Hefteya borî li Şama paytexta Sûriyê,
êrîşek pêk hat û di êrîşê de li gor hinekan 300 û li gor hinekan jî zêdeyî 1500
kesî hatibûn kuştin. Di vê êrîşê de hat gotin ku çekên kîmyayî hatine
bikaranîn. Li gor rejîma Sûriyê ev çekên kîmyayî ji aliyê hêzên ‘terorîst’ ve
hatina bikaranîn û ji hêla din ve oposizyona Sûriyê jî ragehand ku ev
êrîş bi çekên kîmyewî û ji alîyên rejîma Sûriyê ve hatiîye kirin û zêdeyî 1500
kes ku di nav wan de zarok jî hene hatine kuştin. Ev yek bi serê xwe dide
xuyakirin ku şerekî bi kirêj li tevahiya Sûriyê belav buye. Kes nizanê bê çi
raste an derew e. Kes nizanê bê kî bi kê re şer dike!. Lê tiştê rast ku
mirov baş dizanê ew e ku her roj zarok, jin bi dehan mirov dimirin, di vî şerê
kirêj de jiyana xwe winda dikin û bi hezaran jî koçber dibin, ji malên xwe, ji
welatê xwe ber bi nediyariyekê ve direvin.
Vê êrîşê careke din gotubêjên li ser midaxeleya Suriyê anîn rojevê. Îro di serî
de Amerîka, dewletên ‘rojava’ li ser midaxeleya Sûriyê bi hev re diaxifin û
dixwazin rêyekê bibînin dê wê çiqasî ‘erzan’ ji vê ‘bêla’yê xelas bibin an jî
vê ‘bela’yê çiqasî din bikaribin duv dirêj bikin.
Li gor nivîsa John Hudson , nivîskarê foreign policy a Amerîkî, xwiya dike ku Amerîka ji bo midaxeleya hinek hedefên leşkerî ên Sûriyê ji her wextî neziktir e, lê pirsgirêk ew e ku bê wê çawa ev midaxele bi ‘erzanî’ were kirin. Ji tecrûbeyên Afganîstan û Iraqê Amerîka dizane ku ‘biha’yê midaxeleyeke bejayî gelekî giran e. Li gor Thomas Friedman jî, nivîskarê New York Times’ê, gaz û petrol a Rojhilata Navîn ji bo Amerîka êdî ne wek berê girîng e. Ji ber vê yekê jî li heremê her çi dibe ji bo wan ne pirsgirêkeke mezin e. Loma jî Obama naxwazê midaxeleyeke zêde bike û xwe sist dike. Ya din jî Friedman dibeje ku polîtîkaya îro ne midaxeleya ‘ji derve’ ye, divê ji hundir-navxwe tevgerek hebe. Ji van analîzan tê xwiyakirin ku Amerîka yan tu êrîşan nabe ser Sûriyê an jî êrîşeke bi fuzeyan ji keştiyê ku li behra spî ji bo şer amade ne wê bike. Lê di vir de ji bo Amerîkayê reaksyona Rûsya gelekî girîng e.
Wek tê zanîn Rûsya ligel hevkarê xwe Çîn û Îranê ji serî de li Sûriyê li himberî midaxeleyeke ji devre bûn û hê jî vê pozisyona xwe didomînin. Tiştê ku hêzên ‘rojavayî’ dixin nav fikran de jî ev e. Ji ber ku tu kes nizanê bê êrîşeke ji derve wê tesîreke çawa li derdor û dinê tev de bike. Ji ber vê yekê jî ev zêdeyî du salan e li Sûriyê xwîn diherike. Wekî din mirov dikare bibeje ku ev tevliheviya Rojhilata Navîn ne li dijî berjewendiyên dewletên ‘rojava’ ye. Gaz û petrol di boriyan re diherike û xwîna ku diherike jî ne xwîna gelê wa ye!. Yanî tevde pêngavên xwe li gor berjewendiyên xwe diavêjin, ne li gor berjewendiyên gelên heremê. Bê guman serdestên rojhilat jî li gor berjewendiyên xwe tevdigerin û gelek caran jî berjewendiyên ‘serdest’an nêzîkî hevdu ne. Yanî îro eşkere xwiya dike ku berjewendiyên dewletên desthilatdar û hevkarê wan ê serdest ên heremê nêzîkî hevdu ne.

Wek li jor jî hat gotin midaxeleyeke li himberî rejîma Sûriyê wek îhtîmalek mezin tê bi lêv kirin. Lê tiştê girîngtir ew e ku wek gelekî cihnişîn ê Rojhilata Navîn, Kurd û kesên wan temsîl dikin, ji bo ihtîmalek wiha çi dikin, wê çi bikin.
Gelo di vê herc û mercê de, ji bo her pêngavekê politikayeke Kurdan heye? Eger îro midaxeleyek li Sûriyê bibe wê Kurd –an jî serok û rêberên Kurdan- çi bikin, biryarek wan ji bo vê egerê heye, yan na? An jî dizanin bê wê çi bikin? Wê li çi alî bisekinin? Wê şer bikin, wê runin, wê derkevin çiya? Gelo her parçeyek li gor berjewendiyên xwe wê tevbigere an jî Kurd wek ‘yek’ millet wê tevbigerin? An jî di nav wê herc û mercê de jî dîsan ji bo kuştina hevdu dê li fersenda bigerin?
Îro Kurd beyî ku bibe dereng divê li ser van pirsan bi fikirin. Divê ev pirs di Kongreya Neteweyî de werin rojevê û ji bo vê yekê jî berî her tiştî divê Kongreya Neteweyî bi lezgînî û di wextê xwe de, bi beşdarbûna hemu sîyasetên Kurdan bê li darxistin.
Diyarbekir
27.08.2013
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder