19 Mart 2012 Pazartesi

Newroz a 2012’a û Mesela Qasidan…






Li Amed’ê Newroz bu iro. Roja hevaltîyê bu, roja destgirtinê bu, û ji hertiştî giringtir roja desthilandinê bu… Amedê iro carek din “Amed”buna xwe nîşanî yar û neyara kir…
Li Kurdistanê ku mirov dikeve meha Adarê berî hertiştî Newroz tê bîra mirov. Erê eşên dilê me Kurda disa tên bira me, wekî Qîrkirina Kurda li Helepçê, wekî Agît’an… Eşê ku dilê mirov dîsa dişewitênin, agirê tê de kur û har dikin carek dî… Lê belê hêvîyê biharê jî tên bira Kurda… Newroz hêvîye ji me Kurda re.
Dîsa hat meha Adarê û hemu Kurd li benda Newrozê bun. Adar Newroz e, Newroz jî Adar. Newroz ne yek roje, lê meha Adarê tevde ye… Ne 21’ê wê tenêye.. Kengî bihar hat, Newroz ew roje!
Newroz a isal ji ya hemu salan giringtir xuya dikir, lewma isal zilma li ser Kurda ji her salî zêdetir bubu. Her roj bi ser malan de dihat girtin û xort û keç, jin û pîr, zarok û mezin, ji siyasetmedaran hetani hunermend, nivîskar û aktivistan dihatin binçavkirin… Wezîrê karê hundir û wali û qeymeqam û hêzên dibin emrê wan de, bi reberî û serokatîya Serokwezîrde politîqa ya sedsalî carek dîn bikardianîn. Ew politîqaya ku ji hêla Kurda ve hatiye betalkirin car bi caran, bi can û rehê xwe, bi malê xwe! Ji hemu dinyayê re dane nîşankirin ku Kurd hene û li ser pîyane. Ev yek buye derd û ketîye dilê xêrnexwazan de. Hew dikarin vê politîqayê bi hesanî bimeşînin wek berê. Sedema erîşên wan ev yeke. Bi kuştin Kurd xelasnekirin dibê belkî bi girtin em xelasbikin û pirsgirêka Kurd û Kurdistan çareser bikin.
Ji ber vê yekê dest bi girtinê kirin, bi seda, bi hezara mirov xistin zindanan de. Piştî her girtinê derketin ser Tv’ên  xwe û gotin “em Kurdên ‘baz’ digirin da ên ‘kevok’ bi reheti xwe tevbidin”. Ê ku baverkirin dergetin û piştgirîya wê jî kirin, lê belê Kurdan zanîbun bi lîstikên Osmanîya… Zanîbun ku ‘bextê romê tuneye’. Zanîbun ku ‘baz’ jî bin, ‘kevok’ jî bin, di nerîna romê de Kurd her yekin… Kurd jî dizanin iro ku çi baz û çi kevok, ê ku diçê ji reh û canê Kurda diçê… Ê ku dîtin ku Kurd hew tên xapandin bi lîstikên kevnar, dest bi erîşan kirin… ya davî Newroz bu…
Newroz, cejna Kurda, sembola netewîbuna Kurdaye… Ji ber vê yekê Newroz ne yek roj tenêye wekî hatî gotin. 21’ê Adarê yek ji rojên Newrozêye… Ji ber vê yekêye ku Kurd ev çend salin ne tenê 21’e Adarê lê ew heftîya ku 21 tedeye bi navê ‘Newroz’ pîroz dikin… îsal jî armanc ev bu, lê belê…
Ji Enqerê bi gefan qasid bi rê kirin û gotin ‘Nevruz’ wê di 21’ê Adarê de bê pîroz kirin… Ji bilî vê rojê ji destur tuneye ji bo pîrozkirinê, gotin…
Mesela qasidan duvdirêje… Di wextê berê de di nav gelek  civaka de qasid dihatin serjêkirin, girtin, kuştin. Lê di nav Kurda de tinaz bi wan dihatin kirin… Wext derbas bu, civak guherî, çand guherî, ev tiştê ha jî guherî… Êdî bu tiştekî dî… Bu wek lîstikekê di destê mezinan de bona henekpêkirina zarokan… Lê  ji alîyê di ve ev henekpêkirin yek şîret jî bu ji biçukan re…
Wexta ku em zarok bun, mezina carina henekê xwe bi me dikirin û digotin herin ji filankes re filan tiştî bibejin. Me jî nizanîbu û me diçu ew tişt ji filankes re digot. Wan jî weki bersiv digotin herin bêjin “bê qasid gu xwar”!. Em zarokê reben ku haya wa ji tiştekî tuneye divegerîn. Ê ku em şiyandibun dipirsî, “ka hun çun cem filankes û tiştê ku me ji were gotibu we jê re got û wî çi li we vegerand?” me digot “erê em çun û me ew tiştê ku we gotibu me jê re got, wi jî go herin bejin ‘bê qasid gu xwar!’”. Ev gotin bi me dubare dikirin û dikenîyan. Hetani me fehm kir bê ma qasid çîye û çi xwarîye!
Mesela me li ser Newroza isal bu, ji Kurda re qasid bi rêkiribun û gotibun wan herin ji wan re bêjin bê isal ya hunê Newroza xwe di rojên ku em bixwazin de pîroz bikin yan jî em destura Newrozê nadin. Ji bo vê yekê ji Enqerê hetanî Amedê çend qasida da pey hevdu…
Kurdan iro tevî hemu asteng û erîşan Newroz pîroz kirin û carek dîn nîşan kirin ku Newroz ji bo Kurda cejna netewîye û bi vê yekê jî bersiva xwe bi qasidan re şiyandin!!! 
Newroz pîroz be….
18.03.2012
Amed







Çend wêne ji Newroz a 2012'a ya Amed'ê...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder