8 Ocak 2012 Pazar

Li Tirkîyê wesayet a leşkerî qedîya ye û bihar hatîye welat ê min!!

Berî sersalê* bi çend rojan balafirê şer ê Artêş a Tirkî bombe bi ser gundiyên Kurd ê ku derketibun “kaçax”ê de barandin. 36 kes kuştin bi wan bomban. Ji nîvê wan behtir zarokê 12-13 salî, zarokên ku hîna li dibistan a navîn dixwendin bun. Zarok ê bi nav biçuk lê ji ber şert û merc ê jîyanê bi lez “mezin” bubûn û derketibun “kaçax”ê ji bo alîkarîya aborîya malê. Ew zarok ku piştî wegera ji “kaçax”ê wê biçuya cem bav û dîyê xwe û wê pul ê ku bi destgirtine bixista destê wa de û  ji wan re bigota; Ji te re bavo, deynê malê bide, ji te re dayê lazimîyê malê bikire, ji we re xwîşk û birano ji bo lazimîyê we ê dibistanê. We weha bigota bi rengekî “mezin”. Lê hina zarok bun, zarokê 12-13 salî!!
 Ji bilî pere û pul a, laşê wa î bi bomban hatîye parçekirin anîn ji dê û bavê wan re!!
Wê rojê mina rojên berê bi zanebuna leşkerê derdorê ji “sînor” derbasbun. Bi goman neditirsîyan, ji ber ku ji bav û bapîrên wa vir de ev karê wa î ku herkes pê dizanîbu. Kare kî ku bi rengekî kevneşopî dihat kirin li vî warî.
 Û neditirsiyan ji ber ku ji Qilêbanê hetanî Enqerê hay a dewletê ji wa û karê wa hebu!!
Lê mixabin tiştek ji bîr kiribun, tiştekî pir girîng!! Tiştekî ku bapîran gotiye; “êminî bi Romê nabe!!”.
 Ji bîrkiribun ku her çiqasî haya dewletê jê hebe jî, ew dewlet e ku her daîm dixwaze xwe bi darê zorê nîşanî Kurd a bike… û ji bîrkiribun ku xuyakirin a dewletê ji bona Kurda her xwîn, mirin, gule û bombene!
36 kes hatin kuştin bi bombên balafirên şer ê Arteş a Tirkîyê û dengê tu kesî derneket careke din. Bê deng man hemu wicdan… Ker û lal bun… Kor bun…
Ew jî terî nekir, Wezîrê Karê Hundir ya xwe bi ser ya parlementerê Kurd ê ku xwestin ev komkujî neyê ji bîrkirin kir, dengê xwe bilind kir, sor bu, şîn bu û di dawde ya di dilê xwe de derxist; “em tehammulî we dikin, ev gel tehemulî we dike!”. Erê, li ber çawê wi û kesên ku wekî wî difikirê de, em Kurd weku kesê ku bên tehemmul kirin tên dîtin. Yani, dixwazê bibejê ku “eger hun nesekinin em hew tehmulî we dikin”!.
Nesekinî li wir wezir, domand; “em we weku insana dibînin”. Ya rastî ev gavek pêş bu, li gor bapîrê wa. Ji ber ku bapîrê wa wexta ku Kurd ditîn peşî li duv wan dinêrîn ji bo bibînin bê ka tirî heye bi Kurda ve an na!!!  Niha ew gavek pêş de avetine, me Kurda weku insana dibînin!! Gerek em govendê bigirin, lotika bidin li kuçe û kolanan…
Xuya ye ku ev terî nekiriye.. Şunde, bi wê sorbuna xwe, tilîya xwe dihejînê ji parlementerê Kurd re ê ku dibêjin “gundîyê ku zarokê wa hatine bombe kirin, niha jî tên binçavkirin”  û dibê “ezê nişanî we bikim, hunê bibînin”!!!
Hunê bibînin…ezê nîşanî we bikim!!!
Piştî buyerê, yani komkujîyê, yani 33 gule ya modern, yani piştî parçekirina laşê zarokên 12-13 sali bi bomban… biryara veşartinê li ser dozê didênin, ji bo ku veşêrin… û bi ser de çend rojan Serekanî gişkî ê berê tê girtin, her tişt ji bîr dibê…
Alîgirê hikumetê Tirkî, ê ku ji bo komkujîya Qilebanê tu xeber ji devê wan derneketîye, derdikevin derve û bi qêrîn dibêjin “wesayeta leşkerî qedîya!”. Ne xem a wa ye hevpeyvîna ya berî bi du roja bi serakanê gişkî ê niha re. Ne xem a wa ye, gotina wî serekanî ye ku dibêjê “em (yani leşkerî) li dijî perverdehi ya bi zimanê zikmakî ê Kurdî ne”. Ne xem a wa ye spaskirina serokwezir ji heman serekanî re piştî bombekirina zarokên Kurd…
Tê fehm kirin bê xem buna wa jî û alîgirîya wa jî.. Ji ber ku zarokên ku tên kuştin ne zarokên wane, ê ku di binê kona de ji serma diqefilin, yan ji dişevitin ne zarokên wa ne… Deverê ku her roj tên bombe kirin, talankirin ne welate wa ye… 
Lê maç i li Kurdê me qewimîye gidî… Wekî ku tê gotin, “erê ya wa hal e lê ya Kurdê  me çi ahval e”!! ku berî herkesî dibezin û lotika didin… li çepika dixin, ew jî dikevin nav qoroya ku dibê “wesayet qedîya!!”…
Li ber navê wa civaknas tê nivîsandin, an jî niviskar, an jî entellektuel… Li ber gezik nanin li devê derî..şermê!!! Nebin kurmê dara xwe, nebin kewê ribat!!
Nebin kor, ker nebin, bere wicdanê we hişk nebe… ev ne xelasbuna wesayetê ye, nemaze ji bona Kurda…ev destguhartina dewletê ye… ji desteki dikevê desteki dî..behra me her xwîn û mirin, û gule û bombene…Ji bîr nekin!!
Dibêjin, Wesayeta Leşkerî qedîya ye li Tirkîyê, û bihar hatîye welatê min… gul û sosin vebune bi rengê xwe î xwînî!!!

*Ne sersal a bi hesabê ‘kurdî’ sersal a bi hesabê mîladî. Sersal a bi hesabê ‘Kurdî’ 13ê meha peşî ye