3 Ocak 2014 Cuma

‘Min nexwest jiyana zarokan bi mezinan biherimînim!’*

Îsal di 50. Mirhrîcana Filman ya Pirteqala Zerîn de sînama û sînemagerên Kurd xelatên gelekî baş sitandin. Derhêner Ferit Karahan bi filmê xwe yê ‘Ketina Ji Bihûştê’; Derhêner Pîran Baydemir bi dokument-filmê xwe ‘Fecîra’; Derhêner Gulistan Acet bi kurte-filmê xwe ‘Behişta Zebeşan’ xelat wergirtin. Ji bilî xelatên filman, Gulistan Acet û Rojîn Tekin xelatên lîstikvaniyê jî sitandin.

Yek ji wan sînemagerên ku xelat sitandiye, Gulistan Acet, bi kurte-filmê xwe bêşdarî 2. Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê dibê. Bi vê mebestê me xwest, em hest û fikrê derhêner Gulistan Acet li ser filmê wê, li ser sînemaya Kurdî û bêşdarbûna wê ya 2. Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê bi xwendevanên Basnewsê re parve bikin.

Basnews: Berî her tişti em we pîroz dikin ji bo xelata we. Ji kereme xwe hûn dikarin ji şopînerên Basnewsê re xwe bidin nasîn?

Gulistan Acet: Gelek spas. Ez di sala 1985-an de li Êlihê hatime dinyayê. Malbata min di sala 1993’an de ji ber terora Hizbûllahê ku li ser navê dîn însan dikuştin, koçî Mêrsînê kirine. Min di sala 2009’an de li ser mamostetiya zimanê Tirkî zaningeh qedand û di sala 2013’an de jî li ser zimanê Kurdî lîsansa bilind qedand. Ev 4 sale ku perwerdeya min a li ser sînemayê didome. 

-We di 50. Mihrîcana Filman ya Pirteqala Zêrîn ya Antalyayê de xelat wergirt. Gelo ev xelata weyî ye yekemîn bû? û hûn dikarin behsa hêsten xwe bikin?

-Belê. Filmê min a bi navê 'Behişta Zebeşan', ya yekemîn e û Pirteqala Zêrîn a Antalyayê jî ji bo fîlmê me mîhrîcana yekem e. Bi rastî ji ber çend pirsgirêkan min film bi dilê xwe nekişandibû û min ji filma xwe hez nedikir. Ji ber vê jî min neşande mihrîcanan. Hevalên min yên ku me perwerdehiya xwe ya sînemayê bi hev re didît film bê min şandine mihrîcanê û piştî ku kete pêşbaziyê ez çûm, min çend sehneyên dî kişand, reng, deng û montaj ji nû ve çêkir û ez û filma xwe em li hev hatin. 

Ez pir kêfxweş im. Ji ber ku 'Behişta Zebeşan' fîlma min a yekem e û li mihrîcaneke girîng wekî 'Pirteqala Zêrîn a Antalyayê' xelata herî baş distîne. Film, bi awayekî baş dest bi riya xwe dike. Piştî vê xelatê jî bi fîlma Ferît Karahan 'Ketina ji Bihuştê'  xelata baştirîn lîstikvana alîkar ya jin hat. Kêfxweşiya min dû qat bû.

-Mebesta we bi vî filmî çi bû?

-Ev film, demeke biçûk ji jiyana min e. Hizbullah ku bi destê dewletê însan dikuştin, ji jiyana min gelek însan jî birin. Ew çûn, lê çûna wan di dilê min de valahiyek hişt. Dema ku min got ez ê kurtefilmek bikşînim, min paşeroja xwe anî bîra xwe bê ka çi dikarim binivisînim. Berî her tiştî ev serpêhatiyên min hatin bîra min. 

-Çima ‘behişt’ û çime ‘zebeş’?

-Ev, çîroka xwişka min Mizgîn e ku di zarokatiya xwe de dikir xwe ji ser xanî biavêje daku here behiştê. Behişt, ji bo wê ciyekî bi ewle bû û li wir zebeşên sor û xweş hebûn. Kefa me di zarokatiyê de pir ji zebeşan re dihat. 

-Em di film de kesekî mezin nabînin, ne dê û bavê zarokan ne mamosteyên wan. Li sê-çar sahneyan em kesên mezin dibînin û ew sahne jî ya revandin e yan jî kuştî ne. Sedema vê yekê çi ye?

-Di vî fîlmê de min xwest ez jiyana zarokan, hêstên wan û bandora mezinên wan ya li ser wan nîşan bidim. Dema em zarok bûn ji bo me mezin, tenê sedemên xirabiyan bûn. Kuştin, lêxistin, revandin; tev bi destê mezinan dibûn. Min nexwest jiyana zarokan bi mezinan biherimînim.

-Di kurte-filman de dayîna mesajê hinekî zor e. Hûn çi difikirin û hûn di filmê xwe de çawa ji bin vê zahmetiyê derketin?

-Spas, ez bi hêvî me wiha ye. Ez ji bo pêşniyariyên xwe pisporan nabînim, ji ber ku sinema ji bo min karekî  nû ye. 4 sal e bênavber filman temaşe dikim, dixwênim, dinivîsim, lê ji bo pisporiyê li ber min riyekî gelek dirêj heye. Tenê ez dikarim vê bêjim: 'Ku hun bixwazin temaşevan ji fîlma we bawer bikin û hez bikin divê hun li paşeroja xwe binêrin û çîrokên xwe ji jiyana xwe biafirînin. Divê beriya herkesî hun ji çîrokê bawer bikin. 

-Îsal ji bilî we Ferit Karahan û Pîran Baydemir jî xelat wergiritin. Gelo ev tê wê wateyê ku li Tirkiyê sînemaya Kurdi bi pêş de gavan diavêje?

-Ev tespîtekî gelek rast û bêalî ye. Ne tenê Kurd, Tirk jî êdî bawerin ku sînema Tirkiyê bi piranî li ser milê Kurdan dimeşe. Ji ber ku jiyana Kurdan, ne wekî miletên dî rehet û yekaheng e. Ku hun Kurd bin di rojekê de dibe ku her tişt were serê we. Tiştekî dî jî li gorî min ji ber ku Kurd, her tim ji bilî çand û zimanên xwe herî kêm çand û zimanêkî dî jî gelek baş fêr dibin nêrîna wan a jiyanê gelek tûj û xurt e. Çîrokên xwe jî bi piralî tînin ziman. 

-Filmê we bêşdarî Mihrîcana Filmên Navnetewî ya Dihokê dibe. Tekiliyên sînemaya Kurdî û sînemagerên Kurdan ên li parçê Tirkî û li parçên din bi nerîna we çawa ne? Hûn çawa dibînin?

-Spas ji bo vê pirsa we. Ji ber ku ev, pirsgirêkekî veşartî ye ji bo sînema Kurdî û ji bo çareserkirinê jî gav nayê avêtin. Têkîliya sînemagerên Kurd yên li çar perçên Kurdistanê bi destê dewletan hatibe qut kirin jî ji bo çareserkirina vê rê û rêbaz pir in. Mînak; Mihrîcanên Kurdan bi piranî di herêma xwe de bandorê nîşan didin. Divê sînemagerên çar perçên Kurdistanê bihevre mihrîcanên navnetewî û mezin çêkin da ku em dîsa perçên xwe yên wenda bigihîjinîn hevdû.

-Projêyên we ji bo pêşerojê çi ne?

-Li ser çîroka kurtefîlmekî dixebitim. Projeyeke filmê Ferît (Karahan) heye. Em li ser senaryoya wî dixebitin.  
-Tiştekî dawî ku hûn bixwazin ji xwendevanên Basnewsê re bibêjin heye?

-Ji bo kurtefîlmekî ez gelek dirêj axifîm. Spas.

Zor Spas…

14.10.2013, Diyarbekir

*http://www.basnews.com/ku/News/Details/-Min-nexwest-jiyana-zarokan-bi-mezinan-biherim-nim-/3963

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder