1 Ocak 2015 Perşembe

Nivîsên Kevin-1...

Çend Dîtin û Wêne li ser Ermenîstan*

Ermenistan û Ermenî li Tirkî her tim di rojevê de ne, ji ber hem qîrkirina 1914-an û hem jî ji ber ne qebul kirina vê buyerê ji alîyê Komara Tirkî ve.  Ev birîneke ku sed sale hê jî derman nebuye. Êşeke ku gelan ji hevdu diveqetînê. Lê ji alîyekî ve jî ev gelên han hevdu meraq jî dikin! Yanî ji aliyekî tirs, ji alîyekî kîn û nefret û ji alîyê din ve jî meraq! Lê mirov dikare bibeje ku ji bo Kurdê Kurdistana Bakur- ên ku bi avayekî tevlî vê ‘êş’ê bune-îro ne bi vî rengî ye. Ji bo Kurdê Bakur, nemaze ji bo nıfşê niha, nifşê ‘welatparêz’, sîyasetmedarê niha, Ermenî  û Ermenistan neteweke  û welateke ku dibê tekilî pê re bên danîn. Evna bi goman ji ber du tişta pêk tê. Yek jê neparastina wa ji qîrkirinê –her ku kesên ku bixwazin biparêzin û parastibin derketibin jî mixabin ev ne zêdene, û gelo çiqasî dikarîbun bi parêzin ev jî pirseke dîye- û car cara tevlîbuna vê qîrkirinêye ku buye êşek ji Kurda re, yan duduyan jî çanda gelê Kurd ku li Ermenistanê, ji alîyê Ermenîyan ve hatîye berhevkirin û parastin.
Ermenistan piştî hilweşîna Yekitiya Komaren Sosyalistê Sowyeta, di sala 1991ê de wek dewletek serbixwe ket nav dewletê cîhanê. Berî vê yekê di navbera Azerbaycan û Ermenistan ji bona Karabax’a çîyayî (bi Ermenîkî, Lernayîn Gharabagh) şer derketibu. Piştî rizgarîyê dewleta Ermenistan herema di navbera Karabax û Ermenistan de, Laçîn, yan jî bi navê ku kurd zanin ‘kurdistana sor’ ji işgal kir. Di sala 1994’a de bi alîkarîya Rusya di navbera her du dewleta de ‘agirbes’ çêbu. Di dema şerde Dewleta Tirkî jÎ ji bo alîkarîya Azerbaycan di sala 1993 a de tevlî ambargoya aborî li ser Ermenistan bu û sînorê xwe ji çûn û hatinê re girtin. Ji wî wextî de hem sînor girtîne û hem jî têkilîyê dîplomatîk tunene di navbera Tirkî û Ermenîstanê de. Ji ber vê yekê jî kesê ku ji tirkî bixwazê biçê Ermenistan divê di ser gurcistan ve herê. (ji sala 2008an balafir di navbera istanbol û Erivan de hene, lê hem buha hem jî gelek cara rê di wa de tuneye, mîna Istanbol û Silemani).

Yanî çiqasî Komara Tirkî Ermenîstan wek dewletek serbixwe naskiribe jî têkilîyê dîplomatîk û aborî di navbera wa de tunene, sînor girtîye û çûn û hatin jî raste rast tuneye, bes ji ser Gurcîstan ve de hene.

Em jî bi balafirê ji Stenbol çûn paytextê Gurcîstanê Tiflis yan ji Tiblîsî, û ji wir bi mînî-bus’ekê derbasî Ermenîstan bun.

Ji Tiflîs (paytextê Guricstan) heta Erîvan nezîkî 6-7 seeta dikşêne.  Wexta mirov di rîyê Gurcistan re jî derbas dibe mirov dibe qey hê nu ji şer derketîye, tesîra şêr ê k udi navbera Federasyona Rusya û Gurcîstan d derket xuya dike. Gerek gundê vê gerek bajarokê wê hemu feqir û belengaz xuya dikin, avahîyê kevn, wesayîtê kevn, rêyên ne durustkirî vê fikra mirov xurttir dike. Bêguman ev nerînên ji devrene, ji bo rastîyê dibe mirov ji wesayîtên xwe dakeve û hinek wext derbas bike di gel de.

Piştî ku mirov ji sînorê Gurcîstan derbas dibe û dikeve nav Ermenîstan dîsa bi ‘paşmayînê’ de rû bi rû dibe û dibîne bê amboargo ya ku ji hêla Tirkî ve çiqasî bandorek mezin li ser aborî û bingehîna welêt kirîye û hîna jî dike. Kesên ku em bi wa re diaxivin jî vê rastîyê dibejîn.Ji ber ku  sînor girtîne çun û hatin jî tuneye û ji ber vê yekê bazirganî jî bi hesan nayê kirin. Sedema wê jî durbûn û ne rêk û pêkbuna rîyane. Wek mînak kesekî ku bixwaze ji Ixdirê- bajarekî Tirkîye- herê Yerevan ku di navbera wa de seetek rê heye yan tuneye, divê di ser Gurcistan ve bizivirê û piştî 12 seeta xwe bigihîjîne Yerevan, payitextê Ermenistan. Ev yek jî ji bo kesên ku dixwazin bazarê bikin tiştekî zehmet e. Çîyayê Agirî ji Yerevan mîna ku mirov destê xwe baveje wê bigire xuya dike. Wek bostekê nêz lê ji vir û asîman dur!

Ermenistan wek ku tê zanîn dewleteke piçuke, hejmara nifusa wê li gorî serjimarîya 2011-an nezî 3 milyon 200 hezar kese. Lê ji vê nifusê hejmareke gelek mezin li Yerivanê dijîn. Li gorê reqemê fermi ev 1.200 hezar kese, lê ne fermî tê gotin ku ev hejmar ji milyonek û nivê zêdetire.  Nîvê ku maye jî li tevahî Ermenistan belav buye. Ev jî dide xuyakirin bê Yerevan çiqasî bajarekî girîng û mezin e.

Yerîvan, weki ku li  jor hat gotin hem bajare herî mezin hem jî paytextê Ermenistanêye. Ji ber vê yekê jî cihê bazarê, cihê kar û bare jî[1]. Bajarekî gelek mezin, bajarê herî pêşketîye Yerevan, dilê Ermenistane ye. Li bajêr bandora Rusya an jî Sowyeta xuya dike. Wexta mirov li bajêr digere vê yekê eşkere dibîne. Wek mînak mîmarî ya bajar ya mîmarîya Sowyeta ye. Avahîyen nu heme bêje tunene.
Her çiqas Sowyet hilweşîyabê jî, yan jî bi fermî Ermenîstan serxwebuna xwe bi dest xistibê jî, bi mîmarî, bi çand, ziman Rusya hîna jî di jîyane Yerevan û Ermenistan de cihekî girîng digire[2]. Heta sînorê alîyê Tirkî jî leşkerê Rusî diparêzin.  Bê guman ev tiştekî bi jeo-polîtik ve jî girêdayî ye. Kesê ku em wa re diaxivin dibêjin ku salên pêşin ê serxwebunê de ziman nevî bi Ermenîkî û nêvî bi Rusî bu. Ji ber vê yekê hê jî nifşê wê demê bi Rusî pir baş dizanin. Hîna jî zimanê Rusî di dibistana de cihekî giring digire. Lê dibêjin ku ev yek niha hin bi hin tê guhartin û zimanê Ermenîkî cîyê xwe girtîye. Ev jî bawerim ‘qezenc’ek e dewletbûnê ye. Tiştekî ku Kurd nizanin, yan jî hîna fêr nebune!.

Ne tenê ziman, lê gelek tiştê din jî hene ku bi vê dewletbûnê ve girêdayîne. Parastina çand û hunera xwe, li xwedî derketina paşî, bîr û bawerîyen xwe. Tiştên ku ‘gel’ dike ‘netewe’. Dibistan, enstîtu, muzexane, pirtukxane, lêkolîn û arşîvkirina çanda xweyî gelerî. Wek mînak, li Yerevanê digotin ku yek pirtukxaneya pirtukê destnivîsi heye kut ê de 17.000 pirtuk tên parastin. Li bajêr çendan muzexane hene. Ya mezin jî wek ku werê zanîn ‘Muzexane ya Qîrkirinê’ ye. Ew tişt tewde encax bi dewletbûnê pêk werin.

Wek me li serî ji got, qirkirin ne tenê di politîkayê de lê di jîyane rojane de jî cî digire. Çawa negirê? Peykerê ‘Dayîka Ermenî’ya k udi destê wê de şûr heye, li Tirkî dinere!.

Bîrdarî ya Qirkirinê, li ser girê ku Yerevan seranser dibîne, bi hemu heybet û ‘şîn’a xwe, bi sembol kirina ‘perçebûn’a Ermenîstan a ‘Rojava’ û Ermenîstan a ‘Rojhilat’ li Çiyayê Agirî[3] dinere! Gava ku mirov dikeve hundirê vê Bîrdarî’yê, muzîkek tê guhe mirov ku dilê mirov diêşîne û mirov ber bi serê sedsala 20-mîn dibe! Mirov we eşê, wê sirgûnê, wê qîrkirinê di dilê xwe de his dike! Muzexane ya Qirkirinê ji li cem Bîrdarî’ye ye. Di wir de jî mirov wê pevajoya ‘Qirkirin’ê ji serî heta dawî dibîne. Lewma, ‘Qirkirin’, bi bîranîna berdewam, buye tiştekî ku hemu Ermenîyên Dînê û Ermenîstan bi hev re girêdide, buye bingeha ‘netewebun’a Ermenîyan.

                               

Ji bo gelê Ermenî yek ‘sembol’a dî ya ‘netewî’ ‘Katedral’a –Dêr a mezin- ku li Ecmîadzîn e. Ecmîadzîn bajarê çarêmîn ê mezin ê Ermenîstan e û serjimara wê nezîkî 60.000 hezarîye. Ecmîadzîn cîyekî olî û ruhanîye ji bo Ermenîyan. Ji bo Ermenîyên Dinê tevde wek navendeke ruhanî û rêveberîya olî ye. Cîyê keşayê herî mezin ku wek ‘Qatolîkos’ binavdikin li vir dirune. Katedral a li vê derê jî, piştî zayînê 301-303 hatîye avakirin. Ji ber vê yekê jî ev der yek ji Dêr’ên herî kevnar e û bi vê taybetmendîya xwe jî gelekî baldar e. Her sal ji hundir û derve ve ji alîyên gelek kesan ve tê zîyaret kirin. Di heman demê de jî cîyê perwerdekirina mirovên olî ye. Ji ber vê yekê jî di hundirê kompleksê de dêr, cîyê perwerdê, cîyê ‘xwendekar’ û keşeyan hene.


Wekî din, muzexaneyek jî di hundirê vê kompleksê de ku tê de tiştên kevn ku ji alîyênolî ve girîngin tên parastin. Li bexçeyê muzexanê jî, kevirên ku li ser wa xaç bi desta hatîye çêkirin ku ev tenê wekî hunerekî ‘netewî’ yanî Ermen tê dîtin hene.

Kurd li Ermenîstan hene? hejmara wa çiqase? Statu ya wa çawa ye? Bersivên van pirsa jî, ku xwedê bê erê, di nivîseke dîn de emê binivîsin..

Dîyarbekir
16.05.2013











*Ev nivîs di Rojnameya Bas'ê de (28.05.2013)  hatiye weşandin..


[1] Ji alîyekî ve jî cîyê kêfê ye. Gelek mirov, piranî jî ji Îran û Rusya ji bo kêfê tên bajêr.
[2] Ji alîyekî ve bandor a Rusya û Rusî heye û ev mirov dibîne jî, lê jî alîyên dîn ve bandor a ‘Sowyet’ di jîyanê tê derxistin yan jî derxistine. Wek mînak peykerên ku fikra ‘Sowyetî’ dide xuyakirin ji ber çawa hatine rakirin, ji hêla wa peykerên ‘netewî’ hatine danîn.
[3] Çîyayê Agirî yan jî wek ku Ermen bin av dikin Ararat ji bo wan ‘sembol’eke dîye. Gelek cî bi Ararat hatîye bi navkirin. Navê hotelan, navê rîyan. Bi navê Ararat bîra û konyak jî heye!.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder