5 Ocak 2014 Pazar

“wek gelek tiştên me yên din, folklora me jî bêxwedî maye!”*

Hevpeyvîn.


Kurd vê demê gelekî bi siyasetê ve mijulin û em dikarin bibêjin ku bi siyasetê dijîn. Di germahiya rojhilata navînde ev tiştekî asayiye jî. Ji aliyekî ve rewşa Surî û Rojava, ji aliyê din hilbijartinê Herema Kurdistan, ‘pevajoya çareseriyê’ li bakur,  serdana serokê Herema Kurdistan Birêz Mesud Barzanî ya Diyarbekir, piştî 37 salan serdana hozan Şivan Perwer û hilbijartina heremî ya li Tirkiyê. Her yek ji van buyera bi serê xwe ‘rojevêk e. Ji ber vê yekê jî mirov dikarê mijulbûna Kurdan bi siyasetê ve tiştekî asayî bibîne. Lê carina jî tiştên ku li derveyî siyasetên dibin ji ber vê xirecirê nayên dîtin. Wek tiştên ku li qada çandê de dibin.
Berî niha bi mehek û nîvê pirtukek bi navê ‘Folklora Kurdî’ ji aliyên ‘Ênstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê ve hat weşandin. Pirtuk ji aliyên Mamosteyên ‘Enstîtuya Zimanên Zindî/ Beşa Ziman û Çanda Kurdî’, Prof. Kadrî Yıldırım (di heman demê de Serokê Enstîtuyê ye), Ramazan Pertev û Mustafa Aslan hatiye nivîsandin.
Ev pirtuka ku di warê ‘folklora kurdî’ de ciyekî giring digire di nav xirecirê de gelekî nehat bihîstin, bala gelek kesan nekişand. Raste di warê ‘folklor’a kurdan de gelek tişt hatine gotin, gelek tişt hatine nivîsandin. Lê xebateke sîstematîk, xebateke ku tevlî tiştên heta niha hatine kirin, teoriyên zanistiya folklorê jî di nav de cîh digire tuneye, tunebû. Ji ber vê yekê jî ev pirtuk an jî xebat di vî warî de valahiyekê didagire.
ji ber vê yekê,  me ji bo şopînerên Basnewsê hevpeyvînek bi yek ji nivîskarên pirtukê Ramazan Pertev re, derbarê vê xebata wan, derbarê zanistîya folklorê û derbarê projeyên wan ên din kir.
N.K: Em bi pîrozbahiyekê dest pê bikin. We xebateke pir girîng çêkiriye. Destê we xweş be.
Merheba, ez jî sipas dikim ji bo vê hevpeyvînê.
N.K: Fikrê vê xebatê çi bû? Çi we ber bi vê xebatê ve bir?
R.P: Ev xebat ji ber du pêwistiyan pêk hat. Her wekî hûn dizanin, niha li zanîngeha Mardîn Artukluyê, hem beşa lîsansê ya bi navê “Ziman û Edebiyata Kurdî” heye, hem jî beşa masterê ya bi navê “Ziman û Çanda Kurdî” heye. Sedema yekem, wekî pirtûka dersa “Edebiyata Kurdî ya Gelêrî” pêwîstiyek hebû. Lewra materyalên di vî warî de gelek belavela û ne sîstematîk bûn.  Yanî wekî pirtûka dersê hat amadekirin. Sedema duyem jî ev e ku valahiyeke mezin di vê saheyê de heye. Gelek pirtûkên çapkirî hene, lê mixabin ji aliyê teorî, dîrok û lîteratûra folklora kurdî ve zêde ne bikêrhatî ne. Bi kurtahî ez bêjim, ev pirtûk hem ji bo dersên zanîngehê, hem jî ji bo danasîna teorî, dîrok û lîteratûta folklora kurdî hatiye amadekirin. Bi vî awayî xwendekar jî, lêkolîner jî dikarin sûdê jê wergirin.
N.K: Navê pirtukê ‘folklora Kurdî’ ye. Gelo bi ji bo navekî vê zanistê hewldanek we çêbu?
R.P: Na, digel ku di zimanê kurdî de peyvên wek “zargotin, xelknasî, gelnasî” hebin jî, hewldaneke wiha çênebû. Lewra îro li temamê cîhanê peyva “folklor”ê tê bikaranîn.  Her wekî hûn dizanin ji sala 1846an vir de ye, ji bo vê zanistê peyva “folklor”ê tê bikaranîn.
N.K: -Ev çend salin hun li ser vê xebatê kar dikin?
R.P: Ji mêj ve ye ez li ser vê saheyê dixebitim. Wekî hûn dizanin di sala 2008an de pirtûkeke min a bi navê “Zarok û Çîrok” çap bûbû. Lê belê piştî ku ez wekî mamoste hatim beşa kurdî, ev xebat sîstematîktir bûn.
N.K: Bi kurdî an jî xebatên li ser folklora kurdan di çi astê de ne?
R.P: Li cihanê, di nav neteweyên din de xebatên li ser folklorê bi piralî meşiyane: Berhevkirin, analîz,  senifandin û berawirdkirin. Wekî ku me di pirtûkê de jî aniye ziman, ji aliyê berhevkirinê ve zêde pirsgirêkên me nînin. Lê belê ji bo karên din em nikarin wisa bibêjin. Çend xebatên biyaniyan û yek dido yên kurdan ne tê de, mixabin xebatên li ser folklora kurdî, heta niha di asta berhevkirin û tomarkirinê de ye. 
N.K: Ev xebat yanî ev pirtuk bi xebatê we ên Beşa Kurdolojî ve girêdayîne, ne?
R.P: Helbet, ev beşek ji xebatên kurdnasiyê ye.
N.K: Ji niha û pê de xebatên di warê folklorê de hunê di bin banê kurdolojî de bimeşînin?
R.P: Yanî ew ê bi giranî di bin banê kurdnasiyê de bin, lê belê xebatên taybet ên şexsî jî jî ew ê hebin.
N.K: Folklor dê bibe beşeke ser bixwe an na?
R.P: A rast ew e ku wek zanistên din, “folklora kurdî” jî bibe bernameyeke xweser. Di plansaziya beşa “Ziman û Çanda Kurdî” de wekî binbeş em vê difikirin. Lê belê ji bo vê yekê jî mamosteyên pispor û derfetên maddî jî pêwîst in.
N.K: Di pêşerojê de li ser xebatên folklora kurdî projeyên we hene, eger hebin hûn dikarin bi kurtî behsa wan ji me re bikin?
R.P: Proje gelek in, bes ez ê yek ji wan bibêjim, di mehên pêşiya me de di bin banê Enstîtuyê de em kovarek bi navê “Folklora Kurdî” difikirin. Ev kovar ew ê ji sê mehan carekê biweşe.
N.K: Wek ku tê zanîn, di derbarê folklora kurdî de gelek çavkaniyên ku ji hêla lêgerînerên Rûs, Tirk, Ereb, Acem û Ermenî ve hatine kirin hene. Li ser vê yekê hûn çi difikirin û gelo di derbarê vê yekê de tu projeyên we hene?
R.P: Binêrin wek gelek tiştên me yên din, folklora me jî bêxwedî maye. Xelîl Xeyalî ku rewşenbîrekî mezin ê kurdan e. Wî sedsal berê niha di meqaleyeke xwe yê kovara Jînê de ku bi navê Kurdiyê Bîdlîsî nivîsiye, wiha gotiye: “Hûn ji vê bawer bikin ku perdeya nezaniyê ya ku li ser kurdan e, ew ê tu car ji aliyê biyaniyan ve neyê rakirin. Ev peyvir li ser milên zarokên kurdan e.” Her wiha wî rexne li lêkolînerên biyanî girtiye û li gorî wî xebatên biyaniyan ên li ser kurdan, ne xebatên tam zanistî ne, bêtir di ser re ne. Helbet mirov nikare hemûyan wisa binirxîne, lê divê her dem ihtîyat jî hebe. Bi rastî jî ev sêsed salên dawî eleqeyeke mezin ê biyaniyan li ser kurdan çêbûye. Gelek ji wan wekî pirtûk jî hatine çapkirin. Di nav wan de xebatên pir hêja hene. bo nimûne xebatên Aleksandre Jaba yê Rûsî yek ji van e.  Ku ev wek “Koleksiyona Jaba” tê naskirin. Çend meh berê bi pêşengî û hewldana Mamoste Kadri Yıldırım me têkilî bi Akademiya Petersbûrgê re danî û miqabilî heqê wê, niha em ê kopyayeke vê koleksiyonê bînin Mêrdînê. Çê dibe ku piştî xwendin û senifandina vê koleksiyonê di warê kurdnasiyê de hin tiştên nû derkevin holê û hin agahiyên me biguherin.
N.K: Di derbarê van xebatan de têkiliyên we bi zaningehên derdorê re, bi taybetî jî ên herema Kurdistanê re hene, an jî dê çê bibin?
R.P: Ne tenê di warê folkorê de di gelek warên kurdnasiyê de têkiliyên me bi zanîngehên derve yên wek Exeter, SOAS, Upsala, Inalco, Sorbon, Petersburg û Moskowayê re çêbûne. Helbet cihê zanîngehên Kurdistana Başûr ji bo me cuda ye. Niha bi wan re jî, nemaze bi Zanîngeha Zaxo û Duhokê re me çend protokol îmze kirine. Di rojên nêzîk de ev têkilî ew ê xurttir û şênbertîr bin.

N.K: Ji bo wextê we ku ji me re we veqetand em spas dikin.
07.12.2013, Mêrdîn

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder