25 Mart 2014 Salı

Newroz, Tu her pîroz î!..

Newroz her sal ji sala din xweştir, geştir derbas dibe. Êdî newroz sersala Kurda ye... heta niha semnolek netewî bu, lê êdî hem sembolek netewî hem jî cejna netewî ya Kurda ye. Dema ku Kurdên bakur jî vê rojê wek cejna netewî bi fermî pîroz bikin ne dûr e! Gava mirov li pîrozbahiyên tevayî bakurê Kurdisan dinere, gava beşdarbuna gel, coşa û şahiya gel dibîne, ev fikir di serê mirov de qewîntir dibe!..

Newroza îsal ji salên borî cudatir bû! Ev cudabûn hem di hejmare beşdarbuna gel, hem jî di wateya wê de mirov dikare bibîne. Ya pêşî, îsal newroz di demeke ‘agirbes’ê de çêbû. Vê yekê coş û beşdarbuna gel zêdettir kir. Ya din, newroza îsal berî hilbijartinên heremî bi hefteyekê bû -ku ev hilbijartin dîsa di dema agirbesê dê bên li darxistin û ji bo kurdan gelekî girîngin- û her pîrozbahî bi rengekî ‘mitîng’ê derbas bûn!. Bi van mitîngan disa Kurdan ‘hêz’a xwe nîşanî her kesî kirin... bi rengê xwe û bi dengê xwe!

Ya dawî jî ev newroza îsal, salvegera destpêkirina ‘pevajoya çareserî’yê bû!..Sala borî serokê KCK-ê Birêz Abdullah Ocalan, bi peyamekê ku wek ‘manifesto’ hat nirxandin ev pêvajo da destpêkirin...Ji wê roja heta îro salek bihurî! Çewt, rast, şaş ev pêvajo bi şiklekî û bi piranî jî bi giranîya Abdullah Ocalan meşiya/dimeşe...Lê hinekî ‘sist’ bu ye, hinekî teqiniye, ev jî diyar e...Loma, dîsa çawê herkesî li girava Îmralî’yê bu, ku Abdullah Ocalan careke din, bikeve navberê  û vê girêkê dîsa vekê...Newroza Amedê ya îsal ji ber vê yekê jî gelekî girîng bû, û bi wate bu careke din...

Bi milyonan gel hem ji bo cejna xweyî netewî hem jî ji bo guhdarkirina peyama Ocalan qada newrozê ya Amedê tişe kiribu, bi rengê xweyî kesk û sor û zer... ji ber vêkê ye, dema ku navê Abdullah Ocalan hat xwendin, wexta ku anons hat  kirin ku peyama Ocalan dê bê xwendin, bi milyonan gel xwe lal kir ji bo ku behtir bikaribe peyama serokê xwe his bike... û careke din derket holê ku navê Ocalan bi serê xwe ji bo gelê kurd tê wateyek gelekî mezin... Newroza Amedê ev yek carekedin nîşanî dinyayê kir...

Newroza Amedê ji ber sedeman gelekî girîng bu û li gor vê girîngiya xwe derbas bu...rengîn, bi coş, di nav şahiyek bêhempa, bi govend û dîlana...

Hinek nêrînen din!...
Îsal dîsa gelek mevan hebun, hem ji çar aliyên Kurdistanê û hem jî cihanê tevde, gelek rojnamevanan jî ji bo dîmenê dîrokî hatibun Amedê û nêrînên xwe, dîmenên xwe bi gelê xwe re, bi cihanê tevde re parve kirin...

Ji serê sibehê, gel kom bi kom ber bi qada newrozê ve meşiya... berî ku bername destpêbike qada newrozê tişe bu bû jî..lê mixabin gelek ji wan ên ku tiştên wek, av, simît, kebab û hwd. difiroşin bûn...Ew qasî bê de çubûn ku, li cihê çadira tenduristiyê dê bê danîn jî donerfiroşek û avfiroşek ji serê sibehê de hatibun û ‘girtibûn’ ji xwe re.. biheyran û qurban ji vê derê derketin...di serê sibehê de behna kebaban difuri li qada newrozê, ‘aroma newrozê’... Bawerim ev yek dê bibê mijara nirxandinê û dive çareyek jê re bê dîtin...

Mijareke din ji bo nirxandinê heye ya rastî, ew jî ‘mesela ekolojî’yê ye... wek ku tê zanîn, di siyaseta îro de gelek tişt tên gotin li ser ekolojiyê, lê mixabin di pratikê de careke din kurd li paş dimînin û piştî her tiştî jî li paş xwe nanêrin!...Divê dîmenên piştî newrozê ji hêla hemu berendamê şaredariyan û komeleyên ‘ekoloji’yê ve bi baldarî careke din werin dîtin da bizanibin ku ekoloji ne tenê çêkirina parkan, û çandina daran e.. Jê re bingeheke ‘çandî’ pêwîst e... ew jî bi ‘çandin’a zihnîyeteke nû, bi ‘ava kirina’ çandeke ‘nû’ ve girêdayi ye...


Newrozeke din derbas bû, li her aliyên bakurê Kurdistanê, bi coş û şahî û dîlanan.. bi dengê xwe bi rengê xwe kurdan dîsa deng dan cîhanê, gotin em li vir in...

Amed? Amed dîsa bu fînala pîrozbahiyên newroze, bi dengê xwe, bi rengê xwe, bi peyamê xwe...
Newroz, tu bi xer hatî û tu her pîroz î, tu her pîroz be!...

Amed,

Newroz...

Çend dîmen din ji Newroza Amedê....





Bukên Newrozê!..


Uğur, Ceylan û Berkin.. niha li cem hev in...! û di dil û bîra Kurdan de...


Kebabfiroşekî 'qozîkek' ji xwe  re girti bu!! 









govend û dîlan... 



Derdor piştî pîrozzbahiya...!


Agirê newrozê piştî ku pîrozbahî qediyan jî hîna xurt bû!..