3 Mayıs 2013 Cuma

Tekoşîn didome!*



25.04.2013, bi daxuyaniya KCKê mirov dikare bibêje ku bu rojeke herî girîng di dîroka tekoşîna gelê Kurd de.

Piştî çend meh û çend hevdtîtin bi Birêz Abdullah Ocalan ji alîyê Komara Tirkîyê ve, û şunde çend çûn û hatinê heyetan ê ‘girav’e û çend nameyên ku hatin nivîsandin, şirovekirin û bersivkirin, 25ê Nîsanê biryarek e ku bi xwere gelek rexne, şirove yan jî ‘tevlihevî’ya di fikirde jî anîn hat sitandin.  Ev biryara ku hat sitandin, ji alîyê Serokê PKK ku îro li dinyayê wekî yek ji ‘mirovên herî bandordar’ tê dîtin wekî ‘perspektif’ ji partî û rexistin û rehavalê xwe re hatibu şandin. Ji ber vê yekê jî mirov dikare bibejê ku ev biryar ya rastî ji alîyê Birêz Abdullah Ocalan ve, ê ku ‘pêvajo’yê bi rêve dibe, hatîye sitandın. Di dawîde jî biryar a ku ‘hêzên çekdar’ yanî gerîlla vekişin dervê ‘sînor’ê Tirkîyê ango Qendîl’a Başurê Kurdistan ê ku niha bargeh a KCK li wire hate sitandin. Li gor daxuyanê, di 8’ê Gûlanê de wê vekişîna gerîlla dest pê bike.

Ev çend mehin gelek tişt hatin gotin li ser vê pevajoyê. Ji ‘metod’a hevdîtinê bigirin hetanî tiştên ku di va hevdîtinande hatine niqaşkirin; ji hin gotinên ku ji wa hevdîtinan ‘derketin’ derve bigirin hetanî çun û hatina nameyan û hetanî biryara davî ya ‘vekişîna gerîlla’ û gelek tiştên dî bi vî rengî hatin şirove kirin, rexne kirin. Ji Kurda hineka go “Kurdistan yan jî ‘Dawa’ hatîye firotin” û ji Tirka hineka jî go “Komara Tirkîyê teslîmê PKKê bu”ye. Li Kurdistanê piştî ‘pevçun’a li Zanîngeh a Dîcle, hinek kesan got ku Hizbullah wê têkevê qadên ku PKKê jê vekişîye û ev jî ceribandin a wê ye. Yanî bi kurtayî êminîyek ji dil bi tu kesî re ji bo vê pêvajoyê tune bu, û hîna jî em dikarin bibêjin ku êminatîyek ji dil tuneye. Sedem a vê yekê jî ewe ku tu kes ‘nizanê’ bê çi ‘dan û sitandin’ çêdibu/çêdibe! Lê pêvajo diherikê û bi lezek e ku mirov êdî nikaribê bişopîne! Belkî jî ji ber vê ‘lez’ê ewlebûnek pê naye…

Ya rastî ez bawerim ku ewlebun a gelê Kurd bi vê ‘pevajo’yê hîna jî nehatîye. Sedemên wê jî bi goman bêbawerîya bi ‘bextê romê’ye. Lê mirov dikarê bibeje ku ‘ewlebun’a wa bi ‘kesê’ ku ev pevajo dest pêkirîye û dimeşîne heye û sedemên yekemîn ê bêdengbuna wa ev e…

Her weha, mirov dikarê gelek tiştan bibeje li ser vê pevajoyê ku ji dîrok û ilmê civakzanîyê piştgirîyê distîne û tê gotin jî. Her tiştê ku tê gotin bingeha xwe ji bîr û bawerîyê ku li ser pel daye, ji nêzîkayîya polîtik û ji hêvî û xeyalan digire. Mirov divê bi vî rengî jî li va ‘gotin’an binere.

Lê tiştekî din ê heye di jîyanê de ku ew jî yek dikarê bi hevokêkê bîne ziman; “tiştê ku nayê guhartin li dinê, guhartin e”.  Mirov divê vê jî bide ber çawa wexta ku li ser vê rewşê bixwazê çend gotina bibêjê. Kes yan jî bawerî yan jî rexistin yan jî tekoşîn ê ku xwe neguherin we têk biçin. Ev realîteke xwezayîye. Ji ber vê yekê jî ev ‘guhertin’ê ku di çend mehan de çêbuna (bi rastî nîşanên wa di 78’an de, di 82’an de, di 90’î de jî heye!) yek bi yek bi guhertinên li heremê û Dinê tev de ve girêdayîye. Encama yekemîn ku mirov jê pevajoyê dikare derbixê ev e.

Ya duyemîn jî ev e ku, bi vê ‘pêvajo’êye re Birêz Abdullah Ocalan wekî kesekî ‘herî bandordar’ di Kovara TIME’ê hat nîşandan[1] û pê re jî di Meclîs a Parlementerên Konseya Avrupa de endamên PKKê ne weki her car bi ‘terorîst’ lê wekî ‘aktivîst’ hatin bi navkirin. Ev her du buyer da xuyakirin ku PKK û serokê wê wekî ‘Hêz’ li rojhilata navîn û dinê jî hat qebul kirin. Yanî bi serok û rexistinên xwe ve bi tevahî PKKê meşruîyeteke navnetewî girt ku êdî vegera wê tunebe. Yanî careke din Kurd û Kurdistan bu ‘mesele’ ya navnetewî.

Ya sêyemîn, ji 25’ê Nîsanê û virde êdî ‘metod’a tekoşînê hatîye guhertin. Wekî ku Duran Kalkan dibeje “Edî em vêna dizanin: kesek tiştekî hazir nadê me, emê rêbazê tekoşîna xwe biguherin û bitekoşin û bawer dikin ku emê bi serkevin”[2]. Wateya vê yeke ev e ku tekoşîn didome û êdî îro ji doh zehmettir e! Doh bar behtir li ser milên gerîlla û hezên çekdar û Qendîlê yanî ên çîyê bu, lê îro bi guhertina ‘metoda’a tekoşînê barekî herî girantir ket ser milên kesên li ‘deşt’ê, an jî sîyaset ê!.

Lê bar ne tenê li ser milên sîyasetê ye, belkî herî girantir li ser milên tevgera çandê ye. Ji ber ku çand bingeh e, bingeha gel e, bingeha netewe ye. Ev bingeh çiqas qewîn be, wê avahîyên ku li ser werin avakirin jî ew qasî qewin bin. Ev bingeh çiqas qewîn be, sîyaset jî ewqasî xurt û pîyê wê li ser erdê be. Ev bingeh çiqas qewîn be, civak ewqasî bi hev girêdayî û demokratîk be û ewqas bi hêvî wê li dahatuyê binêre.

Ji ber van yekan jî, divê Kurd êdî berî her tiştî bi sûd girtina ji tecrubeyên xweyî bihurî û bi rengekî zanistî li çand a xwe wegerin, bikolin, berhev bikin, arşîv bikin, şirove bikin û bi dîsa bi awayeke zanistî bixin xizmeta hem gelên Kurdistan û hem jî ê Dinyayê tevde, bixin xizmeta mirovatîyê. Ji bo ev yekê jî ked û xebateke pir mezin pêwîste. Yanî, Tekoşîn nesekinîye, ne qedîyaye jî, lê bi rê û rebazê nu dewam dike.

Êdî ev tekoşîna ‘demokratîk’e ku ne bi çekan lê bi ‘rexistin’ û gotinan wê bimeşe. Ev tekoşîneke wusaye ku kî xurt bê, kî bi rexistin bê, kî xwedîyê ‘gotin’eke hêja be ewê li pêş bê, ew ê ‘sîstem’a xwe bi pêş da bibe û ew ê bi serkevê.  Di vê tekoşînê de raste wê ‘Cumhuriyet’ jî bixwazê herê Qendîlê, lê wê ‘Qendîl’ jî bixwaze biçê Enqere û Istenbolê!...

Amed
28.04.2013


*Ev nivîs di malpera Bas-news.net de hatîye weşandin..



Hiç yorum yok:

Yorum Gönder