Aloziya Rojhilata Navîn naqede. Her
roj li ciyekî din teqînek çêdibe û di encam de jî bi dehan kes tên kuştin. Doh
(29.09.2013) jî dîsan li Nîjerya, Pakîstan û Kurdistanê êrişên teqandinê çêbûn
û bi dehan kesan canê xwe ji dest dan û ji wan zêdetir jî birîndar bûn. Bûyer û
kuştinên li Sûriye jî ne di nav de! Tevlîheviyên Misrê, xwesteka federalîzma
hinek hêzên li Libyayê jî li dereke din!
Bêgûman ya ku mirov hinekî şaş kir
êrîşên, an jî teqînên li Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistanê bûn. Ev şaşbûn di
nûçeyên ajansên biyanî de jî tê xuya kirin. Ji ber ev çend salin ku Kurdistan
hem ji bo biyaniyan û sazî û şirketên wan, hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo
kesên ku ji şerên derdorê direvin ciyekî xwelêgirtinê bû. Mîna parastgehekê bû
ji bo hemu kesan, ciyekî ewle bû. Ji aliyên din ve jî herêmê hilbijartinên
xweyî parlaementoyê serkeftî qedandibûn û derseke ‘demokrasiyê’ dabû hemû welatên
derdora xwe. Lê, mixabin dîsan kesên ku ji vê ewlehiyê û ji bidestxistinên
Kurdan ne razî derketin meydanê. Ev kes an jî rexistin, an jî ‘hêz’ dixwazin
Kurdistanê jî têxin nav agirê Rojhilata Navîn!.
Hê ne diyar e bê ev têqîn ji aliyê kê
ve hatine kirin û bi çi armancê. Li gor hinek agahiyan Dewleta Irak û Şamê ya
li Sûriye ev teqîn kirine û di hesabê xweyî Twîtterê de jî ev yek qebûl kiriye,
lê ev agahî jî ne diyar in. Dibe ku ISIS (Dewleta Îslamî ya Irak û Şamê) ev
tişt kiribe, lê ya girîng bê piştgirê wê kî ne? Ji bo fam kirinê divê mirov
hinekî bi berfirehî li wêne binêrê.
Şerên navxweyî li Sûriye hinekî ji
rojevê ket. Raste kuştin, teqîn, şer her berdewam e, lê hêzên derve ku li ser
şerê Sûriyê bi hevdu re şer dikirin hinekî rawestiyan. Tê xuyakirin ku hinek
‘lihevhatin’ di navbera wan de çêbûye. Ji xwe piştî Beşar Esed qebul kir ku
çekên kîmyewî bide kontrola YN, Emerîka jî dev ji gotinên midaxelê berda. Ev
yek, ya rastî, li gor berjewendiyên Emerîka jî bû. Ji aliyekî ve yekîtiyeke
mixalefeta li nav Sûriyê tune bû, ji aliyên din ve jî Rûsya û Çîn, wek du
endamên daîmî ên Konseya Ewlekariya Yekîtiya Netewan, ji rojên serî ve li
Sûriyê dijî midaxaleyeke ji derve ve bûn û eşkere alîkariya rejîma Sûriye
dikirin. Ji ber van sedeman Emerîka di gotina mudaxaleyê de ne ji dil bû!.
Rûsya bi manevreyên xwe derket pêş û bi vê yekê jî ‘krîz’a Sûrîyê jî niha
hinekî rawestiya ye.
Ji aliyên din ve, dewleta Tirkiyê jî
pozisyona xwe hinekî diguhere. Piştî ‘lihevhatina’ Emerîka û Rûsya, Tirkiyê jî
dibeje ku ew dixwaze pirsgirêka Sûriye bi hevkariya Iraq û Îranê çareser bike.
Derketina pêş ya serokkomar Abdullah Gul û hevdîtina wî bi serokkomarê Îranê
Hesen Ruhanî re di çarçova polîtîkaya Tirkiyê ya ‘nû’ de dive werê dîtin. Yanî,
her çiqasî ev dewlet li dijî hevdu jî bin, wexta pirs tê ser Kurdan,
berjewendiyên wa dibin yek!. Hemû pirsgirêkên dîrokî didin aliyekî û li jiyana
rojane, li berjewendiyên dewletî û netewî dinêrin. Ew yek jî, ji dewletbûna
wan, ji dîroka ‘dewletbûn’a wan tê. Hê jî Kurd dibêjin ku ew dewlet-mewletê
naxwazin!
Di vê pêvajoyê de Kurdan çikir?
Mixabin ku, Kurd di vê pevajoyê de bikêrî lidarxistina kongreyekê jî nehatin û
fersendeke gelekî girîng ji destê xwe berdan. Ger Kurd dixwazin ku li Rojhilata
Navîn ciyekî wan hebe, divê ji bo her rewşê nerînek, polîtikayek wan hebe. Ji
bo vê yekê jî, berî her tiştî divê li hev bicivin û bi hev du re gotubêjan,
niqaşan bikin. Ger ev yek nîşanî dinê kiribane, ango ger bibûna ‘yek’, an jî ew
‘yekîtî’ nîşanî dinê kiriba, wê ji hêla hêzên derdor û dinê tev de wek hêzekê
hatiba qebulkirin û belkî ev teqîn jî nikarîbuna çêbibin.
Encam çî ye? encam ew e ku ev teqîn
peyameke ji Herêma Kurdistanê û Kurdan tev de re. Ya girîngtir, bê ka wê Kurd
bersiva vê peyamê çawa bidin. Gelo Kurd wê karibin bersiva vê bi yekîtiyekê
bidin?
01.10.2013
Diyarbekir
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder