Îsal di 50. Mirhrîcana Filman ya Pirteqala Zerîn de sînama û
sînemagerên Kurd xelatên gelekî baş sitandin. Derhêner Ferit Karahan bi filmê
xwe yê ‘Ketina Ji Bihûştê’; Derhêner Pîran Baydemir bi dokument-filmê xwe
‘Fecîra’; Derhêner Gulistan Acet bi kurte-filmê xwe ‘Behişta Zebeşan’ xelat
wergirtin. Ji bilî xelatên filman, Gulistan Acet û Rojîn Tekin xelatên
lîstikvaniyê jî sitandin.
Yek ji wan sînemagerên ku xelat sitandiye, Gulistan Acet, bi
kurte-filmê xwe bêşdarî 2. Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê dibê. Bi vê
mebestê me xwest, em hest û fikrê derhêner Gulistan Acet li ser filmê wê, li
ser sînemaya Kurdî û bêşdarbûna wê ya 2. Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê
bi xwendevanên Basnewsê re parve bikin.
Basnews: Berî her tişti em we pîroz dikin ji bo xelata we. Ji
kereme xwe hûn dikarin ji şopînerên Basnewsê re xwe bidin nasîn?
Gulistan Acet: Gelek spas. Ez di sala 1985-an de li Êlihê
hatime dinyayê. Malbata min di sala 1993’an de ji ber terora Hizbûllahê ku li
ser navê dîn însan dikuştin, koçî Mêrsînê kirine. Min di sala 2009’an de li ser
mamostetiya zimanê Tirkî zaningeh qedand û di sala 2013’an de jî li ser zimanê
Kurdî lîsansa bilind qedand. Ev 4 sale ku perwerdeya min a li ser sînemayê
didome.
-We di 50. Mihrîcana Filman ya Pirteqala Zêrîn ya Antalyayê
de xelat wergirt. Gelo ev xelata weyî ye yekemîn bû? û hûn dikarin behsa hêsten
xwe bikin?
-Belê. Filmê min a bi navê 'Behişta Zebeşan', ya yekemîn e û
Pirteqala Zêrîn a Antalyayê jî ji bo fîlmê me mîhrîcana yekem e. Bi rastî ji
ber çend pirsgirêkan min film bi dilê xwe nekişandibû û min ji filma xwe hez
nedikir. Ji ber vê jî min neşande mihrîcanan. Hevalên min yên ku me perwerdehiya
xwe ya sînemayê bi hev re didît film bê min şandine mihrîcanê û piştî ku kete
pêşbaziyê ez çûm, min çend sehneyên dî kişand, reng, deng û montaj ji nû ve
çêkir û ez û filma xwe em li hev hatin.
Ez pir kêfxweş im. Ji ber ku 'Behişta Zebeşan' fîlma min a
yekem e û li mihrîcaneke girîng wekî 'Pirteqala Zêrîn a Antalyayê' xelata herî
baş distîne. Film, bi awayekî baş dest bi riya xwe dike. Piştî vê xelatê jî bi
fîlma Ferît Karahan 'Ketina ji Bihuştê' xelata baştirîn lîstikvana alîkar
ya jin hat. Kêfxweşiya min dû qat bû.
-Mebesta we bi vî filmî çi bû?
-Ev film, demeke biçûk ji jiyana min e. Hizbullah ku bi destê
dewletê însan dikuştin, ji jiyana min gelek însan jî birin. Ew çûn, lê çûna wan
di dilê min de valahiyek hişt. Dema ku min got ez ê kurtefilmek bikşînim, min
paşeroja xwe anî bîra xwe bê ka çi dikarim binivisînim. Berî her tiştî ev
serpêhatiyên min hatin bîra min.
-Çima ‘behişt’ û çime ‘zebeş’?
-Ev, çîroka xwişka min Mizgîn e ku di zarokatiya xwe de dikir
xwe ji ser xanî biavêje daku here behiştê. Behişt, ji bo wê ciyekî bi ewle bû û
li wir zebeşên sor û xweş hebûn. Kefa me di zarokatiyê de pir ji zebeşan re
dihat.
-Em di film de kesekî mezin nabînin, ne dê û bavê zarokan ne
mamosteyên wan. Li sê-çar sahneyan em kesên mezin dibînin û ew sahne jî ya
revandin e yan jî kuştî ne. Sedema vê yekê çi ye?
-Di vî fîlmê de min xwest ez jiyana zarokan, hêstên wan û
bandora mezinên wan ya li ser wan nîşan bidim. Dema em zarok bûn ji bo me
mezin, tenê sedemên xirabiyan bûn. Kuştin, lêxistin, revandin; tev bi destê
mezinan dibûn. Min nexwest jiyana zarokan bi mezinan biherimînim.
-Di kurte-filman de dayîna mesajê hinekî zor e. Hûn çi
difikirin û hûn di filmê xwe de çawa ji bin vê zahmetiyê derketin?
-Spas, ez bi hêvî me wiha ye. Ez ji bo pêşniyariyên xwe
pisporan nabînim, ji ber ku sinema ji bo min karekî nû ye. 4 sal e
bênavber filman temaşe dikim, dixwênim, dinivîsim, lê ji bo pisporiyê li ber
min riyekî gelek dirêj heye. Tenê ez dikarim vê bêjim: 'Ku hun bixwazin
temaşevan ji fîlma we bawer bikin û hez bikin divê hun li paşeroja xwe binêrin
û çîrokên xwe ji jiyana xwe biafirînin. Divê beriya herkesî hun ji çîrokê bawer
bikin.
-Îsal ji bilî we Ferit Karahan û Pîran Baydemir jî xelat
wergiritin. Gelo ev tê wê wateyê ku li Tirkiyê sînemaya Kurdi bi pêş de gavan diavêje?
-Ev tespîtekî gelek rast û bêalî ye. Ne tenê Kurd, Tirk jî
êdî bawerin ku sînema Tirkiyê bi piranî li ser milê Kurdan dimeşe. Ji ber ku
jiyana Kurdan, ne wekî miletên dî rehet û yekaheng e. Ku hun Kurd bin di rojekê
de dibe ku her tişt were serê we. Tiştekî dî jî li gorî min ji ber ku Kurd, her
tim ji bilî çand û zimanên xwe herî kêm çand û zimanêkî dî jî gelek baş fêr
dibin nêrîna wan a jiyanê gelek tûj û xurt e. Çîrokên xwe jî bi piralî tînin
ziman.
-Filmê we bêşdarî Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê dibe.
Tekiliyên sînemaya Kurdî û sînemagerên Kurdan ên li parçê Tirkî û li parçên din
bi nerîna we çawa ne? Hûn çawa dibînin?
-Spas ji bo vê pirsa we. Ji ber ku ev, pirsgirêkekî veşartî
ye ji bo sînema Kurdî û ji bo çareserkirinê jî gav nayê avêtin. Têkîliya
sînemagerên Kurd yên li çar perçên Kurdistanê bi destê dewletan hatibe qut
kirin jî ji bo çareserkirina vê rê û rêbaz pir in. Mînak; Mihrîcanên Kurdan bi
piranî di herêma xwe de bandorê nîşan didin. Divê sînemagerên çar perçên
Kurdistanê bihevre mihrîcanên navnetewî û mezin çêkin da ku em dîsa perçên xwe
yên wenda bigihîjinîn hevdû.
-Projêyên we ji bo pêşerojê çi ne?
-Li ser çîroka kurtefîlmekî dixebitim. Projeyeke filmê Ferît
(Karahan) heye. Em li ser senaryoya wî dixebitin.
-Tiştekî dawî ku hûn bixwazin ji xwendevanên Basnewsê re
bibêjin heye?
-Ji bo kurtefîlmekî ez gelek dirêj axifîm. Spas.
Zor Spas…
14.10.2013, Diyarbekir
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder