9 Temmuz 2013 Salı

Çalakiyên Parka Gezî û çend encam*

Çalakîyên ku di dawiya meha Gûlanê de li meydana Taksim (İstanbul) ji bo darên parkê neyên birîn û ew cîh nebe ‘mall’ destpêkiribu piştî midaxaleye tund a polisan, bi navê ‘Çalakiyên Parka Gezî’ li bajarên mezin ê Tirkiyê belav bun. Piştî mehekê ev çalakî û tesîra wa ne wek rojên pêşi be jî bi şiklekî berdewam dike. Ji çend alîyan ve encamên van çalakiyan û girêdanên wan bi ‘pevajo’ya ku kurd têde ne ango mizakereyên di navbera PKK û AKP’ê li ser ‘pirsa’ kurd hene.

Berî her tiştî dive mirov bibeje ku ev çalakî di dîroka Tirkîyê ya piştî derbeya leşkerî di 12 îlonê, 1980’yî de cîyekî girîng û taybet digire. Di vê navberê da, yani zêdeyî 30 salî li Tirkiyê nifşeke ku ji siyasetê dûr, bi tirs û piranî jî neteweperest hat avakirin. Di vê avakirinê de şerê ku li Kurdistanê dihat meşandin ji alîyê dewleta Tirkiyê ve wek enstrumaneke siyasî dihat bikaranîn. Bi alîkariya vî şerî, mirov dikare bibeje ku dewletê, neteweperestbuna gelê tirk û nifşê nu qewîntir dikir. Ji alîyên din ve jî her xwestin, gotin an jî xwepêşandan bi şer ve dihat girêdan û tiştekî wek li dijî ‘yekîtîya netewe û dewlet a tirk’ dihat nîşandan û bi vê hincetê jî dihat çilmisandin. Di vê demê de di navbera nifşa nu û dewletê de tekiliyeke ‘bav û zaro’ ku bingeha xwe ji dîrokê digire hat bicîhkirin an jî qewîntir kirin. Ji ber vê yekê jî çalakîyên ‘Parka Gezî’ gelek girîngin û mirov dikare bibeje ku bi van çalakiyan ev têkîlî hinekî şikestin. Vê yekê wek encama yekemîn em dikarin bibêjin. Di vê şikestinê de bêguman tesîra gelek tiştên din wek pêşveçuna teknolojî û çapameniya sosyal û globalîzasyonê  jî hene, lê ev tişt mijareke din e.

Duyemîn, AKP ya ku di hilbijartina dawî de nêviyê raya standiye û xwe di dema ‘hostatî’yê de dibîne, bi têsîra buyerê ku li Rojhilata Navîn pêk hatine û tên, ji roja pêşî ve bi tundî midaxaleya xwepêşandanan kir. Di midaxalayên polisan de 4 kes mirin, bi dehan kes bi bombê gazê û guleyên plastîk çavên xwe wenda kirin, bi sedan kes brindar bun û bi hezaran kes hatin binçavkirin. Hê jî operasyonên binçavkirinê didomin. Serokê AKP û Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ev midaxaleya ku ji aliyê herkesî ve wek ‘hêza bêhevgirtî’ tê binavkirin, wek ‘destan nivîs’ nîşan da. Polisê ku li ber kamerayê xwepêşanderê bi navê Ethem Sarisülük kuştibu ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Ne ji bo tu polisan û ne jî bo serdarên wan lêpirsîn nehat kirin. Bi serde Serokwezir Erdogan got ku ewê raya polisan zêdetir bikin. Ev tevde dide xuyakirin ku hikûmata AKP û Erdogan ber otorîterbûneke tundtir ve gavan davêjin. Yan jî ev buyer ji bo vê yekê wek mahne bikar tînin. Nîşanê vê yekê jî hene. Burokratên AKP ji bo kontrola li ser twitter û facebook zêdetir bikin li ser qanûnên nu xebatan dimeşênin, kesên ku piştgirî dane û didin çalakîya ‘Parka Gezî’ bi aşkere tên tehdît kirin, çapameniya giştî xwe ker kir, ya ku mabu jî ji aliyê dewletê ve dengê wan hat birîn. Ev tev de hewldana hikumeta Tirkiyê ya ber bi otorîterbune ve dide xuyakirin.

Ev her du encam mirov ber bi ya sêyemîn ve dibe. Ev jî nêzîkbuna hikûmeta tirkî bi ‘pevajoyê’ ve ye. Wexta ku çalakiyên ‘Parka Gezî’ destpêkirin, bi piranî ji aliyê AKP’ê ve evna buyereke li dijî ‘pevajoyê’ hat dîtin û wiha jî xwestin bidin xuyakirin. Ji ber vê yekê jî gavên xwe ji bo ‘pevajoyê’ hinekî giran kirin.  Lê belê piştî ‘silav’ên Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo ‘Parka Gezî’ ev yek jî wek mahne ji hole rabu. Buyera li navçeya Lîcê ya Diyarbekirê, ji alîyen xwepêşandarê ‘Parka Gezî’ li Stenbol, Enqera û Eskîşehîr –her çiqasî ne bi hejmareke zêde be jî-hat protesto kirin. Vê yekê destê hikûmeta tirkî hinekî din vala kir. Ji ber hikûmeta tirkî ji serî de dixwaze ku ‘pêvajo’ li gor xwesteka wê bimeşe, di vê demê de jî xwest bi hincêta van çalakiyan gavan giran bike û xwest xwe bi aliyên din bide qebul kirin. Vetoya li ser Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder ji bo çûna girava ‘Îmralî’, gotina mîna ‘di bernameya me de perwerdeya kurdî û daxistina berajê ji bo hilbijartinê tuneye’ di vê çarçovê de dive werin dîtin.

Bêguman ev encam û girêdana wan bi ‘pevajoyê’ re ji bo peşeroja hikûmeta tirkî û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoxan jî girîng in.

Dîroka hişmendîya ku AKP jê derketiye û dîroka Komara Tirkiyê herçiqasî rê bi hikûmeta tirkî nede da pirsgirekên xwe bi awayekî demokratik çareser bike jî, guhertinên dinê û buyerên Rojhilata Navîn zorê li AKP û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdoxan dikin ku van pirsgirêkên xwe bi rêyeke demokratîk çareser bikin. Ew jî dizane ku eger ne bi vî awayî be, tiştên li Rojhilata Navin diqewimin ne durî Tirkiyê û hikûmeta AKP’ê jî ne. Ev yek sedema dudiliya AKP û Serokwezîr Recep TayyÎp Erdoxan e û nêzîkbûna hilbijartinan vê dudilîyê zêdetir dike. Rojên pêşîya me wê bide xuyakirin bê ev dudilî bi kîjan alî ve tê tewandin. Niha alîyê otorîterbunê girantir xuya dike!.


Diyarbekir / 08.07.2013


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder