25 Ağustos 2013 Pazar

Rewşa Rojava û Kongreya Neteweyî!*

Li Rojavayê Kurdistan êrişên komên ênîya El-Nusra û Dewleta İraq û Şam ku bi El-Qaide ve girêdayî ne di cejna Remezanê de jî nesekinîn. Van koman êrîşên xweyî hovane li dijî kurdan di meha Remezanê de ku ji bo civaka îslamê hemûyî pîroze jî dewam kirin û di cejnê de her çiqasî YPG-ê agirbest îlan kiribu jî nedan sekinandin.

Her du cejnê olî, cejna Remezanê û cejna Qurbanê di ol û civaka îslamê de rolên girîng digirin. Ev roj bi wateya lihevhatin, aştî û biratiyê tên pîroz kirin. Di van rojan de kesên ku ji hev xeyidîbin jî bi awakî li hev tên. Lê ev yek ji wan komên ku qaşo li ser navê îslamê şer dikin re ne tiştekî muhîme. Ji wan û piştgirê van re tiştê herî girîng ew e ku kurd li ser xaka xwe tu mafî bi destnexin. Lê mixabin ev yek hê jî ji aliyê gelek kurdên me yî ‘misilman’ ve nehatiye dîtin. Bi dil xemgîni em dibînin ku hinek kurd jî bi va koman re li dijî kurdan, dijî gelê xwe di nav hewldanan de ne. Wiha xuya dike ku ev kurd hê jî tiştek fam nekirine û naxwazin fam jî bikin. An jî ew kes jî bi zanebun alîkarî û piştgiriya armancên wan koman dikin. Armanca van êrîşan çi ye?

Armanca van êrîşan ya sereke diyar e; Komên çete û piştgirê wan dixwazin bi van êrîşan pêşiya kurdan bigirin da di vê teqereqa Rojhilata Navîn de careke din mafê xweyî xwezayî bi dest nexin. Yanî, hedef bihêzbûna kurda ye û ji ber ku bihêzbûn ji yekîtiyê pêk tê jî hedefa van êrîşan em dikarin bibêjin ku yekîtiya kurda ye. Ji ber ku di bernameya kurdan da, di rojeva wan de lidarxistina Kogreya Neteweyî heye û ev yek jî rêya yekîtiyê li ber kurdan diveke.

Wek ku tê zanîn di 22-ê Tirmehê de 39 sazî û partiyên kurdan ji bo amadekirina Kongreya Neteweyî civiyabûn û biryara ku kongre di meha Tebaxê de were li darxistin sitandibûn. Heman rojan li Rojavayê Kurdistanê jî salvegera şoreşê dihat pîroz kirin. Bê guman van geşedanan hinekî dewletên derdorê aciz kirin û ew xistin nav tirsan de. Êrîşên ji aliyê van koman ve jî bi van buyeran re dest pê kirin. Ji ber vê yekê jî destpêka êrîşên di heman wextî de wek tesaduf mirov nikare bibîne. Careke din divê bê gotin ku hedefa kesên ku vna êrîşan dikin û ên ku piştgiriyê didin wan yekîtiya kurda ye. Hedef Kongreya Neteweyî ye, hedef destkeftên kurdên rojava ye. Îro rojava ji bo hemu kurdan û herweha ji bowan kesên ku van êrîşan dikin jî gelekî girîng e. Her kes di zanê ku rojava ciyekî stratejîk e û têkçuna kurdan li rojava têkçuna kurdan tevde ye. Hemu partî û saziyên kurda jî dibe vê yekê xweş zanibin û li gor vêna tevbigerin.

Lê mixabin ev demeke ku di nav kurdan de jî li ser rojava niqaşên girîng tên kirin û ev niqaş car caran lidarxistina Kongreya Neteweyî jî dixe metirsiyê. Piraniya niqaşan jî li ser deriyê Sêmalka ye ku çapemeniya kurdên bakur dibên girtiye û Herême Kurdistanê dibêje vekiriye. Wiha xuya dike ku girtîbun an jî vekirîbûna derî bi berjewendiyên her du ‘ali’yan ve girêdayî ye. Lê, dem ne dema ku kom û partî û rexistin berjewendiyên xwe derxinîn pêş, dem ew dem e ku her partî û rexistin berjewendiyên xweyî komelî li paş xwe bihêlin û ji bo kurd û Kurdistanê tevbigerin.

Nuçeyên ku doh û îro hatine belavkirin di vî warî de pêşveçuneke baş dide xuyakirin. Hêvi dikin ku ev nuçe rast bin. Yek ji wan ew e ku berdevkê PDK-ê dibeje “Em bi hîç awayekî rê nadin ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê rûbirûyê jinavbirinê bibe, em dê hevkariya wan bikin daku bikaribin xwe, ax û mafên xwe biparêzin.’’(http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4793) Yan duduyan jî nuçeya derbarê xebatên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî de ye ku dibêjin ji bo lêkolînkirina rewşa Rojava wê lijneyek werê amadekirin û ev lijne ji bo heman armancê dê biçe Rojava. (http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4800).

Sed sal berê dîsa rojhilata navîn di nav tevlîheviyekê debu û piştî şerê cihanê ê yekemîn jî ev tevlîhevbûn ji aliyê dewletên ‘Rojava’ ve li gor berjewendiyên xweyî neteweyî hat ‘çareserkirin’.  Encama çareserkirinê ji nu de dîzaynkirin û parvekirina heremê bu. Ji ber ku kurd bêyî sîyaseteke yekgirtî bûn û di navbera wa de yekîtiyek nebu, di vê ‘çareserkirin’ê de tiştek bi destnexistin û bi serde jî welatê wan ê ku berê du parçe bu, bu çar parçe!.

Sed sal şunde Rojhilata Navîn dîsa di nav tevlîhevîyekê de ye û vê carê çerxa felekê divê li gor berjewendiyên gelê kurd û Kurdistanê werê ‘zîvirandin’!. Berpirsê vê yekê jî îro ew serok û partî û saziyê kurda ne. Ji ber vê yekê û ji bo ku em li bendî sed salî dî nemînin dibe ew serok û partî û sazî ji berpirsiyarîyê xwe nerevin, Kongreya Neteweyî bi çi awayî be jî divê lidarbixin û rojava di nav ling û lepê çete û piştgirê wan de bi tenê nehêlin.

Divê bê zanîn ku îro, tu mafê serok û partî û saziyên kurdan tune ye ku vê carê jî ji ber berjewendiyên xweyî rexistinî û komelî gele kurd bê maf û statu bihêlin.

Diyarbekir
13.08.2013


*Ev meqale 14.08.2013-ê di vir de hatîye weşandin: http://kur.bas-news.net/ArticleDetail.aspx?articleid=4811

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder