26 Kasım 2013 Salı

25-ê Sermawezê, Roja Tekoşîna li dijî Tundiya ser Jinê!...

25-ê Sermawez’ê Roja tekoşîna li dijî tundiya ser jinê a navnetewî ye. Lê mixabin di vê rojê de jî tundiya li ser jinan nerawest û li Diyarbekirê jineke xwedî zarokek û bi ducanî ji aliyê hevserê xwe, an jî ‘zilam’ê xwe ve hat kuştin. Ev yek tenê jî dide xuyakirin ku tundiya ser jinan di tu ‘roj’a nahisine! Tenê ji bo vê yekê jî be, ev roj, ango 25-ê Sermawezê ji bo balê careke din bikişîne tundiya ser jinê girînge…

 Bi vê minasebetê li Tirkiyê û Kurdistanê ji hêla rexistinên jinan gelek çalakî hatin li darxistin. Yek wan jî li Diyarbekirê bu. Aktivîstên DÖKH (Tevgera Jinên Demokratîk û Azad) jî meşek li darxistin ji taxa Ofîsê heta taxa Bağlar (rezan) û li wir daxuyaniyek çapemeniyê dan. Di vê meşê de hinek dîmenên balkêş ku hem mirov dibeşişêne û hem jî dixê ramanan de derketin…


 Dayîkên Aşîtiyê dîsa li pêşi bun, mêr û xortan jî piştgiriya wan dikirin.






Di meşê de yek ji çalakvanan û polisek jin ketibun nav axaftineke kur, kî dizane bê behsa çi dikirin. Qederekê dewam kir ev sohbet, bi ken… xwedê zanê bê paşbêjiya kê dikirin…







Li devê parka Koşuyoluyê jinên çalakvan sekinin, serokê polisa hat, go “dayikên min, xwehên min hûn çima nameşin”,  gotin “emê li heviya hevalên xwe bin, li dur mane”… ê polis go “ê we rê girtiye, kesek nikarê bimeşe”, gotin “aha em xwe didin alî û kesên ku bixwazin bere bimeşin”… piştî çendekî niqaş kirin, polis dît ku nikarê bi wa û got “hûn çi dikin bikin, hûn di kure dimeşin bimeşin”… wan jî meşa xwe dewam kir… 

Di hundirê taxa Bağlar (Rezan) de, jineke pîr hat cem min û bi Tirkî pirsî “ev çi meseleye, çime dimeşin?” min bersiva wê da “Xaltî, ji bo şideta li ser jinê dimeşin, tu dibe çi, we hiç şidet dît”, got “wele me gelek dît û keçikên me jî dibînin”.



Hinekî wirde tir, zilamekî pîr.. xalo cixare xwe dipêça, li devê deriyê dikanê û li wê qerebalixê dinêrî… Kî zanê bê wê kêlîkê çi di dilê xwe de derbas dikir… 

"Xalo ji aliyekî ve cixara xwe dipêçe û ji aliyên din ve li çalakvanan dinere... Ev kêlîka ku ala jinan û ew di yek dimêne de ne.."



Di zilamên din li ser cadê, sohbeta xwe dikirin, di dora wan re çalakvan derbas dibun, piranî jin…

Ala aktivîstên DÖKH'ê zilam dîmeneke xweş derxistine holê...









Di dawiya meşê de, li cem yek ji avahiyê şaredariya Rezan sekinin û daxuyaniya xwe xwendin… tundiya li ser jinê û politîkayên ku vê tundiyê xwedî dikin, diparêzin anîn ziman…











Sakine Cansız, Leyla Söylemez û Fidan Doğan careke din bibîranîn…





û çend dîmenê din...






Jin, belkî jî her roj bi şiklekî li rastî tundiyê tên… Ol, dewlet, siyaset, tevde çandek ava kirine di vî warî de… Em klişekê dubare bikin, Civakeke ku jin rastî tundiyê tê, ne civakeke şarmende… Ji bo vê yekê jî tenê hestyar bin têrê nake.. Dibe mêr jî bi heman hestyariyê tevbigerin..
Bi hêviya civakek şarmende…

Diyarbekir,

25.11.2013


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder