4 Kasım 2013 Pazartesi

Kongreya Netewî ‘dîsan’ hat paşxistin!*

Pêrê (03.09.2013) ber evarkî nuçe derbasbun ku kongreya neteweyî hatiye paşxistin. Diva bû nûçe wiha be ‘Kongreya Neteweyî ‘dîsan’ hat paşxistin’!.  Bu çîroka şujinê. wek cara din, pêşî nûçe derketin û şunde jî rastiya wê hat ragihandin ku kongre ji bo propandayên hibijartinên li Herêma Kurdistanê hatiye paşxistin. Di serî de mirov divê bibeje ku ev bêxîretiya Kurda ye, ne tiştekî din!

Rojhilata Navîn di nav agirekî de ye, dikele. Li Sûriyê midaxeleya ji derve li ber guh e, îro na sibe, sibe na hefteyekî din, an jî meheke din ev midaxele wê çêbibe. Ji aliyên din Rojava tê valakirin, kurd li welatê  xwe dibin koçber. Lê kurd bikêrî li darxistineke kongreyekê ku pirsgirêkên kurdan wê ji hêla kurdan tev de bê niqaş kirin nayên!.

Berî her tiştî, lidarxistina kongreyek wiha ji bo kurdan tev de ‘sînor’ekî derûnî ye, ango psikolojîk e. ji ber ku, ev hêviya sed salî ye. Lidarxistina kongreyek neteweyî ruhekî din dide kurdan, kelecanek mezin di deruniya wan de çêdike, wan serbilind dike, û di nav vê tevlîheviya heremê de wan bi hêvî dike ji bo pêşereoja xwe. Bi paşxistin, tirsa ne lidarxistinê dixe dilê mirov, wê kelecanê dikuje, hêviyan qut dike, dicemidîne. Pêşerojê tarî dike!.

Cara din hatibu gotin ku, ji ber hinek kêmasiyên amadekariyan Kongreya Neteweyî hatiye paşxistin. Piçekî kurd sist bûn, xemgîn bûn, lê dîsan wek her car avêtin dilê xwe. Digotin, nebê dê piştî meheke din wê bi rêk û paktir werê li darxistin û ev yek belkî baştir be jî. Û yeke din, wî wextî, herkesî dizanîbû ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê li pêşî ne, herkesî dizanîbû ku wê propagandayên hilbijartinê werin kirin. Lê dîsan jî ev biryara ku kongre di 15-16-ê Îlonê de wer li darxistin dan. Lê berî kongreyê bi deh rojan dibêjin ku li Kurdistan hilbijartin heye, em nikarin Kongreya Neteweyî di vê rewşê de li darbixin! Gelo berî bi mehekê, wexta ku we ev biryar da, we nizanîbû dê hilbijartin çêbibin!

Loma, mahnên ku îro tên bi lêv kirin ne rast in. Bi serê mirov nakevin, û dilê mirov sar nakin. Ji niha ve nuçeyên ku dibêjin ‘kongre ji ber nakokiyên li ser hejmara kesên tevlî kongreyê bibin hatiye Paşxistin’ belav dibin (http://www.radikal.com.tr/turkiye/kurt_ulusal_kongresi_yine_ertelendi-1149153). Wiha xuya dike ku rastiya van nuçeyan bêhtir e.

Nakokiyên li ser ‘Deriyê Sêmalka’,  rewşa rojava, amadekirina lijneya lêkolînê ji bo rojava, raporta lijneyê û niqaş û şiroveyên ku li ser van mijaran dihat kirin û di dawiyê de berî bi çend rojan nuçeyên derheqê bipaşxistina kongreyê tev didin xuya kirin ku mesele ne hilbijartinên Herêma Kurdistan’in! Mesele careke din berjewendiyên hizbî û siyasî ne. Ne Kurdistan, ne rewşa kurdan, ne şerê li derdorê, ne agirê ku her roj neziktir dibe xem e!. Xem her berjewendiyên siyasî û hizbî ne! Û kes ji ya xwe nayê xwarê.. Ma tu kesî dîtiye ku kurdan li himberî hevdu xwe tewandine, tenê li himberî dijminan!. Bi vî halî Kurd dê dîsa ji hev parçe, bê statu û bê maf bimînin!

Belkî wek hizb, partî, hêz bikaribin di nav vê tevlîheviyê de ‘cih’ekî, rolekê bigirin, lê wek netewek yekgirti Kurd, careke din, dê nikaribin cih û roleke girîng bigirin. Kesên ku nedikarin kongreyekê lidarbixin dê çawa roleke girîng bigirin di nav vê tevlîheviyê de! Bila ev yek jî baş bê zanîn ku bi vî halî ji hêla hêzên dinê vê jî cidî nayên dîtin.

Kongreya Neteweyî ‘dîsan’ hat paşxistin. Tirs û fikr ew e ku dê ev ‘Kongreya Neteweyî’ tu carî neyê lidarxisitin!. Û ev yek ji hêla dîrokê ve wek bêxiretiya partî, hizb û hêzên kurdan dê werê nirxandin.

Diho, yanî berî bi sed salî, kurd dîsan ne bi hev re bûn, herkes dîsan li gor berjewendiyên xwe tevdigeriya. Piştî ku welatê wan hate levakirin hişê wan hat serê wan lê bê fêde!. Mirov dîsan jî dikare fam bike, ji ber ku, hişmendiya netewebûnê di nav kurdan de belav nebubu, partî û hizbên wan tune bûn,  derfetên ku ji hev agahdar bin tune bun, derfetên ku dinê ji xwe agahdar bikin jî tune bun, hem ji hev du ‘dûr’ bun û hem ji civaka giştî û hem jî ji dinê tev de. ji ber vê yekê, mirov dîsan dikare têkçuna wan fam bike. Lê îro?

Bi dehan, bîstan partî, hizb û rêxistinên kurdan hene, hêzên wan hene ku ev bi salane di nav şerde ne. Serok û rêberên wan hene. Ji ber vê yekê, carek din divê werê gotin ku “ îro, tu mafê serok û partî û saziyên kurdan tune ye ku vê carê jî ji ber berjewendiyên xweyî rexistinî û komelî gele kurd bê maf û statu bihêlin”.

Diyarbekir
04.09.2013

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder