12 Mayıs 2013 Pazar

‘Gelo Cumhurîyet jî di hat van deran’!*

8-ê Gulanê roja destpêkirina vekişîna gerîla bu û li gor agahîyan jî heta niha tu pirsgirêk xuyanakin. Li gor hevpeyvîna rojnameya Ingilîz, ‘The Independent’, bi Endamê Reveberîya KCK-ê Sabri Ok re, vekişîna gerîla wê du meh bikşînê, eger tu pirsgirêk dernekevin [1].  Ji wir û pê da wê çi bibe? Ji bo bersivê divê em piçekî bi paş de herin û bi kurtî bibînin bê çi buye.
Wek tê zanîn damezrandina Komara Tirkiyê, bi şiklê netewe-dewlet, projeyek modernîst bu ku îro em dibînin ku ji çend alîyan ve ev ‘proje’ bi serketiye. ‘Cumhuriyet’ jî binavkirina vê projeyê bu. Ji bo bigihijê vê armanca xwe, yanî netewe-dewletek avabike jî ji rexekî ve dest bi red û inkar kirina gelên ku di vê erdnigarîyê de dijîn kir, û ji rexê din ve jî bingeha netewa ku nu dihat ‘avakirin’ amade kir. Ji ‘çêkirin’a ziman heta ‘nivîsandin’a dîrokeke nu ev xebat bê rawestandin meşandin. Kesê ku li dijî vê projê derketin jî –heta îro jî hê jî Kurd- bi zor, qetliam, sirgûn, yanî bi ‘tedîp û tenkîl û tehcîr’ hatin rawestandin an jî dengê wa hat birîn an jî xwestin ku dengê wa bi vî rengî werê birîn û werin rawestandin.
Herweha, Amadekarê vê projê, bi dibistanên xwe, bi enstîtuyên xwe, bi akademî û zaningehên xwe, bi sazîyen xwe û bi arteşa xwe ji bo vê armanca xwe î ‘pîroz’ xebitîn û hê jî dixebitin. Armanc wekî ku li jor hatî gotin, li ser axa ‘misak-ı millî’ avakirina netewe-dewletêk û li seranserî vê axê damezrandina serdestîya ‘Cumhuriyet’ê bu. Astenga herî mezin li himber vê projê, bi piranî, nerazîbuna gelê Kurdistanê bu û ê buyî em tevde dizanin! ‘Serhildan’, qetliam, tedip, tenkîl û tehcîr. Yanî, wateya ‘Cunhurîyet’ê ji bo Kurd û gele Kurdistanê ev bu. Ji ber vê yekê jî ev proje bi şiklekî ‘qop’ ma, û wiha gehişt hetaî îro.
Herçiqasî em bibêjin ku ev proje ‘qop’ maye jî, Ji gelek alîyên girîng ve jî, mirov dikarê bibêje ku ev proje bi serketiye.  ‘Çêkirin’a zimanekî nu û pê re jî ‘avakirin’a netewek nu bi serê xwe serkeftinek herî mezin ê[2]! Mînaka herî mezin jî warê Kurda, Kurdistane. Îro li Bakurê Kurdistanê, li cîyê ku her tim li himber vê projê tevger hebu, bi tevahî zimanê Tirkî tê bikaranîn, li her gundî dibistanek bi zimanê Tirkî perwerdê dide. Bi televîzyon, bi sînema bi rêze filman, Tirkî, zimanê netewe-dewlet a Komara Tirkîyê, li seranserê sînorê Komara Tirkîyê-Bakurê Kurdistanê jî di navde- buye zimanê sereke. Li Amedê, ‘paytext ê Kurdistanê’ Kurdî tenê li hinek taxê ku feqîr lê dîjîn û ji alîyê ‘entellektuel’an ve tê bikaranîn, lê li nava bajêr, li cîyê bazarê her tim Tirkî ye. Ev serkeftina herî mezin ya ‘Cumhuriyet’ê ye. Lê, ji alîyên din ve jî, ‘Cumhuriyet’ di warê înkarkirin û red kirina gelê Kurd û Kurdistanê de bi serneket. Her ku hewl da bifetisînê, agir geştir bu û bi darê ve girt. Tek û bertek, qanûna xwezayê ye!
Serhildana dawî ku 1984-ê destpêkir, rihekî nu, hezeke geştir da gelê Kurd, agir xurt kir, projeya ‘Cumhuriyet’ê xitimand. Ev projeya ku Ji ber tekoşîn û ‘serhildan’ û nerawestina gelê Kurd ‘qop’ mabu xitimî û êdî nikarîbu bi vî halî bimeşe. Bere ev tu kesî nexapênê, ev proje têk neçuye, beravjaî, bi dibistan, zanîngeh, akademî û enstîtu, bi sazî û artêş û vê carê bi sermîyanê xweyî ‘kesk’ projeya ‘Cumhuriyet’ê didomê. Mebest 2023, ango di sedsala damezrandina ‘Cumhuriyet’ê de nujen kirina projê û daxil kirina kesen ku li derve hatibun hiştin.
Ji doh heta îro guhartina rewşê bi kurtahî ev e û ‘pêvajo’ya ku em niha têde ne di rewşeke wiha de derket holê[3]. Eger bi rengî werê dîtin wê ‘pevajo’ya em tê de behtir werê fêm kirin û çêtir mirov bikaribê bersiva vê pirsê bide;
Ji vir û pê da wê çi bibe?
Roja 25-ê Nîsanê, wek tê zanîn gelek rojnameyên Tirkî jî bo daxuyanîya çapemenîyê çun Qendilê. Gelek ji van jî belki cara yekem bu ku diçun cîyekî ku bi sala wekî ‘bargehê terorîstan’ binav kiribun.  Di nav wan de rojnameya Cumhuriyet jî heye. Gerîlayê ku li xala kontrolê dibîne ku yek rojnamegerê Cumhuriyetê jî hatîye, henekê xwe pê dike û dibeje;
“Wey, naxwe cumhuriyet jî tê van deran! [4]” ev yek bi rastî bersiva pirsa me jî dide!
Çuna rojnameya Cumhuriyetê em dikarin wekî semboleke xwestina firehbuna ‘Cumhuriyet’ê bibînin, an jî binav bikin, ji ber ku wek li jor hat gotin,  ‘Cumhuriyet’ îro li temamê Bakurê Kurdistan, serdestîya xweyî çandi sazkirîye û dixwazê ku li ‘mîsak-ı Millî’ tevde fireh bike. Êdî ew jî dizanin ku ev tişt ne bi çek û zilm û zor, kuştin û sirgun lê bi rîya aborî, bazirganî û bi awayeke polîtîk divê werê kirin. Vî karî ji bo ku ‘Cumhuriyet’ di sala 2023-an de hê jî li ser xwe bê, û di heremê de bi hêz û xwedî gotin bê dikin. Yanî, Ji vir û pêda wê ‘Cumhuriyet’ bixwaze serdestîya xweyî çandî xurttir bike, berfirehtir bike, bigihîjînê ‘Qendîl’ê jî. Wê bixwazin ku zaningeh û dibistanê ku îro li Hewlêr’ê hatine vekirin  sibe li ‘Qendîlê’ jî vekin. ‘Pevajo’ ji bona wan tê wateyeke wiha, û amadekarîya wan jî ez bawerim ji bo vê yekê ye. Lê pirsa girîngtir, Kurd wê çi bikin, û amadekarîya wa ji bo vê yekê çîye?
Rastîya me eve ku ev sed sale ‘çand’a Kurdan hatîye binpê kirin. Ziman hatîye qedexekirin, zarava ji hev hatine durxistin, destnivîs hatine şewitandin, tiştên dîrokî hatine revandin an dizîn. Lê ya girîng ewe dê Kurd bi çi awayî li ‘çand’a xwe bikaribin vegerin? Wê çawa fêr bibin dîsan? Gelo wê bikaribin ji bo vî karî dibistan, zanîngeh û akademîyan ava bikin? Dê bi çi şiklî ava bikin? Wê ki di va akademîyan de bixebite? Ev akademî wê çawa bi akademîyên navxwe û derve re ji hêla zanistî ve reqabetê bikin? Yanî;
Ji ber ku ev ‘pevajo’ tekoşîna di navbera du ‘sîstemn’a de ye û em dibînin ku yek ji wana çawa dixebitê an jî wê bixebitê, ya girîng ewe ku gelo wê Kurd li himber vê yekê çi bikin û çawa bixebitin? Yan jî, gelo Kurd çiqasî amade ne ji bo vê yekê?

Diyarbekir
10.05.2013

 *Ev nivîs li vir hatîye weşandin: http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4128
**Wêne: Diha


[2] Ne ku netewe-dewletê pîroz dibînim, lê di sîstema Dinê ya rojane de, hîna jî ziman, avakirina belki ne ‘netewe’ lê ‘nasname’yek girîng tê dîtin û gelek ‘gel’ ji bona vê yekê tevdigerin.
[3]Bêguman bandora rewşa siyasî ya Dinê tevde û ‘Bihara’ rojhilata navîn û buyerê li Surî jî li ser ‘avakirina’ vê pevajoyê heye. Lê ev yek em dikarin bibêjin ku ‘talî’ ye. Yekemîn, berxwedana Kurda ya 30 salî û guhertin a ku din av va sala de li Kurdistan çê buye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder