Piştî du rojan cejna Qurbanê ye, lê
di vê erdnîgariyê de qûrbanê herî mezin Kurd in. Ji ber hinek nezanîbûna wan û
ji ber hinek nokokiyên navxweyî her tim di nav şerê ‘navnetewî’ û lîstikên
navnetewî de bûne ‘qûrban’..
Îro jî tê xwestin ku Kurd careke din
di lîstika navnetewî de bibin qûrban. Her çiqasî li qada şer de ev celladê ku
kurdan bike qûrban Devleta Îslamî (an jî wek ku Kurd bi nav dikin DAÎŞ) were
xuyakirin jî herkes dizanê ku hevsarê wan di destê hineke din de ye.
Êrîşên ku pêşî li Şingalê destpêkirin
îro bi rengekî din û dijwartir li rojavayê Kurdistan, li Kobanê tê ceribandin.
Her çiqasî li Şingalê Êrîşên li dijî Kurdan bi hevkariyek di navberan Peşmerge
û Gerîla de hatibin pûç kirin û qewiriandin jî di encamê de ku ji hêla Kurdên
Êzîdî wek fermana 73-an tê binavkirin, bi sedhazaran Kurdên Êzîdî mecbur man ji
cih û warê xweyî hezar salî koçbikin û bibin koçber. Şingal hat vala kirin û
îro buye qada şer.
Kurd îro li Kobane li beranberî heman
tiştî ne. Armanca êrîşkaran ew e ku Kurdan careke din koçber bikin, cihÊn wan
bikin qadên şer û hemû deskeftiyên wan ên li Rojava binpê bikin. Wan careke din
di rojhilata navîn de bê statû, bê maf bihelin.
Êrîşên Devleta îslamî bi ser Kobanê
de dikeve roja 18-an de. Ligel êrîşên asmanî ên ‘koalisyona navnetewî’ li
himberê wan her roj hinekî din nêzîkî Kobanê dibin. Her sê aliyên Kobanê hatiye
dorpêç kirin û gelê Kobanê di hundirê bajêr de bi rêveberiya YPG/YPJ-ê
amadekariya şerê nav bajêr dike. Dibejin ku dê dev ji Kobanê neberdin û dê
nehêlin Kobanê bikeve.
Bê gotin, bê çîrok dive mirov
bizanibe ku ketina Kobanê, ketina Kurdan e! Her çiqasî tu deskeftiyên Kurdan ên
‘fermî’ tûnebê jî, ketina Kobanê dê bê wateya wundakirina hemû destkeftiyên
Kurdan. Ketina Kobanê, bêhêzbûna ‘federasyona’ li Herema Kurdistan e, têkçûna
‘pêvajoya’ li bakurê Kurdistan û wundakirina destkeftiyên sê salên li rojavayê
Kurdistan e.
Îro herkes dizane ku rojhilata navîn
di pevajoyeke ‘vesazkirin’ê de derbas dibe. Lîstikvanên sereke dewletên
navnetewî ne. Dewletên wek Tirkiyê jî dixwazin di vê ‘vesazkirin’ê de rolekê
bigirin û tiştekî bi dest bixin. Loma, Kurd tev de jî dibe bi vê zanebûnê
tevbigerin û di vê guhertinê de rolekê bigirin da ku bikaribin mafê xwe, statuyeke xweyî ‘fermî’ bidest bixin. Ji ber
vê yekê jî careke din Kobanê xaleke gelekî girînge. Ketin an serkeftina Kobanê
ji bona vê yekê gelekî girîng e.
Ketin an Jî serkeftina Kobanê jî, ne
bi êrîşên asmanî ên ‘koalisyona navnetewî’ lê bi ‘bihêzbûn’ an jî ‘bêhêzbûn’a
Kurdan ve girêdayî ye. Kurdan, bi nelidarxistina kongreya netewî ‘neyekhêzbûn’a
xwe şanî civaka navnetewî kirin û ew fersenda doh wunda kirin. Îro, careke din
ev fersend bi ‘Kobane’ ketiye destê Kurdan. Ji ber ku, êrîşên bi ser Kobanê de
êrîşên li dijî Kurdan tev e. Kurd, eger bikaribin ne yekîtî (ku ji bo Kurdan gelekî
zehmete) lê ji hindikayî ve hevkariyekê di navxwe de saz bikin, dê di vê
destpêka sedsala 21-mîn de bikaribin di rojhilata navîn de statuyek
bidestbixin. ji ber vê yekê jî dive hemû ‘hêz’ên Kurdan, dev ji berjewendiyên
xweyî ‘hizbî’ an jî ‘heremî’ berdin û bi awayekî tevlî berxwedana Kobanê,
parastina Kobane bibin da Kobanê ango Kurd tev bi serkevin. Eger ev nebe dê
Kurd careke din wek gelekî ‘bêhêz’ bê xuya kirin û di vê lîstikê de careke din
dê têk biçin.
Kurd dive îro vê yekê ji bîr nekin,
ketina Kobaê ketine Kurdan e, serkeftina Kobanê jî serkeftina Kurdan e.
Dewletên derdorê vê yekê baş dizanin, lê gelo Kurd?..
Diyarbekir
02.10.2014
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder