9 Kasım 2020 Pazartesi

Ji bo xalê min Ewdilferît!...

Ev nivîseke şexsî ye… bi hestiyarî hatiye nivîsîn…

Jiyan derbas dibe bi lez. Diherike wek çemekî xurt.. Ew qasî bi lez e ku mirov tê nagihije ku diherike, dibêje qey di cihê xwe de sekinî ye, nemaze di vê dema me yî ku her tişt bi lezê ve girêdayî de. Jiyana mirov di vê herikandinê de kêlîkeke piçûk e, bi gotina bavê min heta însan çavê xwe miç û bel dike dibîne ku heyat jî qediyaye. Û di nav vê lêzê de, di nav keft û lefta jiyanê de mirov ne bi xwe û ne jî bi vê herikandina wext dihise. Kengî yekî/e nezîk bêwext bar kir, wê demê mirov bi xwe jî û bi wextê derbasbûyî jî dihise. Wê demê dikeve nav fikaran, li paşeroja xwe, li wextê derbasbûyî dinere. Hemû bîranînên têkildar li ber çavê mirov derbas dibin yek bi yek. Ev bîranîn in ku wext û mirov careke din pêşî mirov dike.

Xalê min jî bêwext bar kir ji nav me, bêdeng, hema wilo! Erê rast e, her çûyîn bêwext e ji bo kesên derdorê, her çûyîn diêşene mirov, rast e. Lê mirov diêşe, ew jî rast e! Serê sibehê li dûr min bihîst çûyîna wî, wek perengekî kete nav sînga min. Ew demên ku wî di jiyana min de cih girtibû yek bi yek di ber çavên min re derbas bûn.

Zaroktiya min li Gund derbas bû, di nav xalanên min de- ya rastî ji xeynî du xalên min ên din li bajêr bûn- li cem kalik û pîrka xwe tevî xal û xaltîkên xwe. Loma bandoreke wan li ser jiyana min, mezinbûn û gihiştina min heye, û di jiyana min de cihê wan jî cuda ye! Û loma dilê min jî gelekî diêşe bi van çûyinên bêwext…

Heta ez li Gund bûm, ji bo min yek ji xalên min ên li bajêr bû. Piştî ku ez hatim Nisêbînê û min li wir dest bi mektebê kir, êdî bû xalê min ê mala wî li Çukobirlikê. Ew Çukobirlik a ku derdora wê bi dîwarên mezin pêçayî. Li gorî têgihiştina zarokatiya me ya wê demê Çukorbirlik gelekî “dûr” bû… Cihekî “cuda” bû! Loma jî ji bo hevsalê me yên wê demê şanaziyek mezin bû ku em diçûn wir her heftî bi gogê dilîstin û herweha wek îmtiyazekê bû. Mala Xalê me li Çukorbirlik bû, ji ber ku! Memûr bû, ku dîsa li gorî nêrîna me ya wê demê tiştekî gelekî mezin bû!. Jiyana wê derê ji bo me tiştekî balkêş bû! Loma her ku em diçûn di deriye banî re û me digot “em ê herin mala xalê xwe”, mezinahiyek jî bi me re çêdibû!

Xaniyê 3 ode û salon, xwedî mitbex û tiwaleta di hundirê malê de ji bo min/me tiştekî ecêb bû. Odeya mêvanan bi koltix jî wilo tevî televizyona ku tê de… Şevbêrk hebûn wê demê ku carina ez bi bavê xwe yan jî bi diya xwe re diçûm û em li wê odê rudiniştin. Cara pêşî min li wir dît ew mekîneya ku hundirû dikir weke bûzê!

Her çiqasî “dûr” be jî, Xalê min ne “dûr”î me bû! Hê di bîra min de ye ku her destpêka mektebe digot bere bê ji bo defter û kîtêbên mektebê ji bo min bikire. Ez diçûm Çukorbirlik û min digot “ez hatime cem xalê xwe Ewdilferit” û bi hesanî diketim hûndir. Ew kesên li wir wek mi’alimê mektebê bûn. Ne wek me û yên derdora me bûn, bi pantor û qerewat bûn, pîrek bi etek û qundire! Xalê min jî di nav wan de bû û digot were cem min!

Sal tê re derbas bûn. Nizanim bê çime û çawa bar kirin çûn Batmanê, bajarê petrolê. Tam nayê bîra min, lê bawerim tiştekî bi kar girêdayî bû. Divê biçuya… Batman ji zû de ye li çep dikeve. Çûn û hatin ne hesanî ye.. Dûr e û her bidûrveçûyîn dûrketinekê jî bi xwe re tînê… Piştî barkirina wan ew kêfxweşiya me ya Çukobirlik jî nema bû êdî… Em jî mezin dibûn hin bi hin… Ew şevbêrk neman... çûn û hatin kêm bû..

Sal derbas bûn di sere… Li Enqere bûm, vê carê ew hatibûn cem min… Wextekî dirêj me tevde derbas kir, bêhtir me hev nas kir… Bêhtir me ji hev hez kir… Têkilyeke din çêbû di navbera me de… Hem di xebata masterê de û hem jî di doktorayê de gelek bû alîkar ji min re…

Piştî kalkê min ji nav me bar kir êdî ew mabû mezinê “mal”ê! Lê ne “mal” mala berê bû, ne mezinatî wek berê dibû! Dîsa jî li gotina wî dimeyzandin gelek caran…

Min di destpêkê de got ku ji lêz û bez û keft û lefta jiyanê em gelek caran ne bi xwe, ne jî bi derbasbûna jiyanê dihisin… Em mezin dibin û her em mezin dibin ewqasî jî em bi dûr dikevin… Kengî yek ji mezinên me ji nav me bar dike em wê çaxê bi xwe, bi wext û vê dûrbûnê dihisin… Çûyîna Xalê min jî hissiyateke wisa bi min re çêkir...

Cara dawî meha Temmuzê bû ku ez lê geriyam, berî werim Almanyayê, min xwest herim cem, hem wî bibinim û hem jî bîranînên wî û Dilgêş jê guhdar bikim. Meseleya Koronayê rê neda em hev bibînin û me got “naxwe careke din”… Careke din….

Gava xalê min ê din vê sibehê got “mixabin em diçin Gund..” min fam kir ku ev ne yek wek wan çûyinên zemanê berê ye…. Min tenê got "temam".... Ez li van tiştan difikirim ji sibehî ve, hêstir di çavên min de, di qirka min de disekinin gotinên min, li xwe divegerînim… 

Wextên derbas bûyî… Wextê bi lez diherike...

Em belkî ne di wê ferqê de ne, lê her yekî mezinê me diçê, bi xwe re gelek tiştên din jî dibê… Ew tiştên ku me nêzîkî hev dikin, bîranîn… girêdan… paşeroj… bi hezaran tiştên din niha di serê min de....

Di nav van fikar û hestiran de, tenê wêneyek di serê min de aliqî xuya dike… Rûyê te yî bi ken... 

Oxir be Xalo!...

Hildesheim-Almanya