2 Ekim 2014 Perşembe

Ketina Kobanê Ketina Kurdan e!.

Piştî du rojan cejna Qurbanê ye, lê di vê erdnîgariyê de qûrbanê herî mezin Kurd in. Ji ber hinek nezanîbûna wan û ji ber hinek nokokiyên navxweyî her tim di nav şerê ‘navnetewî’ û lîstikên navnetewî de bûne ‘qûrban’..

Îro jî tê xwestin ku Kurd careke din di lîstika navnetewî de bibin qûrban. Her çiqasî li qada şer de ev celladê ku kurdan bike qûrban Devleta Îslamî (an jî wek ku Kurd bi nav dikin DAÎŞ) were xuyakirin jî herkes dizanê ku hevsarê wan di destê hineke din de ye.

Êrîşên ku pêşî li Şingalê destpêkirin îro bi rengekî din û dijwartir li rojavayê Kurdistan, li Kobanê tê ceribandin. Her çiqasî li Şingalê Êrîşên li dijî Kurdan bi hevkariyek di navberan Peşmerge û Gerîla de hatibin pûç kirin û qewiriandin jî di encamê de ku ji hêla Kurdên Êzîdî wek fermana 73-an tê binavkirin, bi sedhazaran Kurdên Êzîdî mecbur man ji cih û warê xweyî hezar salî koçbikin û bibin koçber. Şingal hat vala kirin û îro buye qada şer.

Kurd îro li Kobane li beranberî heman tiştî ne. Armanca êrîşkaran ew e ku Kurdan careke din koçber bikin, cihÊn wan bikin qadên şer û hemû deskeftiyên wan ên li Rojava binpê bikin. Wan careke din di rojhilata navîn de bê statû, bê maf bihelin.

Êrîşên Devleta îslamî bi ser Kobanê de dikeve roja 18-an de. Ligel êrîşên asmanî ên ‘koalisyona navnetewî’ li himberê wan her roj hinekî din nêzîkî Kobanê dibin. Her sê aliyên Kobanê hatiye dorpêç kirin û gelê Kobanê di hundirê bajêr de bi rêveberiya YPG/YPJ-ê amadekariya şerê nav bajêr dike. Dibejin ku dê dev ji Kobanê neberdin û dê nehêlin Kobanê bikeve.

Bê gotin, bê çîrok dive mirov bizanibe ku ketina Kobanê, ketina Kurdan e! Her çiqasî tu deskeftiyên Kurdan ên ‘fermî’ tûnebê jî, ketina Kobanê dê bê wateya wundakirina hemû destkeftiyên Kurdan. Ketina Kobanê, bêhêzbûna ‘federasyona’ li Herema Kurdistan e, têkçûna ‘pêvajoya’ li bakurê Kurdistan û wundakirina destkeftiyên sê salên li rojavayê Kurdistan e.

Îro herkes dizane ku rojhilata navîn di pevajoyeke ‘vesazkirin’ê de derbas dibe. Lîstikvanên sereke dewletên navnetewî ne. Dewletên wek Tirkiyê jî dixwazin di vê ‘vesazkirin’ê de rolekê bigirin û tiştekî bi dest bixin. Loma, Kurd tev de jî dibe bi vê zanebûnê tevbigerin û di vê guhertinê de rolekê bigirin da ku bikaribin mafê xwe,  statuyeke xweyî ‘fermî’ bidest bixin. Ji ber vê yekê jî careke din Kobanê xaleke gelekî girînge. Ketin an serkeftina Kobanê ji bona vê yekê gelekî girîng e.

Ketin an Jî serkeftina Kobanê jî, ne bi êrîşên asmanî ên ‘koalisyona navnetewî’ lê bi ‘bihêzbûn’ an jî ‘bêhêzbûn’a Kurdan ve girêdayî ye. Kurdan, bi nelidarxistina kongreya netewî ‘neyekhêzbûn’a xwe şanî civaka navnetewî kirin û ew fersenda doh wunda kirin. Îro, careke din ev fersend bi ‘Kobane’ ketiye destê Kurdan. Ji ber ku, êrîşên bi ser Kobanê de êrîşên li dijî Kurdan tev e. Kurd, eger bikaribin ne yekîtî (ku ji bo Kurdan gelekî zehmete) lê ji hindikayî ve hevkariyekê di navxwe de saz bikin, dê di vê destpêka sedsala 21-mîn de bikaribin di rojhilata navîn de statuyek bidestbixin. ji ber vê yekê jî dive hemû ‘hêz’ên Kurdan, dev ji berjewendiyên xweyî ‘hizbî’ an jî ‘heremî’ berdin û bi awayekî tevlî berxwedana Kobanê, parastina Kobane bibin da Kobanê ango Kurd tev bi serkevin. Eger ev nebe dê Kurd careke din wek gelekî ‘bêhêz’ bê xuya kirin û di vê lîstikê de careke din dê têk biçin.

Kurd dive îro vê yekê ji bîr nekin, ketina Kobaê ketine Kurdan e, serkeftina Kobanê jî serkeftina Kurdan e. Dewletên derdorê vê yekê baş dizanin, lê gelo Kurd?..

Diyarbekir

02.10.2014

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder