12 Ocak 2015 Pazartesi

Nivîsen Kevin-3: Hişmendiya ekolojîk*

Heftiya borî babeta vî rupelî Çemê Bunisra û a berê jî  mihrîcana Munzurê  bu. Di va her du nivîsa de bi serekî em li ser xweza, xwezaparêzî û xwedîlêderketina xwezayê disekinîn. Babeta xwezayê gelekî girînde ji ber ku xweza û mirovatî bi hevdu ve girêdayiye û yek ji ê din nikare were veqetandin. Mirov carina li himberî xweza û carina jî bi xwezayê re ‘çand’a xwe ava dike û di nav wê ‘çand’ê de ‘çê’dibe, mezin dibe. Çiqasî bi derdora xwe, ango xwezayê re di nav aşîtiyekê de be ew qasî bi kêf û hizur dibe. Wexta ku li dijî xwezayê derdikevê, wê ne bi rêk û pêk bikartînê hingê xweza jî hew xwedî li mirovên derdora xwe derdikeve. Roj bi roj bi wundabuna xwe mirovatiyê jî bi xwe re têk dibe. Belkî nifşên îro vê yekê nabînin lê, xweza heyfa xerabiya ku lê tê kirin wê ji nifşên ‘sibe’ bistîne. Ma ne ji ber vê yekê ye ku niştecîhên Emerîka gotine ‘me xweza ne jî bav û kalên xwe mîrat girtiye, me ji zarokên xwe bi deyn standiye’.

Ev yek rastiya mirovatiyê ye. Lê îro bi xemgîni em dibînim ku bi piranî tu kes li vê rastiyê xwedî dernakeve, nemaze di nav vî şer û kuştin û pevçunê de!. Bi şer û pevçun û kuştinê me însana, xweza jî xerab kir, niha em dixwazin mirovatiyê jî biqedênin. Çareserî dîsa vegera li xwezayê ye, rêzgirtina xwezayê ye. Em duv dirêj nekin û werin ser mijara xwe.

Em di çi astê de ne, welatê me, xwezaya ku em tê de dijîn di çi astê de ye? Xweş tê zanîn ku şerê 30 salî ne tenê mirovên ku li ser dijîn, lê xweza bi xwe jî tevlihev kir, hilweşand, parçe parçe kir, lewitand. Daristan hatin şewitandin, bendav li ser çem û rubaran hatin çêkirin û hîna jî ev destavêtin didomin. Lê di vê navberê de me çi kir? Em niha çi dikin? Divê em çi bikin?

Ji 2000-a û virde bi stratejî û politîkayên ‘ekolojîk, demokratîk û wekheviya zayendî’ tevdigere. Em dikarin bibejin ku di hemu civîn, gotubêj û nivîsan de ev peyv tên bikaranîn. Ekolojî, demokrasî û wekheviya zayendî bu bingeha hemu sazî û şaredariyan jî. Ev deh salin ku hemu sazî û şaredariyên me bi va gotina ‘kar’ dikin, dixebitin.

Lê em dikarin bibêjin ku li himberî evqas ‘kar’î hîna jî hişmendiyek ‘ekolojîk’ di nav civakê de bi serneketiye. Gelo çime? Gelo gel fam nake? An kesên ku vî karî dikin nikarin bidin fam kirin?

Belkî jî her du. Belkî gel fam nake û belkî jî kesên di nav kar de nikarin bi gel bidin fam kirin. Çê dibe. Lê tiştekî din heye ku divê mirov bi lêv bike. Li gel hemu teoriyên bi hêz, sazî û şaredariyên me di pratîkê de sist mane, kêm mane. Ev tişt gelekî girînge û yek ji sedeman jî ev e. Ev zêdeyî deh salane ku gelek şaredarî li ser vê bingehê, yanî li ser ‘ekolojî, demokrasî’ ‘dixebitin’. Eger di hundirê panzdeh salan de tu nikaribe pergalekê li gorî xwe, li gorî teorî û politîkayên xwe ava bike, tu nikare gel di vî warî de jî sucdar bibîne. Wek mînak em dikarin bibêjin; roja ku bi va ‘şîar’an şaredarî ket dest de, di heman demê dest bi perwerdehiya zarokan li ser van mijaran hatiba kirin, îro ew zarok wek xortên bîst salî dikarîbun li zaningeha, li kolana, di nav civakê de hişmendiyek ekolojîk û demokratîk ava bikin, wana bi gel bidin fam kirin. Ji ber ku gelê me, ‘ekolojî’ ne durin, lê ji ‘hişmendiya’ ekolojîk durin.

Berî ku ji gund û warê xwe werin koç kirin din av xwezayê de û bi xwezayê re dijîn. Îro rewş hatiye guhertin lê ew hîna jî hînbuniyên xwe didomînin. Heye ku ev pirsgirêk be.

Lê ya din, yani hişmendî û tevgera kesên ku pêşengtiyê dikin girîngtir e. Mixabin îro kêmasî di vir deye. Ne di teoriyê de lê bi pratîka xwe, bi piranî jî şaredariyên me ji ‘hişmendî’ya ekolojîk durin.  
Li ser vê mijarê hê gelek niqaş wê bê kirin…

Ji bo herkesî aşîti….

01.09.2013

Diyarbekir

*Di Batmanın Sesi'de hatiye weşandin...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder