna bikin da kurd bi êminî li pêşeroja xwe
binêrin.
Divê ev zaningeh û sazî û enstîtu van kara bikin da
sempozyûmên wusa ferah û navnetewî li bajarê Kurdistan, li zanÎngehên Kurdistan
jî werin lidarxistin. Da Kurdî di van sempozyûman de wek zimanê axaftinê bê
bikaranîn û da kurd wexta beşdarî sempozyûmên wusa bun jî ‘hesûdi’yek nekeve
dilê van.
10.09.2013
Diyarbekir
[1]
Ji bo ‘bîr’ê peyva Erebî ‘hafiza’ jî tê bikaranîn, lê li gor min ev peyva
‘hafiza’ wê ‘kurahî’yê ku em behsê dikin dernaxê pêş. Di peyva ‘hafiza’ de
wateya ‘muhafaza’ ango parastin bihêztire. Lewma, bikaranîna peyva ‘bîr’ê, ji
ber ku ‘kurahî’yê derdixe pêş baştir e.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder