9 Kasım 2013 Cumartesi

Xwezaparêzî û Çemê Bunisra*

Çemê Bunisra, Çemê Çaxçax an jî bi navê xweyî di nav gel de ‘Ava spî’.  Ava spî kanîyeke ji gundê bi navê ‘Serê Avê’ derdikeve û di Newala Bunisra de diherikê, Nisêbînê dike du parçe û ber bi Qamişlo ve diçe. Ava Spî, Newala Bunisra ku di navbera Nisêbîn û Midyadê de ye şîn dike û jîyanê dide gund û derdorê newalê.

Çemê Bunisra û newal di dîrokê de jî cîyekî girîng digirin. Ev newal di wextê Asurîya de weke rîya bazirganîyê hatîye bikaranîn û îro jî mirov dikare ‘kavil’ê, an jî xerabeyê wan wexta bibîne. Li herema ‘kasyan’ê ev xerabe hîna jî xuya dikin. Li heman heremê li serê nizarekî kelehek ji heye. Jê re dibêjin ‘Keleha Karatajdîn’. Karatajdîn’ê ji mala mîrê Botan. Dibêjin ku ew Karatajdîn’ê di çîroka ‘Mem û Zîn’ê de hevalê ‘Mem’e. Di bînya kelehê, li ber çem, kêleka zîyaretê tirba wî jî hebu, lê mixabin îro di bin rê de maye (http://necatkeskin.blogspot.com/2011/12/karatajdinin-mezar.html). Lê, mesela me ya îro ne ev e!

Çemê Bunisra wek li jor jî hat gotin aveke pakij û zelal bu. Gundîyan ne tenê ji bo avdana bexçan lê ji bo ava vexwarînê jî bikartanîn. Ev qasî pakij û zelal bu, jîyan tê de diherikî. Çar-penç şiklê masîyan bi kêf tê de avjenî dikirin. Lê wek her tiştî, wek her heremeke Kurdistanê çîroka çem, newal û masîyên me jî di salên 90-î de hat guhartin.

Pêşî rê hat çêkirin. Rê gelek bexçe, zinar, erd xerakirin û bi xwe re jî ‘derfet’ên nû anîn ji bo gundîyan. Gundîyê ku heta wî wextî ji bo avdana bexçeyan, ji bo vexwarinê û ji bo masîyên tê de ji çem sud digirtin, dest bi ‘avakirina’ ‘tesîs’an kirin. Her malekê di nav  ‘rez’ê xwe de cîyek ji xwe re vekirin ji bo mirovên li Nisêbînê, Midyadê, Batmanê dijîn û dixwazin ji germahîyê birevin werin seyranê, xwe piçekî hênik bikin. Lê gelekî dewam nekir, gund hatin valakirin, kesek hev dikarîbu herin newalê an jî ‘serê avê’. Cîyê seyranê tevde hatin girtin, ji bilî ên gundê ‘Serê avê’, ji ber du sedeman, yek jê li wir qerekol hebu û yan duduyan jî ev gund bubun ‘qoricî’. Lê ev jî ne mesela me yî îro ye!

Wext derbas bu, hinek tişt hatin guhertin, dîsa xelkê li nav rezê xwe ‘cîyê seyranê’ (pîknîk) vekirin lê vê carê bi awake dîn. Êdî bi hişmendîyek kapîtalist, bi hişmendîyek li dijî xwezayê. Û êm gihaştin rewşa ku em îro têde ne. Kesên ku xwedî li çem û avê derdiketin, kesên ku bi avê re di nav aşîtiyekê dijîn çun, kesên ku hicumî avê û xwezayê dikirin hatin. Wek mînak li ser çem bixwe hewzê masîya çêkirin ku ji du alîyan ve xetereye. Yek, li derdora kanîyê çêkirina tiştekî wusa qedexeye, an jî dibe qedexe be, ji ber ew av ne malê şexsan e, lê malê civakê tevde ye. Dudo, çêkirina hewzên masîyan li ser çem, avê dilevitêne û masîyên tê de jî kêm dike, wan dikuje. Ev ava ku mirovan devê xwe didanî ser û bi qurte qurt divexwar êdî nikarê bê vexwarin. Masiyên tê de gelekî kêm bune. Ew ava zelal êdî gemarî û bi run –runê masîyan ku ji hewzan tê- diherike. Êdî mixabin mirov ne dikarî avê vexwe û ne jî dikarî avjenîyê bike.

Yeke din, îro, di germahîya havînî de ji Nisêbînê, Midyadê, Batmanê (Êlih), Amedê bi sedan kes tên ‘serê avê’, an jî ‘ava spî’ ji bo kêfê, seyranê. Piranîyên wan, mixabin, dîsa avê gemarî dikin, kefş û gemara xwe, çop a xwe diavêjin avê. Çem bi naylon, û şuşeyên naylonî dagirtîye. Ev yek ji bo çem jî, ji bo xwezayê jî û ji bo mirovatîyê jî tehluke ye, xetere ye. ji ber ku ev çem hîna jî jîyanê dide newalê, Nisêbînê, Qamişloyê, û Merdînê jî.

Li gor fikrê min ev pirsgirêk ne tenê ya kesên derdorê, kesên ku li wir kar dikin û kesên ku diçin seyranê bixwe ye, lê ya me tevde ye. Divê em bi hevre xwedî li derdora xwe, li xwezaya xwe derkevin. Îro, komeleyek me heye, navê wê jî ‘Eko-Jîn’e. Divê ev komele, an jî komeleyê bi vî rengî dest biavêjin vê pirsgirêkê û em jî alîkarîya wan bikin. Em tevde hişmendîyek ekolojîk di civakê de ava bikin. An, Çemê Bunisra jî wek Çemê Reş wê têk here!

Ya dawî; divê em bizanibin ku eger em li mala xwe, li xwezaya xwe xwedî dernekevin, kesek lê xwedî dernakeve!.

Dîyarbekir,


25.08.2013

*Batmanın Sesi, sayı:11, 27-08-2013

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder