Heskîf: Erebên ji Başûrê İraqê ku wek
Bedewyên Avê tên naskirin û ji bêavî her hejmara wan kêm dibe ji bo protesto
kirina çêkirina bendava li ser çemê Diclê ku wek İlisu tê naskirin hatin
Heskîfê. Wek tê zanîn bendava Ilısû ji xeynî gelek gûndan, bajarê Heskîfê ku
bajarekî kevnare jî wê di bin avê de bihêlê. Ji bilî vê yekê bendên ku li ser
Dicleyê werin çêkirin (İlisu û Benda Cizîrê) wê Bedewî yên Avê jî bê av
bihele û wê jiyana wayî heri kevnar û çanda wan jî bixe metirsiyê.
Ji bo vê mebestê mezinên Qebilêyên Bedewî yên Avê
hatin Heskifê û li derbarê vê mijarê de daxwyaniyek dan. Di daxwiyanîyê de
ragehandin ku ew İnsanê mezopotamya ne û dibêjin: “Em li Tirkîyê insanê
Heskîfê û li Iraqê insanên kamirîyan (sazlık) e. Em bi alîkarîya Dicle
gehşştin hevdû. Dicle rayê me yî hevpar, xêza jîyana meyî hevpar û dahatûya
me ya hevpar e.”
Girgirekên Bedewiyan bibîrxistin ku xweza sînoran
nasnake, û mîna Çemê Dicle di Heskîfê re derbas dibe û diçe jêr li nav
kamirîyan cihekî avê nû çêdike. Lewra “hûn li jor çi çêbikin evê li jêr
bandora xwe lê bike”.
“Mixabin ev Benda Ilısû wê vê pêwendîyê ji hevdû qût
bike. Dahatûya me, mirasa çanda me, ekosistema ku em di nav de dijîn,
hejayîyên ku em tevda par dikin bi projeya çêkirina Bendava Ilısû di bin
xeterê de ne.”
Di daxwiyaniyê de dibêjin ku Bendava İlisu wê
zerareke gelekî mezin bide jor û wiha berdewam dike: ‘’Ji bilî binavbûna
bajarê Heskîfê wê 65.000 insan malên xwe winda bikin, ekosistem wê bê
gûhartin û gelek jîndar jî wê qir bibin. Ji bilî vê metirsiya li jor, li jêr
jî gelek insanên ku jiyana wan bi avê giredayiye, wê zerarê bibinin. Nemaze
piştî çêkirina Benda Cizîrê ya ku dîsa wê li ser Dicle bê çêkirin, 6 milyon
insan ku jiyana wan bi Çemê Dicle ve giredayî ye wê ber beavîyê û feqîrtîyê
biçe.’’
Daxwiyanî wiha berdewam dike: ‘’Herwiha cihê ku em
niha lê diminin, cihê meyî kevnar, şopa me, çanda me ku piştî 2004-ê bi
zehmetî me vegerandiye şiklê berê wê careke din bikeve metirsiyê. Vê carê êdî
kesek nikare xelas bike. Ji bo van mijaran, em bangî direktorê Programa
Doralî ya Koma Miletan (UNEP), Achim Steiner dikin;
-Bandora Benda Ilısû û nemaze bandora wê ya li ser
Kamirîyên Mezoptamya careke din bi hemû mûdexaleya navnetewî binirxînin.
- Ji Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdoğan
bixwazin ku careke din li ser parastina Heskîf û Kamirîyên Mezopotamya
bifikire.
-Zorê li Hikumeta Tirkî û Iraqê bikin daku li gor
qanûna peymana Koma Miletan ya li ser avê (Peymana Reya Avê ya Koma Miletan)
kar bikin.
-Li dijî alikarîya siyasi û ekonomik ya ji bo bendên
mezin, konferansa Rio+20 ji bo kempanya ya bi kar bînin.
Di dawîya daxûyanÎyê tê gotin ku; ‘’Projeya Bendava
İlisu, jiyana me, çanda me, axa me tevde û dinyaya ku em tevde tê dijîn
tehdit dike. Ji Bona vê yekê em alîkarîya we dixwazin”.
Pişti daxwiyanîyê, bi gelê Heskifê, endamê Komela
Doğa , endamê Natûre Iraq hemûyan evna imza kirin da ku ji Direktorê UNEP-ê
re bişînin.
Bedewî yên Avê Kîne
Bedewî yên Avê (Marsh Arabs) yê ku li cîyê her dû
çem (Firat û Dicle) digihijin hevdû jiyane xwe ya kevneşopî bi qasi 5 hezar
sal e didomînin. Çand û şopa wan wek ku tê gotin hetanî bi Sûmer û Babîlan
diçê. Ji 1991 û vir de rejîma berê ya Iraqê gelek qenal û tûnelên avê çekirin
û bi vî awayî ava vêdê bi çolê de bir. Piştî kêmbûna avê Bedewî mecbûr man ku
ji warê xwe koç bikin. Hejmara ku 1950-ê de 500 hezar bû, 2003-ê daketibû
tenê 1.600 kesan . Wî wextî
nêzîka 20 hezar kes li bajarên Iraqê û nezîkê 120
hezar kes jî li İranê bi rengekî penaber jiyana xwe didomandin.
Piştî hatina USA (Emerika) û ketina Saddam piçekî
behna wan jî fereh bû, û bi alîkarîya projeyên nû ev cihê kevnar hatin
rizgarkirin û gelek ji xelkê wan vegerîyan cihê xwe.
İro bendên ku Devleta Tirkiyê li ser çemê Dicle
çedikê ji bona van kesan jî tê wateya beavî, windakirina cih û çanda wan.
Hetanî iro haya Bedewiyan ji vê mijarê nebû. Piştî agahdarbûna ji vê mijarê,
hinek ji mezinên qebîlêyan gehiştin hev û bi alikarîya natûre Iraq û Komeleya
Xwezayê (Doğa Derneği) ya Tirkiyê hatin Heskîfê ku careke din balê bikşînin
ser Heskifê û ser Cihê xwe jî.
(Spasî ji John Crofoot re ji bo wêneyan).
|
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder