25 Ağustos 2013 Pazar

13-mîn Mihricana çand û xweza ya Munzurê û xwezaperwerî!*

Di navbera 25 û 28 –ê Tirmehê de 13-mîn mihrîcana çand û xweza ya munzirê bu. Her sal di heftîya dawî ya Tirmehê de bi ‘şiar’ekê ev mihrîcan tê lidarxistin. Îsal jî şîar a mihrîcanê  “êdî qîrkirina çand û ekolojîyê bese, berxwebide dersîm” bu. Bi vê şîarê ev mihrîcan hat li darxistin.

Ji ber ‘pêvajo’ya ku em têde îsal tevlîbun zêdetirî salên çuyî bu. Ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkî mirov herikîbun Dersimê. Mirov dikare bibeje ku cih nemabu ku mirov çadir û konê xwe ne vegirtibu. Mirovên ku bi roj diçun çalakîya, an jî diçun ku bigerin û xwezaya Dersîmê bibînin bi şev bi qonsera kêf dikirin, govend digirtin û hetanî serê sibeha jî dîsa di nav kêf û seyranê de wextê xwe derbas dikirin.

Îsal jî wek hersal gelek çalakî, panêl û gotubêj li ser çand û xweza ya Dersim an jî Munzur hatin li darxistin. Bîranîna Seyîd Riza li gundê wî ku ev cara yekemîn e tê kirin, çalakîya herî balkêş û watedar bu. Dîsa vekirina dîvarê Dersim-38 yek çalakîya dinî balkêş û bi wate bu. Hem zîyareta gundê Seyîd Riza û hem jî vekirina dîvarê Dersîm-38 ji bo nejibîrkirina hovîtîya ku dersimê hatîbu kirin çalakîyên gelekî girîng bun.

Îro, tiştê ku di salên 1937-38-an de bi bombebaranê nehatî bidawîkirin, îro bi bendavan û qîrkirina xwezaya derdorê dixwazê werê bi dawî kirin. Wek ku tê zanîn gelek projeyên çêkirina bendavan li ser çemê Munzur hene. Yek ji wan jî bi dawî buye. Wexta ku mirov dikeve hundirê Dersimê, di têketina bajêr de golek li hemberî mirov derdikeve. Her çiqasî wextê mihrîcanê av hinekî tê berdan jî dîsa xuya dike ku av bê çiqasî bilind buye. Ji bo kesên ku berî niha ew çem dîtina cudahîya herikîna çem ji nişkê ve tê xuyakirin. Çem weke berê naherikê. Di têketina Dersimê de dibe gol ji ber bendava ku hatîye çêkirin. Û niha dixwazin hemu gelî û newalên ku çemê Munzur tê de diherike bi avê tişe bikin. Xwezayê wêran û dersimê bêkes bihêlin. Cîyê pîroz xera bikin, çanda hezar salan winda bikin.

Wek her sal îsal jî mijara herî girîng bendav û qîrkirina çand û xwezayê bu. Dîsa gelek kes hatibun ji bo bal bikişênin ser vê yekê. Çalakî, qonser, bîranîn tevde ji bo vê yekê bun. Lê mixabin dijayetîke gelekî mezin jî di vê mihricanê hat xuyakirin ji bo kesên ku bixwazin bibînin. Ev yek jî, lewitandina xwazêyê bi destê kesên ku ji bo parastina xwezayê hatine vê derê bu. Bi hezaran kesên ku ji bo balê bikişînin ser xweza û qîrkirina çandê tên bajêr, di hundirê sê-çar rojan de der û dora bajar û gelî û newalan mixabin dilewitênin û divegerin. Li gelek cîyan tiştê ku diavêjên xwezayê şuşê avê ên lekî ku ji xwezayê zu bi zu windanabin û dîsa torbê naylonîn e.

Tişta ku dijayetî tê de ye jî ev bixwe ye. Mirov dikare bêje ku piranîya kesên tên mihrîcanê ‘welatparêz’, ‘xwezaperwer’ û ‘xwezaparez’in. Ji hindikayî ve nêrinek û sekineka wan heye di vî warî de. Lê tiştê ku tê gotin û an jî ên tê baver kirin û tiştên ku tên kirin bi temamî li dijî hevdu xuya dikin.
    
Roja dawî li cîyê ku me çadira xwe vegirtibu, di navbera xwedîyê kafêyê û kesên li wir çadirên xwe vegirtibun li ser vê yekê gengeşîyek derket. Sedeme vê yekê jî ew bu ku her kesî, qirş û qalê xwe avêtibun cîyê ku lê diraketin. Xortê ku li kafê yê kar dikir bi dengekî bilind digo hun çima ji hindikayî ve devê çopê xwe girênadin û bi şiklekî top nakin û yan duduyan hun çawa dikarin di nav vê gemarê bi rehatî rakevin?. Bersiva ku jê re hat dayîn gelekî balkêş bu. ‘Tu çima dikê qerebalix û nahêle em rakevin’!. Xortê ku li kafê kar dikir bi bêçareyî çop dan hevudu û avêtin ereba çopê ya şaredarîyê. Piştî karê xwe qedand hat li cem me runişt û gazinê xwe kirin. Digot “her sal ewqas kes tên vir u piştî sê-çar rojan ev der tevde di bin gemarê de dimîne. Em ji çopê ku diavêjin nava bajê bihurîn, bi şiklekî em dikarin wa bidin hevdu, lê ên ku li der dora çem, li gelî û newala tên avêtin. Tevde jî lek û naylonin ku ji xwezayê zu bi zu winda nabin! Ya qenç ew e ku ev mihrîcan werê betal kirin. Qaşo ewqas kes ji bo xweza û çanda me pakij bimîne tên vir lê em dibînin ku ev kes bi xwe xwezayê gemarî dikin!”


Bi ya min ev gotinên wî xortî, xwedîyê kafê, ji hemu peyamê mihrîcane girîngtir û balkêştir bun. Piştî va gotina min bala xwe dayê ku tiştê gotîye hemu jî rastin. Wêneyek gelekî balkêş heye li jor. Qotîyê çopê vala ye û li derdorê şuşeyên avê ên lêkî! Ev yek ya rastî li seranserê Kurdistanê (başur-bakur-rojhilat-rojava) pirsgirêka me Kurda ye. Em li xwezaya xwe xwedî dernakevin. Mal bi xwedîyê malê dibe mal. Eger em li mala xwe xwedî dernekevin em nikarin tu kesî ji bo xerab kirina û xera kirina mala xwe sucdar bikin, wa binirxînin. Eger em kurd xwe wek xwedîyê malê dibînin, divê em li gor vê yekê tevbigerin.. Çand û xweza ya xwe berî herkesî divê em biparêzin, em nelewitênin. Em xwedî lê derkevin. Ji bo vê yekê jî hişmendîyek ‘ekolojîk’ ne tenê bi ‘gotin’ lê bi tevgerê jî pewîste.

Wek ku di nivîsa ji alîyên şaredarîya Dersimê hatibu gotin “Dersim muqaddeso, dêpoyê qirşik mevo…”. Em dikarin vê gotinê hinekî biguherin ‘Kurdistan pîroz e, ne depoya çopê ye”.

Bi hevîya mihrîcanek ‘pakij’tir…


Dîyarbekir

*19.08.2013-ê di Batmanın Sesi de hatîye weşandin..

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder