Çend Dîtin û Wêne li ser Ermenîstan*
Yanî çiqasî Komara Tirkî Ermenîstan
wek dewletek serbixwe naskiribe jî têkilîyê dîplomatîk û aborî di navbera wa de
tunene, sînor girtîye û çûn û hatin jî raste rast tuneye, bes ji ser Gurcîstan
ve de hene.
Em jî bi balafirê ji Stenbol çûn
paytextê Gurcîstanê Tiflis yan ji Tiblîsî, û ji wir bi mînî-bus’ekê derbasî
Ermenîstan bun.
Ji Tiflîs (paytextê Guricstan) heta Erîvan nezîkî 6-7 seeta dikşêne. Wexta
mirov di rîyê Gurcistan re jî derbas dibe mirov dibe qey hê nu ji şer
derketîye, tesîra şêr ê k udi navbera Federasyona Rusya û Gurcîstan d derket
xuya dike. Gerek gundê vê gerek bajarokê wê hemu feqir û belengaz xuya dikin,
avahîyê kevn, wesayîtê kevn, rêyên ne durustkirî vê fikra mirov xurttir dike.
Bêguman ev nerînên ji devrene, ji bo rastîyê dibe mirov ji wesayîtên xwe dakeve
û hinek wext derbas bike di gel de.
Piştî ku mirov ji sînorê Gurcîstan
derbas dibe û dikeve nav Ermenîstan dîsa bi ‘paşmayînê’ de rû bi rû dibe û
dibîne bê amboargo ya ku ji hêla Tirkî ve çiqasî bandorek mezin li ser aborî û
bingehîna welêt kirîye û hîna jî dike. Kesên ku em bi wa re diaxivin jî vê
rastîyê dibejîn.Ji ber ku sînor girtîne
çun û hatin jî tuneye û ji ber vê yekê bazirganî jî bi hesan nayê kirin. Sedema
wê jî durbûn û ne rêk û pêkbuna rîyane. Wek mînak kesekî ku bixwaze ji Ixdirê-
bajarekî Tirkîye- herê Yerevan ku di navbera wa de seetek rê heye yan tuneye,
divê di ser Gurcistan ve bizivirê û piştî 12 seeta xwe bigihîjîne Yerevan,
payitextê Ermenistan. Ev yek jî ji bo kesên ku dixwazin bazarê bikin tiştekî
zehmet e. Çîyayê Agirî ji Yerevan mîna ku mirov destê xwe baveje wê bigire xuya
dike. Wek bostekê nêz lê ji vir û asîman dur!
Ermenistan wek ku tê zanîn dewleteke
piçuke, hejmara nifusa wê li gorî serjimarîya 2011-an nezî 3 milyon 200 hezar
kese. Lê ji vê nifusê hejmareke gelek mezin li Yerivanê dijîn. Li gorê reqemê
fermi ev 1.200 hezar kese, lê ne fermî tê gotin ku ev hejmar ji milyonek û nivê
zêdetire. Nîvê ku maye jî li tevahî
Ermenistan belav buye. Ev jî dide xuyakirin bê Yerevan çiqasî bajarekî girîng û
mezin e.
Yerîvan, weki ku li
jor hat gotin hem bajare herî mezin hem jî paytextê Ermenistanêye. Ji
ber vê yekê jî cihê bazarê, cihê kar û bare jî[1].
Bajarekî gelek mezin, bajarê herî pêşketîye Yerevan, dilê Ermenistane ye. Li
bajêr bandora Rusya an jî Sowyeta xuya dike. Wexta mirov li bajêr digere vê
yekê eşkere dibîne. Wek mînak mîmarî ya bajar ya mîmarîya Sowyeta ye. Avahîyen
nu heme bêje tunene.
Her çiqas Sowyet hilweşîyabê jî, yan
jî bi fermî Ermenîstan serxwebuna xwe bi dest xistibê jî, bi mîmarî, bi çand,
ziman Rusya hîna jî di jîyane Yerevan û Ermenistan de cihekî girîng digire[2].
Heta sînorê alîyê Tirkî jî leşkerê Rusî diparêzin. Bê guman ev tiştekî bi jeo-polîtik ve jî
girêdayî ye. Kesê ku em wa re diaxivin dibêjin ku salên pêşin ê serxwebunê de
ziman nevî bi Ermenîkî û nêvî bi Rusî bu. Ji ber vê yekê hê jî nifşê wê demê bi
Rusî pir baş dizanin. Hîna jî zimanê Rusî di dibistana de cihekî giring digire.
Lê dibêjin ku ev yek niha hin bi hin tê guhartin û zimanê Ermenîkî cîyê xwe
girtîye. Ev jî bawerim ‘qezenc’ek e dewletbûnê ye. Tiştekî ku Kurd nizanin, yan
jî hîna fêr nebune!.
Ne tenê ziman, lê gelek tiştê din jî
hene ku bi vê dewletbûnê ve girêdayîne. Parastina çand û hunera xwe, li xwedî
derketina paşî, bîr û bawerîyen xwe. Tiştên ku ‘gel’ dike ‘netewe’. Dibistan,
enstîtu, muzexane, pirtukxane, lêkolîn û arşîvkirina çanda xweyî gelerî. Wek
mînak, li Yerevanê digotin ku yek pirtukxaneya pirtukê destnivîsi heye kut ê de
17.000 pirtuk tên parastin. Li bajêr çendan muzexane hene. Ya mezin jî wek ku
werê zanîn ‘Muzexane ya Qîrkirinê’ ye. Ew tişt tewde encax bi dewletbûnê pêk
werin.
Wek me li serî ji got, qirkirin ne
tenê di politîkayê de lê di jîyane rojane de jî cî digire. Çawa negirê? Peykerê
‘Dayîka Ermenî’ya k udi destê wê de şûr heye, li Tirkî dinere!.
Wekî din, muzexaneyek jî di hundirê
vê kompleksê de ku tê de tiştên kevn ku ji alîyênolî ve girîngin tên parastin.
Li bexçeyê muzexanê jî, kevirên ku li ser wa xaç bi desta hatîye çêkirin ku ev
tenê wekî hunerekî ‘netewî’ yanî Ermen tê dîtin hene.
Kurd li Ermenîstan hene? hejmara wa
çiqase? Statu ya wa çawa ye? Bersivên van pirsa jî, ku xwedê bê erê, di
nivîseke dîn de emê binivîsin..
Dîyarbekir
16.05.2013
*Ev nivîs di Rojnameya Bas'ê de (28.05.2013) hatiye weşandin..
[1] Ji
alîyekî ve jî cîyê kêfê ye. Gelek mirov, piranî jî ji Îran û Rusya ji bo kêfê
tên bajêr.
[2]
Ji alîyekî ve bandor a Rusya û Rusî heye û ev mirov dibîne jî, lê jî alîyên dîn
ve bandor a ‘Sowyet’ di jîyanê tê derxistin yan jî derxistine. Wek mînak
peykerên ku fikra ‘Sowyetî’ dide xuyakirin ji ber çawa hatine rakirin, ji hêla
wa peykerên ‘netewî’ hatine danîn.
[3] Çîyayê
Agirî yan jî wek ku Ermen bin av dikin Ararat ji bo wan ‘sembol’eke dîye. Gelek
cî bi Ararat hatîye bi navkirin. Navê hotelan, navê rîyan. Bi navê Ararat bîra
û konyak jî heye!.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder