4 Eylül 2018 Salı

Bi boneya 8emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê!

            Merheba!
            Min di 2011an de dest bi vê blogê kir û her dû salên şûn de hinekî aktîf bû, lê hin bi hin rawestiya bi awayekî xwezayî. Pêşî kar û barê akademiyê, ders, nivîs û xebatên akademîk wext nehişt ku berê xwe bidimê. Bêguman rewşa salên dawî ku em di nav de derbasbûn jî hinekî bandor lê vê neçalakbûnê kir, pêvajoyê hinekî em westandin, em rawestandin! Lê êdî divê hêdî hêdî ev rewş jî biguhere! Min jî xwest vê rewşê bi nivîseke derbarê 8emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê biguherînim.

            8emîn Festivala Filmên Kurdî/Berlîn
Dîroka sînemaya kurdî carina bi filmê Zarê/Zerê tê destpêkirin ku di 1926an de hatiye kişandin. Û carina bi sînemaya Yılmaz Guney ku nasnemaya wî ya kurdî (û herweha ya sînemaya wî) piştî 1980yî li sirgûnê bêhtir derdikeve pêş. Wekî din dikare bê goti ku salên 90î di warê çand û hûnerê de -bi taybetî li Tirkiyeyê- destpêkeke nû bû ji bo kurdî û xebatên derbarê kurdî û bêguman bandor li ser sînemaya kurdî jî kir ku encamên wê di dawiya salên 90î de hêdî hêdî derketin meydanê.


Salên 2000î, bi gotineke din destpêka sedsala 21emîn, ji bo sînemaya kurdî jî xaleke din a girîng e ku hin bi hin xwe nas kir, xwe da naskirin. Îro ji hemû parçeyan û herweha ji nav kurdên diyasporayê gelek kurd hene ku bi sînemayê ve eleqedar dibin, sînemaya kurdî pêş ve dibin.
Di vê pê(ş)deçûnê de û pêvajoyê de pêwîstiyên avakirina platformên sînemayê derketin meydanê ku festîval wek bersiveke wan bûn. Bawerim di vî warî de Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê (LKFF- http://www.lkff.co.uk/) ya pêşî ye ku heta îro jî dewam dike û îsal di navbera 13-22 Nîsana 2018an de ya 10emîn hati lidarxistin. Herweha Festîvala Navnetewî ya Duhokê jî divê bê bibîranîn ku îsal dê ya 6mîn bê lidarxistin (bnr. http://duhokiff.com/).
Yeke din jî Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê ye ku îsal min derfet dît hinekî beşdar bibim. Bi rastî haya min jê tune bû heta ku mamosteyê Sînematografiyaya Kurdî hevalê min Yılmaz Özdil xeber da min. (Li vir divê çend gotin ji bo Yılmaz Özdil bên gotin, ji ber ku bi xîret û tevgera wî îro dersên derbarê sînemaya kurdî li Zaningeha Mardîn Artukluyê li beşa Ziman û Çanda Kurdî de tên dayîn û xwendekar derbarê sînemaya kurdî de agahdar dibin, bi sînemaya kurdî re eleqedar dibin ku ji bo xwendekaran derfeteke gelekî biqedir e).
8emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê di navbera 23-29 Tebaxê de bû (http://kurdischesfilmfestival.de/). Divê bê gotin ku ev festîval bi ked û xebata Mehmet Aktaş ji 2002an û vir de tê lidarxistin. Tişta min fam kir Mehmet Aktaş bi tena serê xwe û bi hemû bêderfetiyan vê festîvalê li dar dixe, û her weha kafeya ku bi navê Lorî vekiriye jî ji bo mazûvaniya hemû mêvan û beşdaran bi kar tîne. Heftiyekê xwarin-vexwarin aîdê Lorî bû. Bi gotineke din Mehmet Aktaş bi tena serê xwe (bêguman heval û kesên derdorê, xebatkarên Lorî û sînemagerên Kurd bi awayekî pê re ne) karê komele û saziyan dike û loma jî bi ya min eger rojekê xelatek bo sînemaya kurdî bê dayîn, divê yek ji xwediyê vê xelatê jî Mehmet Aktaş be.
Ez dîrej nekim, ji ber bêderfetbûnê û pirsgirêkên din tenê ez di dawiya heftiyê de du rojan beşdarî vê çalakiyê bûm, lê di van her du rojan de min gelek kes nas kirin, derhêner, lîstikvan û çalakvanên sînemaya kurdî, lê dîsa mixabin min li kêm filman temaşe kir. Yek jin wan filmê Bahman Gobadî yê bi navê Life on the Border- Jiyana li ser sînor bû ku Gobadî bi heft zarokên penaber ji Kobanî û Şingalê çekiribû. Gobadî kamera daye destê wan zarokên derhêner da ku bi çavê wan rewşa wan pêşî temaşavanan bike.
Yeke din jî belgefîlma Zanyar Adamî ya bi navê The Guerilla Son-Kurê Gerilla/Peşmerge bû ku hikayeteke şexsî ya xwe vedigot. Zanyar Adamî gava dixwest hikayeya bavê xwe bi kameraya xwe bikişe û belgefîlma wê paşerojê çêbike, rastî hikayeye xwe dihat û ev hikayeya zarokekî ku hê 5 salî ji dê û bavê xwe qût bûbû û bi tena serê xwe ber bi Swêde hatibû şandin bi awayekî hestiyar peşberî me dikir. Di wê tariya salonê de hîskehîska bi dizî ya girî dihat. Zanyar Adamî tevî her dû kurên xwe ew jî beşdarî film bû û bersiva pirsên temaşevanan da.
Dîmenek ji panela li Cafe Lorî
Roja din li Cafe Lorî panelek hebû li ser mijara "Di Dema Şer de Çêkirina Fîlman" ku Dr. Yılmaz Özdil, Hussein Hassan (Derhêner-lîstikvan) û Ayoob Ramadan (Wezîrê Çandê yê Herêma Behdînan) wek axaftvan bûn. Di vê panelê de her weha li ser pirsgirêkên sînemaya kurdî jî hinek nêrîn hatin bilêvkirin. Lê ji bo min tişta herî balkêş ew bû ku sînemagerên kurd zêde li ser "sînema"yê kûr dibin û girêdanên wê bi disîplînê din re zêde li ber çavan nagirin. Bi ya min pêwîstiya sînemaya kurdî bi nêrînên derveyî sehaya sînemayê jî hene wek antropolojî, sosyolojî, zimannasî û hwd.

Çend nêrîn derbarê sînemaya kurdî
Di vê nivîsê de ezê jî li gorî xwe û çavdêrîyên xwe- hêvî dikim wek hedderbaskirinê newe dîtin- fikir û pirsên ku derbarê sînemaya kurdî bi min re çêbûne parve bikim;
Dikare bê gotin ku mijara sînemaya kurdî bi awayekî şer û travmayên girêdayî şer in. Ji aliyekî ve normal e ji ber ku erdnîgarî û civak di nav şer de ne û derhêner û lîstikvan jî -heta niha- bêhtir ew kesên ku di nav şer de mezin bûne, an jî bi awayekî têkildarî şer bûne, aliyekî wan her di nav şer de bûye. Û xuya ye ku dê hê ev şer li ser erdîgariya kurdan û Kurdistanê dewam bike. Lê her çiqasî şer hebe li vê erndîgariyê, û sînema jî nikaribe xwe dûrî vî şerî bihele, hikayeyên din jî hene di nav jiyana kurdan de û bi ya min ev hikaye li benda derhêner û çêkeran in. Belkî jî nifşên nû dê berê xwe bidin van hikayeyan û rengekî din ên civakê pêşî bîneran bikin. Bi ya min ev yek ji bo bibingehebûna sînemaya kurdî jî pêwîst e. Wekî din li gorî fikra min ev nîşandana şer û mexduriyeta kurdan bi xwe re "self-oryantalîzm"ekê jî tîne û piştî demekê êdî bîneran jî aciz dike. Yanî wek pirs mirov bipirse; gelo dê heta kengî şer û travma mijarên sînemaya kurdî bin? gelo sînemaya kurdî dê bikaribe -an jî kengî dê bikaribe- xwe ji van mijaran dûr bixe û berê xwe bide mijarên din?
Belkî jî ev girêdayî niştecîbûnê ye ji ber ku "modernîzma kurdî" li derve ava bûye. Edebiyata modern, roman, mûzîk, wêne, û her weha sînema, loma dibe ku ji dûr ve tenê ev mijar hatibin "dîtin". Lê êdî ew dem derbas dibe û gelek kes li hûndir dest bi kar kirine. Dibe ku ev jî pêvajoyeke derbasiyê be û demeke lixwegerînê be ji bo sînemaya kurdî.
Hêvî dikim di pêşerojê de bi reng û deng û "nasname"yeke xwe sînemaya kurdî jî -mesele wek ya îranê- bikeve nav qada sînemaya dinyayê de. Bêguman ev jî bi alîkarî, hevkarî û barhilgirtina hemu saziyên kurdan dê pêkan be.
Lidarxistina festîvalan bi awayekî rêya derfetên bi vî rengî vedikin. Lê bi baweriya min ji bilî festîvalan platformên din jî divê bên avakirin. Wek mînak, ji bilî çend tez, pirtûk û nivîsên li ser înternetê zêde derbarê sînemaya kurdî zêde çavkanî tune ne. Îro em dibînim kovarên akademîk ên kurdî jî derdikevin, loma kovareke akademîk derbarê sînemaya kurdî jî îro dikare bê derxistin. Ev kovar hem dikare bibe platformek bo sînemaya kurdî û hem jî hevgirêdanek di navbera sînemaya kurdî û disîplînên din de. Mijar berfireh e û hêjayî niqaşê ye.
Me bi 8emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê dest pê kir, û bi nêrîn û hêvî û peşnîyazan qedand. Wekî kesekî derveyî qada sînemayê nêrînên min jî derbarê festîval û sînemaya kurdî de ev in. Eger xeletiyek hebe ji niha ve lêborînê dixwazim ji pisporên vê sehayê.

04.09.2018

Hildesheim