15 Eylül 2013 Pazar

Bîr û Kurd û Netewebun…

5-6-7-ê îlonê li Enqere, paytextê Tirkiyê, li zaningeha Bîlkent’ê dîsa bi hevkariya zaningehê ji hêla ‘Komelaya Lêkonînên Çandî’ (Kültür Araştırmaları Derneği) bi navê ‘bîr û çand’ê sempozyûmêk hat li darxistin. Ji gelek zaningehê Tirkiyê û Ewrupa û Emerîka bi sedan lêkolîner û akademîsyen ji bo axaftinê beşdarî vê sempozyumê bun. Babetên sereke wek li jor hat gotin bi ‘bîr û çand’ê ve girêdayîbun. Di nav va de wek mînak ‘koçberî û bîr’, ‘bîr û bajar’, ‘bîr û mekan’ û wek mekanê bîr’ê mûze em dikarin bidin. Lê mijar ne ev tenê bun, gelek mijarên din di bin va sernivîsan de hebun. Di sempozyûmê de axaftineke me jî li ser mûzeyên bajêr hebu. Derbarê kurdan û bajarê kurdan jî mijar hebun di sempozyûmê de.

Wexta ku mirov dibîne ku komeleyek li zaningeheke wusa mezin-ez dibe zaningeha herî mezin ya taybete li Tirkiyê- sempozyûmeke navnetewî li dardixe û yek ji zimanê axaftinê jî Tirkî ye, mirov hinekî hesudiyê dikişêne. Ev ne zikreşiye lê hesûdiyeke, em bibêjin, akademîk e. Dibe mirov carek din kesên ku ev sempozyûm li darxistine pîroz bike ji ber ku karekî gelekî baş kirin û serkeftî meşandin. Mirov dixwaze ku li Kurdistan, li zaningehê Kurdistan jî sempozyûmê wusa bên li darxistin û di van sempozyûman de kurdî jî wek zimanê axaftinê be. Lê mixabin em kurd hinekî ji vê dur xuyadikin! Ji ber ku hîna em nikarin ‘kongreyek netewî’ li dar bixin!

Îro em dikarin bibêjin ku pêdiviya gelê kurd ji herkesî behtir bi ‘bîr’ û bîranînê heye. Ev sed salin ku li ser axa xwe ji bo mafê xwe ditekoşin, şer dikin, tên kuştin û rû bi rû yê qetlîama tên. Qoçgirî, Zîlan, Agirî, Dersim, Meraş, Enfal û Helepçe tenê hinek ji va qetlîama ne. Bîranîna wan an jî nejibîrkirina wan ji bo kurdan tevde tiştekî pir girîng û ‘netewî’ ye.

Bîr[1] wek tê zanîn di kurdî de tê du wateyan. Yek jê cihê ku ji bo avê tê kolan û gelek kur e û  yan din jî ew e ku serpêhatî tê de tên ‘parastin’. Di va her du wateyan de jî ‘kurahî’yek derdikeve holê. Yek kurahiya di bin erdê de û yan din ‘kurahî’ya di zeman de. Ji vî alî ve du curê ‘bîr’ê tên xuyakirin. Yek jê ‘bîr’a şexsî û yan din jî ‘bîr’a civakî. Kurd îro li ‘bîr’a xweyî civakî digerin, dikolin, an jî dibê bigerin û bikolin. Ji ber ku ji alîyekî ve ‘netewe’ li ser vê ‘bîr’ê ava dibe an jî tê ava kirin.

Divê bê zanîn ku bîr ne tenê ji serpêhatiyên ‘nexweş’ pêk tê. Herweha, tiştê ku ji bo civakê an jî ji bo netewe girînge, tiştê ku ji bo civakê bi ‘wate’ye jî ‘bîr’e. Paşeroja civakê tevde di vê ‘bîr’ê de ye. Bîr di çandê de ye û çand jî di bîrê de. Ji ber vê yekê jî ger mirov bixwaze kurahiya gel fam bike dive mirov têkeve ‘bîr’ê û di wext de vê kurahiyê bişopîne. Wek ku hat gotin kurahiya gel di nava gel bixwe de ye, di nava çanda gel de ye. Ji bo destxistina vê kurahiyê lêkolîn û lêgerîn dive û ji bo vê legerînê jî pêdivî bi sazî û komele û zaningehan heye ku bi şiklekî zanistî bikaribin van lêkolîn û lêgerînan bikin.

îro, erê kurd di rewşeke dijvar de derbas dibin, derdora wa tevde agire, lê ji aliyên din ve tevgerên wusa jî pêwîstin. Ji ber ku yek gel an jî netewe dahatuya xwe  bi zanêbun û famkirina paşerojê xwe, bi bîranîna paşerojê pêkan dike. Ev kar jî karê zanîngeh, enstîtu, komele û saziyan e. Divê ev sazî gund bi gund, bajar bi bajar li ser çand û ‘bîr’a kurdan lêgerîn û lêkolîna bikin da kurd bi êminî li pêşeroja xwe binêrin.

Divê ev zaningeh û sazî û enstîtu van kara bikin da sempozyûmên wusa ferah û navnetewî li bajarê Kurdistan, li zanÎngehên Kurdistan jî werin lidarxistin. Da Kurdî di van sempozyûman de wek zimanê axaftinê bê bikaranîn û da kurd wexta beşdarî sempozyûmên wusa bun jî ‘hesûdi’yek nekeve dilê van.


10.09.2013
Diyarbekir



[1] Ji bo ‘bîr’ê peyva Erebî ‘hafiza’ jî tê bikaranîn, lê li gor min ev peyva ‘hafiza’ wê ‘kurahî’yê ku em behsê dikin dernaxê pêş. Di peyva ‘hafiza’ de wateya ‘muhafaza’ ango parastin bihêztire. Lewma, bikaranîna peyva ‘bîr’ê, ji ber ku ‘kurahî’yê derdixe pêş baştir e. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder