Îro li gelek ciha, di nav medyayê de, li nav kolana, li
‘navendên Çanda’ peyva ‘folklor’ tê bikaranîn. Bi piranî li va cîya tevde jî ev
peyv bi watê ya ‘lîstik’a, lîstikên gelerî tê gotin û wexta ku mirov jî qala vê
peyvê dike jî dîsa wusa tê fam kirin. Ev bikaranîn a vê peyvê di vê wate yê de
jî bi piranî –ji bo me Kurdê li Anatolîyê dijîn- bikaranîna ji Tirkî tê. Ji ber
ku ji zude li Tirkî ev peyv bi piranî di devsa ‘lîstikên gelerî’ de tê bikaranîn.
Wek mînak ku ‘em folklorê bilîzin’, ‘pêşengeh a Folklorê’ tê gotin. Mixabin,
îro jî ev peyv ketîye ser zimanê me û em wusa bikartînin.
Ji alîyên din ve jî, ji hêla kesên ku bi xebatên edebîyata
devkî ve eleqadarin folklor, dîsa ji
bilî ‘lîstikên gelerî’ beşeke ku bi berhemên devkî wekî çîrok, gotinên pêşîyan,
qewl, pêkenok hwd. û tomar kirina wa ve eleqedar dibe tê bikaranîn. Wek gelek
cara em dibînin ‘folklor’ wekî berhevkirina stranên gelerî jî tê bikaranîn. Lê
ecebe ‘folklor’ tenê lîstikên gelerî ye? Yan jî tenê berhevkirina çîrok,
hikaye, gotinên pêşîyan û tiştên wek dîne? Yan jî, çiye folklor, ev peyv ji ku
tê? Çîrok a wê çîye? Çawa hatîye bikaranîn? Di zimanê me de wateya wê çîye?. Ji
hela zanistî ve tê çi wateyê?
Folklor, ji du peyvê ji zimanê ingilîzî pêk tê. Folk=Gel û lore=zanîn, agahî. Ev her du peyv jî bi hevdu re peyva ‘Zanîna Gel’
diafirînîn. Di Kurdî de bi piranî wekî ‘zargotin’ tê bikaranîn, lê mixabin ev
peyv têrî tiştê ku em dixazin bibêjin, an tiştê ku wekî beşeke zanistî
‘folklore’ bibeje nake. Ev peyv cara yekemîn di sala 1846-an de ji alîyê
Folklorzanê Ingilîz William John Thoms ve di nivîsa xweyî kovara The Athenaum’de hatîye pêşnîyar kirin û
bikaranîn û di demek kin de jî ev peyv di hêla zanîsti de hatîye qebul kirin
(Emrich 1946). Herweha di salên 1780-î de li Elmanya peyva ‘Volkskunde’ ku tê
heman wateyê yanî ‘zanyarîya gel’ hatîye bikaranîn. Lê ev peyv tenê li welatên
ku bi Elmanî diaxivin cih girtîye û belav nebuye.
Folklor yan jî bi navekî din, “Zanistîya
gel, [yan jî zanyarîya gel] yek ji şaxê zanîstî ye ku, berhemên çandî ê bujenî
(maddi) û arîşen (manevi) ê gel ê welatekî yan ê heremeke diyar ji xwe re dike
mijar, wa bi metodê xwe î taybetmendî dide berhevkirin, tasnif kirin, tehlil
kirin, şirove kirin û di asta dawîde gihiştina senteza wa ji xwe re dike
armanc” (Örnek 2000:15).
Wekî ku di vê salixê de jî tê xuya kirin, yekemîn, folklor ne
lîstike, ne lîstikên gelerî ye, ne tenê berhevkirina stranên gelerî ye, yan jî
ne tenê berhevkirina gotinên pêşiyan, çîrokên gelerî hwd ne. Duwemîn, folklor
ne tenê karê berhevkirinê ye jî, lê berhevkirin tenê karek ji xebatên folklor ê
ye. Li ser mijarê û ferehbuna folklor ê Folklorist Paul Saintyves wiha dibeje;
“Folklor, ji ber berfirehiya qada xwe, zanisteke wisa ye ku
çav li mirovan ditirsîne. Kesên ku cara pêşî pê re eleqedar bûne, qada vekolînê
bi beşên wêjeya devkî yên wekî çîrok û efsane, rond û stran, gotinên pêşiyan,
têderxistinok û zûgotinokan bisînor kiriye. Kevneşopîparêzan vekolînên xwe hêdî
hêdî berev tiştên ku bi zargotinî tên neqilkirin, berev tiştên ku li derveyî
dibistanan tên fêrkirin û bi taybetî berev hemû tiştên jiyanê, berfireh kirin.”
“Zanista folklorê, ji dema ku hatî afirandin ve her tim qada
xwe berfireh kiriye. Folklorzanên ku demên pêşî wekî ku tenê bi wêjeya devkî û
nêrît û kevneşopiyên gel re eleqedar dibin, dihatin dîtin, bi demê re eleqe
nîşanî zanistên xwezayî û hemû hunerên xweşik ên gel dan û pê re eleqedar bûn.
Qada folklorê bi demê re wisa berfireh bû ku êdî hemû têgehan, hemû nêrît û
kevneşopiyan, bi kurtî hemû bûyerên têkildarî çanda gel hembêz kirin” (veg. Ji
P. Saintyves, Evliyaoğlu 1988: 24).
Wekî ku di vê derê de jî tê xuyakirin, folklor zanisteke
berfirehe ku mirov nikare tenê bi wateya ‘lîstikên gelerî’ û ‘stran’, ‘gotinên
pêşîyan’ bikarbîne. Ew beşek zanîstîye
ku wekî her beşê zanistî bi metod û teknikên zanistî li ser ‘çand’a ‘gel’
lêkolîn û vekolîna birêve dibe. Ji ber vê yekê, ango ji
ber ku mijara Folklorê zanyari ya gel e, yanî ‘Çand’ bi xweye, têkilîyê vê beşê
û zanistîyên din wekî civaknasî, mirovnasî (antropolojî), bastanasî (arkeolojî)
û herweha etnografya jî gelekin. Herweha tekilîyên bi siyasetê ve jî –nemaze
‘netewebun’, avakirina netewe- pirin. Gava ku em li dîroka Folkorê jî dinêrin
vê tekilîyê baş dibînin.
Giringîya Beşa
Folklorê:
Neteweperestî û piçekî jê durtir nijadperestî li helekê,
hetanî niha gelên ku dixwazin di vê dinê de cî bigirin ji ‘xwenasîn’ê
destpêkirine. ‘xwenasîn’ jî tê wateya lêkolîna dîrok, ziman û çanda xwe. Weke
neteweke derengmayî, Kurd jî, li rojhilata navîn doza ‘netewebunê’, doza
destgirtina mafê xwe dimeşênin. Netewe, wek me li jor jî gotibu, li ser ‘çand’a
di nava ‘gel’ bilind dibe. Her ku çanda xwe nas dike, rengê xwe dibîne. Tiştên
hevpar bi ‘gel’ê derdora xwe re dibîne; her weha tiştên ku wa ji hevdu cuda jî
dike dibîne. Ango em dikarin bibêjin ku hem xwe nasdike, hem jî ên derdora xwe.
Îro her çiqasî em bibêjîn ku Kurd li ser dîrok û ziman gelek
rê derbas kiribin jî, vî tiştî em ji bo lêkolîna li ser ‘çand’ê nikarin
bibêjin. Gelek berhem hene ku li ser ‘folklor’ û ‘çand’ê hatine nivîsandin,
gelek lêkolîn jî bi vî navî hene, lê mixabin piranîyê van berhema, her çiqasî
bi nîyeteke pakij û ji dil, her çiqasî bi dilxwazî hatibin kirin jî, em dikarin
bibêjîn ku bi rengekî ‘amator’ hatine amadekirin. Sedema
vê yekê bêguman ne yeke tenê ye, lê yek ji wa ev e ku- bi piranî jî ji bandora
perwerdehîya li Tirkî- nezanîna beşên ku bi ‘çand’ê re eleqedar dibin e. Eger
ne nezanîn be, nedîtin e, an jî ihmal kirin e ku her du jî ji nezanînê
xerabtirin.
Di dawîyê de em carek din divê bibêjin ku, Folklor yek beşek
zanistîye ku bi metod û teknîkên zanistî li ser berhevkirin, tasnif kirin,
tehlil kirin û şirove kirina ‘çand’a ‘gel’ xebatan dike. Ji ber vê yekê jî Kurd
–tevli derengmayîna xwe- divê zu bi zu dest bavêjin vê mijarê û vê mijarê di
akademîyên xwe de wekî beş bikarbînin.
Beşên Folklorê:
Wek beşek zanistî folklor, xwedîyê hinek jêrebeşa ye ku bi
teorî û metodên xweyî zanistî wa di bin banekî digihînê hevdu. Wek nimune em
dikarin bibejin ku ev jêrebeşên Folklorê evin;
- Edebîyat a devkî
- Lîstikên Gelerî (Dans, lîstikên zarokan, Şanoya gelerî)
- Muzîk a Gelerî
- Hunerên Gelerî
- Çandinî (û kevneşopîyên bi çandinîye ve girêdayî)
- Bijîşkîtîya gel
- Mîmarî
- Aborî
- Hiqûk
- Orf û adet
Bêguman ev tenê hinek ji jêrebeşên Folklorê ne. Di binê her
yekê de jî şaxên ku pê ve girêdayî heye û tevde jî bi rê û rêbazên Folklorê ên
zanistî lêkolînê dikin.
Encam:
Wek ku bi kurtî li jor me anî ziman, Folklor, yek beşek
zanistîye ku hîna ji hêla Kurda ve zêde dest nahatîye avêtin. Bi pêşveçuna teknolojîyê
û bi guhertinên lez ‘zanyarî û zanistî’ya gel ya ku wê me bi me û bi derdora me
bide naskirin hin bi hin wunda dibe. Ji ber vê yekê jî, di vê pevajoya dîrokî
ku em niha dijîn, bi a min vazîfeya akademîyên Kurda ew e ku rojek berî rojekê
vê beşê damezrînin û dest bi perwerdehîya wê bikin da ku di vî warî de Kurd jî
di nav zanyar û zanistên cîhanê de cîh bigirin.
Çavkanî:
Celîl, Ordixan; Celîl, Celîlê (2013), Zargotina Kurda, Aram,
Diyarbekir
Emrich,
Duncan 1946, “Folk-Lore”, California Folklore Quarterly, Vol. 5, No. 4 pp.
355-374
Evliyaoğlu,
Sait; Baykurt, Şerif 1988, Türk Halkbilimi, Ankara
Örnek, Sedat
Veyis 2000, Türk Halkbilimi, Kültür Bakanlığı Yayınları, Ankara
Öztürkmen,
Arzu 2009 Türkiye’de Folklor ve Milliyetçilik, İletişim, İstanbul
Malper:
*KovaraW Hj. 48, Tirmeh-Gelawêj 2013, 70-71rp.