29 Ekim 2014 Çarşamba

‘Netewebûn’ û daxuyaniya polûtburoya YNK*

Em kin kut bikin. Kurd hîna di prosesa netewebûnê de ne. Ev sed sale kurd di nav dewletên ku tê de dijîn di nav tevgereke ji bo mafê xweyî ‘netewî’ bidestbixin de ne. Lê dîsa jî ev sed sale ku hîna jî ji ‘proseyê’ derbas nebune.

Netewebûn, her çiqasî li ser niqaş hebin jî ji kêmasî ve dikare wek ‘hesteke ku li ser axekê, kesên hev nasnakin, hevdu nabînin, dan û sitandina wan tevde tuneye jî bi hevdu re girê dide’ were binavkirin. Ev ‘hest’ çiqasî xurt û geş be mirov ew qasî dikare wan kesên li ser wê axê wek ‘neteweyek’ bi nav bike. Ev tişt, herweha, di serdema ‘modern’ de bi ‘dewletbûn’ê ve jî girêdayiye. Gelo xwedî dewletbûn ‘netewe’ ava dike an ‘netewebûn’ dewletê bi xwe re tîne? Ev jî tişteke ku gelek zanyaran li ser fikir û ramanên xwe gotine û nivîsandine.

Rewşa Kurdan jî di rojhilata navîn de, di vê mijarê de mînakek gelek balkêş e. Ji ber gelek şertên civakî, aborî û çandî û siyasî heya niha dewletek ku hemu Kurdan di bin banê xwe de wek ‘netewe’ bihewîne ava nebuye. An jî dîsa ji ber heman şert û mercan ligel hemû tevger û şerê sed salî li dijî dewletên ku di nav de dijîn, Kurdan dewletek ava nekirin e. Gelo ji ber ku nebune xwedî dewlet ew ‘hest’a netewî di nav Kurdan de xurt nebuye, an ji ber ku ‘hest’a netewî di nav wan de ne xurt e, nebune xwedî dewlet?

Ji aliyekî ve parçebûn û ji aliyên din ve -tiştekî bi vê yekê ve girêdayî- xwedîderketina berjewendiyên doh eşîrî, îro hizbî ku dinya Kurdan hinekî teng kirine nehiştiye ku Kurd bibin xwedî dewlet û ‘hest’iyên ‘netewî’ di nav wan de xurt bibin.

Dîsa jî mirov dive neheqiyê neke. Îro Kurd ne wek doh in. Li bakur tekoşîna zêdeyî seh salî bîr û baweriyek ‘netewî’ derxistiye hole. Li başur jî dîsa, di encama şer, tekoşîn û tevgera sed salî de nîv-dewletek hatiye avakirin. Pevajoya 3 salî ya Rojava jî hinek guhertin li rojavayê Kurdistan çêkirine. Dîsa jî wexta mirov ji derve ve li Kurdan dinere û tiştên ku hatine serê wan dibîne hinekî li ber rewşa wanî îro ecebmayî dimîne. Mirov difikire ku, Zîlan, Dersîm, Helebçe, Enfal û ên dawî Şengal, Kobanî ji zude gerek Kurd ji îro zêdetir gihandiba hevdu, ev nêzîkî hevdu bikirane. Lê hîna jî ew ‘hest’ di nav Kurdan de negihiştiye wê astê.

Ya herî balkêş ewe ku partî û rêxistinên Kurdan bixwe li ber vê geşbûna ‘hest’a ‘netewî’ astengin. Ew di nav siyaseta rojane de ji bo pêşxistina berjewendiyên xwe tevdigerin. Li ser navê rexnegeriyê, parastina berjewendiyên xwe dikin û kesên ku bi fikir, raman û ‘hest’ nêzîkî hevdu dibin jî ji hevdu dur dixin.

Di vî warî de tenê mirov li buyerên Şengal û Kobanî û tiştên ku partî û rexistinên Kurdan di derbarê van buyeran de li dijî hevdu gotine, di medyayên xwe de belav kirine binere bes e. Ji aliyekî ve di gotinê de herkes behsa ‘yekîtî’yê dike, lê di pratîkê de li xwe nanehin ku werin cem hev û du xeberan bi hevdure parve bikin. Pêvajoya lidarxistina ‘Kongreya Netewî’ mînaka herî berçav e.

Daxuyaniya poîtburoya YNK-ê an jî bi navê xweyî kurt ‘Yekîtî’ jî mînakeke din î herî balkêş e. Weku kut ê zanîn, berî bi çend rojan Serokatiya Herema Kurdistan diyar kir ku alikariya çekan ji berxwedan û berxwedêrên Kobanî re hatiye rêkirin. Piştî vê daxuyaniyê ne bi gelekî ew daxuyaniya YNK-ê li ser pukmedia.com hat belav kirin. Li gor vê daxuyaniyê alîkarî ji hêla YNK-ê ve hatibû şiyandin, ne ji hêla Herema Kurdistan (http://www.pukmedia.com/EN/KK_Direje.aspx?Jimare=17283). Ev daxuyanî gelekî hat rexne kirin, heta kesên wek Kosret Resul gotin ku haya wan ji daxuyaniyek wiha tuneye. Lê Daxuyanî hîna jî di malperê de dikare were dîtin. ev ne tenê daxuyaniyek e, lê careke din hewldaneke bidestxistina feydeyên sîyasî ji mijarê ye.

Herçiqasî peşmergeyên partiyên Herema Kurdistan ji hev cuda bin jî-ku ev yek bi serê xwe di mijara ‘netewebûn’ê de pirsgirêkeke mezin e- Wezareta Peşmerga di destê YNK-ê de ye, YNK di nav hikumeta Kurdistan de bi awayekî cih digire. Loma daxuyaniyek bi vî rengî, ango bilêvkirina ku alîkarî tenê ji hêla partiyekê ve hatiye kirin tê wateyê ku YNK n jî potütburoya YNK-ê xwe di nav wê ‘yekîtî’yê de nabîne.

Ev yek careke din dide berçava ku Kurd di rewşa herî xirab de bin jî ji bo rexistin û partiyên Kurdan ya herî girîng ew e ku berjewendiyên xwe derxin pêş, ji vê rewşê tiştekî siyasî bidestbixin. Di vê derbarê de mirov dikare bibeje ku YNK bi van daxuyaniyan bi awayekî dixwaze wundakirina hêza xweyî siyasî li himber PDK û Tevgera Goran bitewş bike û di vê têkoşîna sîyasî de piştgiriya PKK-ê bidestbixe. Hevalbendî di nav partiyan de di demokrasiyê de tiştekî asayî ye. Lê çûn û hatinên di nav partî û rêxistinên Kurdan de, nezîkbuna wanî li himber hevdu dide xuyakirin ku di nav wan de hîna jî ew ‘hest’a ‘netewî’ li gor ‘hest’a hizbî kêm e.

Buyerên trajîk gelek cara dibin bingehek herî girîng ji bo ‘netewebûn’ê. Geşbûn an jî vemirina wê bi serok, partî û rêxistinên û siyasetmedarên wan re girêdayi ye. Ji bo van çend mehên dawî mirov nikare rêxistin, partî û siyasetmedarên Kurdan di vî warî de serkeftî qebûl bike.

Diyarbekir

22.10.2014

*http://basnews.com/ku/Article/Details/-Neteweb-n----daxuyaniya-pol-tburoya-YNK--/1477

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder