2 ê Cotmehê filmek ket vîzyonê. Ne hat
xuya kirin di nav wê tevlîhevîyê, wa êş û qîrîn û bombê gazê de...
Film bi tênêtîyekê destpê dike. Dar bi
tenê, çîya bi tenê, dê bi tenê, bav bi tenê û kur bi tenê… Çîroka me jî ji xwe
her tênêtîye, çîroka Kurda... Tênêtîya ziman…
Trajedîye film, trajedîya Kurda, Kurdên
Elewî, trajedîye zimanê Kurdî…
Lê, ne tenê tenêtî heye di film de, tirs jî
heye… lê berxwedan jî heye, hêvî jî heye, di şexsê dayîkê de…
Ji bîrkirin jî heye, ji bîrkirina buyerên
ku hatinê serê me… lê, lêgerîn jî heye, şopandina ber bi paşî de heye, bi
bîranîna hovîtîyê ku anîne serê Kurda jî…
Di demê ku ne telefon hebun, ne jî kesên
ku zanibin xwendin û nivîsandinê, mirovên ku ji hevdu dur bi qeyd kirina dengê
xwe di banda de ji hevdu agahî digirtin… Piştî ku min li film temaşe kir, min
go qey tenê li herema Mereşê ev tişt hebun… Lê wê rojê ez li rasta yekî din
hatim, ku di 80 î de derketîye derveyî welat. Wî jî digot ku wexta ku li derveyî
welat bu, ew bi malbata xwe re, bi dê û bav û bira û xwehê xwe re bi banda ‘diaxîvî’…
Lê mixabin wî ew band tevde wunda kiribun…
Çîroka ‘Dengê Bavê Min’ jî li ser vê yekê
ye… Memed, wexta ku mala xwe bar dike, rastî banda dibê. Dibîne ku di va banda
de dengê bavê wî, ê dîya wî, ê birayê wî ku li dur heye… Dixwazê wanê din jî bi
dest bixe… Diçê Mereşê cem dîya xwe… Di vê lêgerînêde rastî zaroktîya xwe dibe…
Û di wê zaroktîyê de, rastî gelek tiştên dî dibe... Qetlîama Mereşê, zilm û
zora li ser Kurda, Kurdên Elewî, û ziman…
Bandek e deng mirov dibe hetani bi ku! Lê mixabin
ev band îro tunene, me wunda kirin, û ne tenê band, gelek tiştên dîn… Me çîrokê
xwe wunda kirin, me êşên ku anîne serê me ji bîr kirin, û niha jî em dikin ku
zimanê xwe wunda bikin, ji bîrbikin…
Ev film ji vî alî ve jî dibê werê temaşe
kirin… Ji ber ku ‘Dengê Bavê Min’, ji alîyekî ve me tevde ber bi zaroktîya me
dibe, û ji alîyê din ve jî me tevde hîşyar dike… Em divê li paşîya xwe, li
zimanê xwe xwedî derkevin…Li çîrokên xwe, li êşên xwe xwedî derkevin…Em wa bi
tenê nehêlin… Em nebin ‘Lalejîn’*, nebin ‘Pasarî’**! Em hêvî û berxedana dayîkê
xwe bi tenê nehêlin…Ji ber ku 'tu carî hêvîya dayîkan wunda nabe'!!***
16.12.2012
Amed
*Lalejîn (Ji film, ji devê Base); lalejîn,
wexta ku dayîk zarokên xwe di derguşê de dihêlin û zarok digirîn, dibên
lalejîn; Wexta ku zarok dimirin û pîr li ser wa digirîn, dibên lalejîn; û Ê
mîna tek u diçin û dayîkên wan li ser wan digirîn, ji wêna re dibên lalejîn.
** Pasarî; însanê ku newê nav însana, ji
însan birevê, ji wa re dibên pasarî; gîyayek heye li ber berf û baranê dibe
gîyakî rindik, lê piçekî tehle, jê re dibên pasarî; û însanê ku ji dayîkê xwe
revîyayî, ji wan re dibêjin pasarî…
***Berî bi çend roja, rojnama Bas a ku li Herema Kurdistan çap dibe, hevpeyvînek bi yek ji derhênerê film Zeynel Doğan re kir... Ev gotin ji wê hevpeyvîne hatîye girtin... ji bo hevpeyvînê;
http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=3214
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder