12 Ocak 2015 Pazartesi

Rojên Filmên Kurdî li Diyarbekir Destpêkir!

Rojên Rojên Filmên Kurdî ku bi hevkariya Weqfa Îsmaîl Beşikçî û Mala Sînemayê ya Silêmanî û bi alîkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Diyarbekir) tê li darsixtin îro destpêkirin.

Rojên Fîlman îro, bi beşdariya Wezîrê Çand û Ciwanan ê Herema Kurdistan Xalit Doskî û heyeta pê re, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Diyarbekir Firat Anlı, nunerên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û mevanên din destpêkir. Bi boneya vekirina Rojên Fîlman, Xalit Doskî û Firat Anlı axaftinek kirin. Di axaftinên xwe de Doskî û Anlı kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Wêzîrê Çand û Ciwanan ê Herema Kurdistan Xalit Doskî di axaftina xwe de got ku lidarxistina Rojên Fîlmên Kurdî li Diyarbekir ku ji her çar parçê Kurdistanê hunermend tevlî bûn e gelekî girîng û netewî ye. Doskî ji bo lidarxistina rojên Fîlman ji Weqfa Îsmaîl Beşîkçî û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir re spasiyên xwe pêşkêş kirin. Doskî axaftina xwe wiha dewam kir, “Em wek wezareta Rewşenbîrî û Lawanî a Herema Kurdistanê girîngiyê bi tekiliyên çandî û kulturî didin… Em di wê baweriyê de ne ku çanda me zindî û ektîf nabe, eger giş alî û tev parçeyên Kurdistanê têde beşdar nebin, û em hemû bi hevre bi awayekî aqilane û bi proje ji bo pêşxistina çand û kultura Kurdî hewl nedin”.

Xalit Doski di axaftina xwe de girîngiya hunera sînemayê di civakê de anî ziman û got ku di cîhanê de hemu gel bi vê hunêrê xwe didin nasîn, peyamê xwe bi raya giştî re parve dikin. Doskî got ku “sînema, peyameke siyasî, civakî û netewî ye û her dewlet hewl dide bi rêya vî hunerî peyam û diskursa xwe pêşkêşî gelên din bike û me, wek gelê Kurdistanê pêdivî bi vê yekê he ye”. Doskî di axaftina xwe de derhênerê Kurd Ylmaz Güney û Hemo Begê Nazaryan jî bibîranî û got ku ew pêşniyaz dikin da her sal xelatek bi navê Yılmaz Güney bi derhênerê baştîrîn ê salê werê dayîn.

Xalit Doskî, herweha, got ku di proje û planên wezareta rewşenbîrî û Hukumeta Herema Kurdistanê de girîngî bi van çalakiyan tê dayîn. Doskî got ku bihêzkirina têkiliyên çandî û kulturî di navbera entelijansiya Kurdî, bercestekirina gotareke çandî a netewî û projêyên hevbeş bi hemû parçeyên Kurdistanê û têkiliyên çandî û kulturî bi welat û gelan re jî di planên wan de ne.

Xalit Doskî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi van têkilî û projêyên hevbeş ewê bikaribin li himber hêzên mirinxwaz ên li dijî Kurdan bisekinin. Doskî, herweha, got ku, îro li Kurdistan peşmerge û şervanên Kurd li himber hêzên terorîst, li çiyayê Hemrîn, Celewla, Şengal, Kobanê li şuna tev gelên cîhanê ceng dikin û dîrokeke nû ji bo gelê Kurdistanê dinivîsin û ji çeperê şer mizgîniya azadî û serkeftinê didin.

Piştî Wezîrê Rewşenbîrî û Lawayî ê Herema Kurdistan Xalit Doskî, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anlı derket ser dikê û axaftinek kir. Anlı bixêrhatina mevanan kir û kêfxweşiya xwe anî ziman. Firat Anlı got ku ji aliyekî ve ew civînek û çalakiyek hunerî lidardixin û lê ji aliyê din ve her roj şehîd tên heman bajarî. Anlı wiha got, “Ev her du jî rastiya jiyanê ne. Ji aliyekî ve emê din ava tekoşînê de bin, ji aliyekî em ê berxwebidin û ji aliyekî ve jî çand, hûner, rewşenbîrî, nivîs, xemilandina jiyanê bihevre dê bimeşin”

Hevserokê Şaredariya Diyarbekir Fırat Anlı got ku ev gelekî kêfxweşin ku li Başur gelê Kurd statuyek bidestxistiye û ew hêvî dikin gelê Kurd li Rojava jî dê statuyek bidestbixin. Anlı got ku êdî dor ya Bakur e û hevî dikin ku rojekê dê her çar parçê Kurdistanê wek dilekî bihevre lêbixin.
Li ser rojên sînemayê jî Fırat Anlı bilêv kir ku carina mirov nikare bi axaftina derdê xwe bi cîhanê re parve bike an mirovan îkna bike lê bi rêya sînemayê û hûnerê ev yek hesan dibe.

Piştî axaftinan bername bi pêşkêşkirina fîlman dewam kir. Rojên Fîlmên Kurdî dê sê rojan dewam bike.

09.01.2015


 Diyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder