2 Ocak 2015 Cuma

Nivîsên Kevin-2

Kurdên Ermenîstan[1]

Radyo ya gel a Ermenistan , an Radyoya Êrîvanê
Ermenîstan ji bo Kurda, nemaze ji bo Kurdê Bakur cîyekî gelek girîng digire. Yek ji sedema vê yekê jî  bêguman hebuna seetek weşane Kurdî li ser radyoya Erîvanê bu. Radyoya Êrîvanê ku Kurda dikarîbu stran, lawik û dîlokê xwe ji dengbêj û stranbêjê xwe û bi zimanê xwe di wan rojê tarî de ji wê derê guhdar bikira. Yan duduyan jî biguman ewe ku heta niha gelek lêkolînên derbare Kurd û çanda wa de ku hem ji alîyên Kurdên Ermenîstan û hem jî ji alîyên Ermenîya bi xwe ve hatine kirin yan jî berhevkirin û parastina wa li enstîtuyê Ermenîsan e. Bi rastî jî di ‘zinde mayîn’a zimanê Kurdî û dengbêjîya Kurda de Radyoya Êrîvanê bi tevî beşa ‘Kurdolojî’ya Akademîya Zanyarî ya Netewî ya Ermenîstan li Erîvanê rolek gelek mezin lîstîye. Ev yek alîye.




Dengek ji Kurdên Ermenîstan û Radyoya Êrîvan, Mîrê Bilûrê, Egîdê Cimo
Ji alîyên din ve tiştekî din heye ku hê jî baş nehatîye ditîn yan jî li ser lêkolîn nehatine kirin; ew jî têk çuna ‘Kurdistan a Sor’e ku di nav sînorê Azerbaycan’de di navbera Qerebax û Ermenîstan da wek ‘Heremek Xweser’ di sala 1923-an de hatibu damezrandin. Statuya ‘Kurdistan a Sor’ a Xweser di sala 1929-an de bi alîkarîya Azerbaycan, Ermenîstan û Komara Tirkîyê, ji alîyê Yekîtîya Sowyeta ve tê betal kirin. Kurdê li wir ku gelek ji wan Kurdên Misilman bun koçber bun û li Azerbaycan hatin belav kirin. Ên ku man jî ji ber şerê navbera Ermenîstan û Azerbaycan da ku piştî têkçuna Yekîtîya Sowyeta di salên 1990-î destpêkir, ji cih û waren xwe berdan û koç kirin. Îro li ser axa ‘Kurdistan a Sor’ tu Kurd nemane[2]!.

Piştî betalkirina statuya xweserîya ‘Kurdistan a Sor’, li Azerbaycan peyva ‘Kurd’ jî nehat bikaranîn! Ermenîstan jî polîtîkayek din meşand. Kurd ne bi nasnameya xweyî netewî lê bi nasnameya olî yanî wek ‘Êzîdî’ hatin binavkırın û di nasnamê wan de jî bi vî rengî hat nivîsandin ku heta îro jî bi şiklekî ev tişt didome[3]!

Îro li Ermenîstanê tê gotin ku hejmara Kurda bi tevahî (Êzîdî û Kurd) derdora 45 hezaran e, lê statuyek wanî fermî wek ‘Kurd’ tuneye. Wek ku li jor hat behskirin Kurd bi navê ‘Êzîdî’ tên qeyd kirin û di nasnama de jî bi vi awayî tên nîşan kirin û ji ber vê yekê jî zimanê wa jî ne ‘Kurdî’ lê ‘Êzdîkî’ tê bi nav kirin. Perwerdahiya zimanê ‘Êzdîkî’ bi tîpên krîli û ya ‘Kurdî’ ku hê nu ev du sale di bin navê ‘zimanê zikmakî’ de destpêkirîye bi tîpên latînî tê kirin.

Yekî ji Kurdên Ermenîstan dibeje ku li Ermenîstan se cur ‘Kurd’ hene; 1.Ê ku xwe tenê Êzîdî dibînin, 2. Ê ku xwe carna Êzîdî û carna Kurd dibînin, û 3. Ê ku xwe Kurd dibînin. Di nav wa de ê ku hejmara wa kême beşa seyemîne, dibêje. Dibeje ku hinek Kurd jî newêrin ku xwe ‘Kurd’ qeyd bikin. Ev jî didê xuyakirin ku polîtîkayên piştî têkçuna ‘Kurdistan a Sor’ hatine meşandin hinekî bi serketine!. Bi rastî jî gava ku mirov dinere gelek tişt hatîye guhertin. Îro li Akadamîyê beşa Kurdolojî heye lê kesekî ku tê de dixebitê tuneye. Radyoya Erîvanê ne wek berê ye!

Li gor heman kesî, herweha, Ermenî jî sê cur in; Kesên ku ‘Kurd’a wek yek ji berpirsîyarê ‘Qîrkirin a Ermenî’ya di sala 1915-an û ji bo vê yekê jî wek dijmin dibînin; Kesên ku hayê wan ji tu tiştî tuneye; û kesên ku ji serokê PKK-ê Abdullah Ocalan hez dikin. Lê dîsa jî tê his kirin ku ‘tekilî’ zêde ne germin. Komaleya Hevalbendîya Kurd û Ermenîya heye lê tu xebatên wê yî aktîf xuya nakin. Vê yekê Kurdê wir jî qebul dikin.

Ji hela din ve, dîsa dibeje ku, Kurdên ku li gundên derdora çîyayê Elegez’ê dijîn wek Kurd xwe didin nas kirin û perwerdehîya xwe jî bi Kurdî dikin. Lê dîsa jî ji bo çareserkirina ‘parvebûn’ a di nava Kurdên Ermenîstan, divê têkilîyen di navber Kurdên wir û Kurdistan zêdetir bibin. Herweha di vê hêlê de barê mezin dikeve ser milê Herema Kurdistan ji ber ku wekî Heremek Federal dikarê ji bo mafê Kurda têkilîyên dîplomatîk dêne û derfetê xwe ji bo Kurdên li Ermenîstan jî vebike. Wek nimune, îro malbat a Garabêt ê Xaco, yek ji hunermendê nemir ê Kurda, di nav bêçarîye de jîyana xwe didomînin û çawê wa li ‘vir’e!  Yeke din, îro tirba Garabêt dibe werê sererastkirin, lê mixabin, buka wi ku berî bi se-çar meh zilamê wê wefat kirîye dibeje ku derfetê wan ji bo vê yekê tune. Dîsa digot ku, yekî ‘Lêkolîner’ ji Fransa hatîye û hemû alav û wene û nivîsên Garabêt ê Xaco bi xwe re birine. Xwedîlederketina hunermendên Kurd vezîfa rêvebir, partî, enstîtu û akademîyên Kurda ne.

Wek encam em dikarin bibêjin ku iro her çiqas di nav Kurdên Ermenîstan yekîtîyek xurt tunebe jî, statuyek wan statuyek wan tunebe jî, hewldanek wan heye ku bingeha xwe ji dîrokê digire. Bi têkilî, çun û hatin, li hev guhdarkirin ev hewldan wê zêdetir bibe. Ev yek herweha wê pir a di nava gelê Ermen û Kurd de jî qewîntir bike.

                        
27.05.2013







[1] Ev nivîs li ser bingeha çavderiyên gera Ermenistan ya Adar-2013-an hatiye amade kirin.




[2] Derbarê vê yekê de ji bo agahîyên zêdetir hun dikarin di van malpera de hevpeyvînê bi Hejarê Şamil http://www.kurdistan-post.eu/tr/roportajlar/hejare-samil-ile-soylesi-hulya-yetisen û Mihemedê Silo Babayev re hatine kirin binêrin http://www.kurdistan-post.eu/tr/node/272
[3] Wexta ku em digerîyan, yekî Ermenî carek du car behsa zimanê Êzdîkî kir. Peşî min tu tişt fam nekir lê paşê min fam kir ku Êzîdî û Kurd ne ‘yek’ tê ditîn.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder