25-ê Sermawez’ê Roja tekoşîna li dijî tundiya ser jinê a navnetewî ye. Lê mixabin di
vê rojê de jî tundiya li ser jinan nerawest û li Diyarbekirê jineke xwedî zarokek
û bi ducanî ji aliyê hevserê xwe, an jî ‘zilam’ê xwe ve hat kuştin. Ev yek tenê
jî dide xuyakirin ku tundiya ser jinan di tu ‘roj’a nahisine! Tenê ji bo vê
yekê jî be, ev roj, ango 25-ê Sermawezê ji bo balê careke din bikişîne tundiya
ser jinê girînge…
Li devê parka Koşuyoluyê jinên
çalakvan sekinin, serokê polisa hat, go “dayikên min, xwehên min hûn çima
nameşin”, gotin “emê li heviya hevalên
xwe bin, li dur mane”… ê polis go “ê we rê girtiye, kesek nikarê bimeşe”, gotin
“aha em xwe didin alî û kesên ku bixwazin bere bimeşin”… piştî çendekî niqaş
kirin, polis dît ku nikarê bi wa û got “hûn çi dikin bikin, hûn di kure dimeşin
bimeşin”… wan jî meşa xwe dewam kir…
Di hundirê taxa Bağlar (Rezan) de,
jineke pîr hat cem min û bi Tirkî pirsî “ev çi meseleye, çime dimeşin?” min
bersiva wê da “Xaltî, ji bo şideta li ser jinê dimeşin, tu dibe çi, we hiç
şidet dît”, got “wele me gelek dît û keçikên me jî dibînin”.
Hinekî
wirde tir, zilamekî pîr.. xalo cixare xwe dipêça, li devê deriyê dikanê û li wê
qerebalixê dinêrî… Kî zanê bê wê kêlîkê çi di dilê xwe de derbas dikir…
"Xalo ji aliyekî ve cixara xwe dipêçe û ji aliyên din ve li çalakvanan dinere... Ev kêlîka ku ala jinan û ew di yek dimêne de ne.."
Di zilamên din li ser cadê, sohbeta
xwe dikirin, di dora wan re çalakvan derbas dibun, piranî jin…
Ala aktivîstên DÖKH'ê zilam dîmeneke xweş derxistine holê...
Sakine Cansız,
Leyla Söylemez û Fidan Doğan careke din bibîranîn…
û çend dîmenê din...
Jin, belkî jî her roj bi şiklekî li rastî
tundiyê tên… Ol, dewlet, siyaset, tevde çandek ava kirine di vî warî de… Em
klişekê dubare bikin, Civakeke ku jin rastî tundiyê tê, ne civakeke şarmende… Ji
bo vê yekê jî tenê hestyar bin têrê nake.. Dibe mêr jî bi heman hestyariyê
tevbigerin..
Bi hêviya civakek şarmende…
Diyarbekir,
25.11.2013
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder